شُله رسولا 1 - Kurmanji ÎncîlPêşgotin ( Lûqa 24:49 ) 1 Têyofîlosê hêja, min li ser hemû tiştên ku Îsa ji destpêkê ve 2 û heta roja ku ber bi ezmanan ve hat hilkişandin, kir û hîn kir, di kitêba pêşî de nivîsî. Berî hilkişandina xwe, wî bi Ruhê Pîroz emir dan Şandiyên ku bijartine. 3 Piştî ku cefa kişand, wî bi gelek delîlan xwe sax nîşanî Şandiyan da, di nav çil rojan de li wan xuya bû û li ser Padîşahiya Xwedê peyivî. 4 Gava ku Îsa bi wan re bû, wî tembîh li şagirtan kir ku ji Orşelîmê dernekevin, lê li hêviya soza Bav bin. Wî got: «We ev soz ji min bihîstiye. 5 Yûhenna bi avê imad kir, lê piştî çend rojan hûnê bi Ruhê Pîroz imad bibin.» Îsa Hildikişe Ezmanan ( Marqos 16:19-20 ; Lûqa 24:50-53 ) 6 Îcar gava ku ew hatin ba hev, wan ji Îsa pirsî: «Ya Xudan, ma tê di vê demê de padîşahiyê bi şûn de bidî Îsraêl?» 7 Îsa li wan vegerand û got: «Ev ne karê we ye ku hûn wan wext û demên ku Bav bi hukumdariya xwe biryar dide, bizanin. 8 Lê gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin û li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min.» 9 Çaxê wî ev tişt gotin, hê wan lê dinêrî, ew bi ezmên ve hat hilkişandin û ewrekî ew ji ber çavê wan stand. 10 Gava Îsa diçû û wan zîq li ezmên dinêrî, ji nişkê ve du mirovên cilspî li ba wan rawestan. 11 Wan got: «Celîlîno, çima hûn li vir radiwestin û li ezmên dinêrin? Ev Îsayê ku ji nav we ber bi ezmên ve hat hilkişandin, çawa we dît ku ew hilkişiya ezmên, wisa jî wê vegere.» Di Cihê Cihûda de Matiyos Tê Bijartin 12 Hingê ew ji dera ku jê re digotin Çiyayê Zeytûnê vegeriyan Orşelîmê. Ev çiya bi qasî kîlometreyekê ji Orşelîmê dûr bû. 13 Gava ku ew ketin bajêr, çûn oda jorîn a ku lê rûdiniştin. Petrûs, Yûhenna, Aqûb, Endrawis, Filîpos, Tûma, Bertolomeyos, Metta, Aqûbê kurê Halfayos, Şimûnê Welatparêz û Cihûdayê kurê Aqûb li wir bûn. 14 Van hemûyan hergav bi hev re, tevî hinek jinan, bi Meryema diya Îsa û birayên wî re, xwe dan duakirinê. 15 Di wan rojan de Petrûs di nav xwişk û birayan de, ku hejmara wan li dora sed û bîst mirovan bû, rabû û got: 16 «Birano, diviya ew nivîsara ku ji pêşî ve bi Ruhê Pîroz bi devê Dawid li ser Cihûda hatibû gotin, bihata cih. 17 Çimkî Cihûda bi ser ku yek ji me hat hesabkirin û di vê xizmetê de pareke wî jî hebû, bû rêberê wan ên ku Îsa girtin. 18 Îcar vî mirovî bi heqê xerabiya xwe erdek kirrî; piştre bi serserkî ket, zik lê qelişî û ûr û roviyên wî derketin derve. 19 Ev yek ji hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin re kifş bû, wisa ku bi zimanê wan ji vê zeviyê re ‹Hakeldama› tê gotin, ku tê mana «zeviya xwînê». 20 Çimkî li dereke Kitêba Zebûran ev hatiye nivîsîn: ‹Bila mala wî wêran be Û bila kes tê de rûnene.› û li dereke din jî: ‹Bila karê wî yê çavdêriyê yekî din bistîne.› 21 Îcar divê yek ji wan zilamên ku di hemû dema ku Xudan Îsa di nav me de bihûrandiye de, bi me re bû, bê bijartin. 22 Divê ew ji roja ku Yûhenna imad kiriye heta roja ku ew ji nav me ber bi ezmên ve hatiye hilkişandin bi me re be, da ku bi me re ji vejîna wî re şahidiyê bike.» 23 Hingê wan du kes, Ûsivê ku jê re Barsabas digotin û bi navê Yûstos dihat naskirin û Matiyos anîn pêş. 24 Wan dua kir û got: «Ya Xudan, tu bi dilê her kesî dizanî. Nîşanî me bide ka te ji van herduyan kîjan bijart, 25 da ku di vê xizmet û şandîtiyê de wî cihî bistîne, ku Cihûda berdaye, da ku here cihê xwe yê heqkirî.» 26 Ji bo wan pişk avêtin; pişk li Matiyos ket û ew bi yanzdeh Şandiyan re hat hesabkirin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey