Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yûhenna 9 - Peymana Nû (Încîl)


Vebûna çʼeʼvêd yekî zikmakîyêda kor

1 Gava ku Îsa derbaz dibû, Ewî merivekî ji zikmakîyêda kor dît.

2 Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Dersdar, gunê kʼê ye ku ev meriva kor ji dîya xwe bûye? Gunê wî ye, yan yê dê û bavê wî ye?»

3 Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne gunê wî ye, ne jî yê dê û bavê wî ye, lê ev yek aha bûye, wekî kirêd Xwedê li ser wî bêne eʼyankirinê.

4 Hʼeta ku rʼoj heye, gerekê em kirêd Wî bikin, Yê ku Ez şandime. Şev tê, hingê tʼu kesê nikaribe tiştekî bike.

5 Hʼeta ku Ez dinyayêda me, rʼonaya dinyayê me».

6 Ewî ev yek ku got, tʼûyî eʼrdê kir, ji tʼûkê hʼerʼî çêkir, ew hʼerʼî çʼeʼvê wî merivî da

7 û jêrʼa got: «Herʼe serçʼeʼvê xwe hʼewzê Sîlwamêda bişo», (ku ev nav tê feʼmkirin «Şandî»). Ewî jî çû serçʼeʼvê xwe şûşt û bi çʼeʼvêd vebûyî vegerʼîya.

8 Cînarêd Wî û ewêd ku berê ew dîtibûn ku wî pʼars dikir, digotin: «Eva ewî kor nîne, ku rʼûdinişt û pʼars dikir?»

9 Hineka digot: «Eva ew e», hineka jî digot: «Na, ne ew e, lê mîna wî ye». Lê wî xwexa digot: «Ez ew im».

10 Hingê jê pirsîn: «Ku usa ye çʼeʼvêd te çawa vebûne?»

11 Ewî li wan vegerʼand û got: «Ew merivê ku jêrʼa dibêjin Îsa, Ewî hʼerʼî çêkir û li çʼeʼvêd min dan û minrʼa got: ‹Herʼe hʼewzê Sîlwamê û serçʼeʼvê xwe bişo›. Ez jî çûm, min serçʼeʼvê xwe şûşt û çʼeʼvêd min vebûn».

12 Wana jê pirsî: «Kʼa Ew kʼu ye?» Ewî got: «Ez nizanim».


Fêrisî gilîya ji yê qencbûyî dikʼişînin

13 Wana ew merivê ku berê kor bû, birine cem fêrisîya.

14 Ew rʼoja ku Îsa hʼerʼî çêkir û çʼeʼvêd wî vekirin, şemî bû.

15 Fêrisîya jî jê pirsî, kʼa çawa çʼeʼvêd wî vebûne? Ewî wanrʼa got: «Hʼerʼî li çʼeʼvêd min da, min serçʼeʼvê xwe şûşt û niha ez dibînim».

16 Hingê hineke ji fêrisîya got: «Ev meriva ne ji Xwedê ye, çimkî Ew rʼoja şemîyê xwey nake». Lê hineka jî digot: «Merivekî gunekʼar çawa dikare van kʼeremeta bike?» Bi vî awayî nav wanda bû dutîretî.

17 Hingê, dîsa gotine yê ku kor bû: «Tu çi dibêjî bona Ewî ku çʼeʼvêd te vekirin?» Ewî jî got: «Ew pʼêxember e».

18 Lê cihûya bawer nedikir ku ew kor bûye û çʼeʼvêd wî vebûne, hʼeta gazî dê û bavê wî nekirin

19 û ji dê û bavê wî nepirsîn: «Ev e ew kurʼê weyî ku hûn dibêjin, ji zikmakîyêda kor e? Eva çawa niha dibîne?»

20 Dê û bavê wî li wan vegerʼandin û gotin: «Em zanin ku eva kurʼê me ye û ji zikmakîyêda kor e.

21 Lê niha ew çawa dibîne, em nizanin, yan kʼê çʼeʼvêd wî vekirine, em wê jî nizanin. Ew îdî mezin e, ji wî bipirsin, bira ew caba xwe bide».

22 Dê û bavê wî ji tirsa cihûya aha gotin, çimkî cihûya pêşda ya xwe kiribûne yek: «Heger kʼî bêje Îsa Mesîh e, ewê ji kʼinîştê bê derxistinê».

23 Lema dê û bavê wî gotin: «Ew îdî mezin e, ji wî bipirsin».

24 Awa cara duda wana gazî wî merivê ku kor bû kirin û gotinê: «Ber Xwedê rʼast bêje! Em zanin ku Ew Meriva gunekʼar e».

25 Ewî li wan vegerʼand û got: «Ez nizanim Ew gunekʼar e, yan na, lê ez tʼenê tiştekî zanim ku ez kor bûm û niha dibînim».

26 Dîsa ji wî pirsîn: «Ewî çi te kir? Çʼeʼvêd te çawa vekirin?»

27 Ewî li wan vegerʼand û got: «Min hêja werʼa got, lê we guhdarî nekir. Çima hûn dixwazin dîsa bibihên? Dibe ku hûn jî dixwazin bibine şagirtêd Wî?»

28 Wana ew bêhurmet kir û gotin: «Tu yî şagirtê Wî, lê em şagirtêd Mûsa ne!

29 Em zanin ku Xwedê tʼevî Mûsa xeber daye, lê bona Vî em nizanin ku Ew ji kʼu ye!»

30 Evî merivî li wan vegerʼand û got: «Hema ev e eʼcêba giran, ku hûn nizanin Ew ji kʼu ye, lê Wî çʼeʼvêd min vekirin.

31 Em zanin ku Xwedê dengê gunekʼara nabihê. Lê heger merivek xwedênas e û xwestina Wî dike, Xwedê dengê wî dibihê.

32 Hê berêda tʼu cara qet nehatîye bihîstinê, ku yekî çʼeʼvêd merivekî zikmakîyêda kor vekiribin.

33 Heger Eva Meriva ji Xwedêda nîbûya Wî nikaribû tʼu tişt bikira».

34 Caba wî dan û gotin: «Tu serda-pêda nav gunada dinê kʼetî yî û me hîn dikî?» Û ew ji kʼinîştê derxistine der.


Korbûna rʼuhʼanî

35 Gava Îsa bihîst ku ew derxistine der, ew dît û jêrʼa got: «Tu bawerîya xwe Kurʼê Mêriv tînî?»

36 Ewî pirsî û gotê: «Ez xulam, Ew Kʼî ye, wekî ez bawerîya xwe Wî bînim?»

37 Îsa jêrʼa got: «Te Ew dît û Ew e Yê ku niha tʼevî te xeber dide».

38 Ewî got: «Xudan, ez bawer dikim!» û ber Wî ta bû.

39 Îsa got: «Ez bona dîwankirinê hatime vê dinyayê, wekî yêd ku nabînin bibînin û yêd ku dibînin kor bin».

40 Hineke ji fêrisîya li wir hazir bûn, gava ev yek bihîstin, jêrʼa gotin: «Çima em jî kor in?»

41 Îsa gote wan: «Heger hûn kor bûna, gunêd weyê tʼunebûna. Lê niha hûn ku dibêjin: ‹Em dibînin›, didine kʼifşê ku hûn nava gunêd xweda dimînin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan