Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yûhenna 8 - Peymana Nû (Încîl)

1 lê Îsa çû çʼîyayê Zeytʼûnê.

2 Serê sibehê zû Ew dîsa vegerʼîya pʼaristgehê, tʼemamîya cimeʼtê hate cem Wî. Ew rʼûnişt û destpêkir ew hîn kirin.

3 Qanûnzan û fêrisîya jineke ku zinêkʼarîyêda hatibû girtinê anîn û li ber hʼemûya dane sekinandinê.

4 Wana jêrʼa got: «Dersdar, eva jina zinêkʼarîyêda hate girtinê.

5 Qanûnêda Mûsa tʼemî daye me, ku em yêd aha bidine ber kevira. Awa Tu çi dibêjî?»

6 Bi vê gotinê Ew dicêrʼibandin, wekî nigê wan cî bigire, Wî neheq derxin. Lê Îsa Xwe qûz kir û bi tʼilîya Xwe li ser eʼrdê nivîsî.

7 Lê gava wan serhev-serhev dipirsîn, Ewî serê Xwe bilind kir û wanrʼa got: «Nava weda kʼî bêgune ye, bira kevirê pêşin ew bavêje wê».

8 Û dîsa Wî Xwe qûz kir û bi tʼilîya Xwe ser eʼrdê nivîsî.

9 Wana ku ev yek bihîst, ji mezina girtî yek-yek derkʼetin. Îsa tʼenê ma û kʼulfet jî li wir sekinî mabû.

10 Îsa serê Xwe bilind kir û wêrʼa got: «Eʼvdê, kʼanê ne? Kesekî tu neheq nekirî?»

11 Ewê gote Wî: «Tʼu kes nema, ez xulam!» Û Îsa gotê: «Ez jî te neheq nakim. Herʼe û îdî ji vir şûnda guna neke».


Rʼonaya dinyayê

12 Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».

13 Fêrisîya lê vegerʼand û gotinê: «Tu şeʼdetîyê bona Xwe didî, şeʼdetîya Te ne rʼast e».

14 Îsa caba wana da û got: «Heger Ez Xwexa bona Xwe şeʼdetîyê didim, şeʼdetîya Min rʼast e, çimkî Ez zanim Ez ji kʼu hatime û kʼuda diçim. Lê hûn nizanin ku Ez ji kʼu têm, yan kʼuda diçim.

15 Hûn li anegorî dîtina çʼeʼva dîwanê dikin, lê Ez dîwana tʼu kesî nakim.

16 Lê heger Ez dîwanê bikim jî, dîwankirina Min rʼast e, çimkî Ez ne tʼenê me, Ez û Bav em hevrʼa ne, yê ku Ez şandime.

17 Qanûna weda jî nivîsar e, ku şeʼdetîya du meriva rʼast e.

18 Ez bona Xwe şeʼdetîyê didim û Bavê ku Ez şandime jî bona Min şeʼdetîyê dide».

19 Hingê wan jê pirsî: «Kʼanê ye Bavê Te?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn ne Min nas dikin, ne jî Bavê Min. Heger we Ez nas bikirama, weyê Bavê Min jî nas bikira».

20 Îsa ev xeber pʼaristgehêda wextê hînkirina Xwe gotin, li wê oda ku dîyarî têda dihate tʼopkirinê, lê kesî Ew negirt, çimkî hê wextê Wî nehatibû.


Îsa ne ji vê dinê ye

21 Wî dîsa wanrʼa got: «Ez diçim, hûnê li Min bigerʼin û hûnê nav gunêd xweda bimirin. Hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ezê herʼimê».

22 Ser vê yekê cihûya got: «Dibe ku evê Xwe bikuje ku dibêje: ‹Hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ezê herʼimê›?»

23 Îsa wanrʼa got: «Hûn ji jêrê ne, Ez ji jorê me, hûn ji vê dinyayê ne, lê Ez ne ji vê dinyayê me.

24 Bona vê yekê Min werʼa got, ku hûnê nav gunêd xweda bimirin. Heger hûn bawer nekin ku EZ EW IM, hûnê nav gunêd xweda bimirin».

25 Hingê jê pirsîn: «Tu kʼî yî?» Îsa wanrʼa got: «Ez Ew im, Yê ku serê sêrîda werʼa dibêjim.

26 Gelek tişt hene, ku Ez derheqa weda bêjim û dîwana we bikim. Lê Yê ku Ez şandime ser rʼastîyê ye û çi ku Min ji Wî bihîstîye, Ez dinyayêrʼa wê dibêjim».

27 Wana xeberdana Wî feʼm nekir, ku Wî anî ser Bavê.

28 Hingê Îsa wanrʼa got: «Kʼengê hûn Kurʼê Mêriv bilind kin, hûnê hingê bizanibin ku EZ EW IM û Min qet tʼu tişt xweserîxwe nekirîye, lê Bavê çawa Ez hîn kirime, Ez usa xeber didim.

29 Û Yê ku Ez şandime tʼevî Min e û Wî Ez tʼenê nehiştime, çimkî Ez her gav kirinêd ku Wî xweş tên, dikim».

30 Gava Îsa aha xeber da, gelek meriva bawerîya xwe Wî anî.


Rʼastîyê we aza ke

31 Hingê Îsa gote wan cihûya, yêd ku bawerîya xwe Wî anîn: «Heger hûn ser hînkirina Min bimînin, hûnê rʼast şagirtêd Min bin.

32 Hûnê rʼastîyê nas kin û rʼastîyê we aza ke».

33 Wana lê vegerʼand û gotinê: «Em ji zurʼeta Birahîm in û tʼu car me xulamtî kesîrʼa nekirîye. Tu çawa dibêjî: ‹Hûnê aza bin›?»

34 Îsa li wan vegerʼand û got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, her kesê ku guna dike, ew xulamê guna ye.

35 Xulam hʼeta-hʼetayê malêda namîne, lê kurʼ hʼeta-hʼetayê dimîne.

36 Awa heger Kurʼê Xwedê we aza ke, hûnê rʼastî aza bin.

37 Ez zanim ku hûn ji zurʼeta Birahîm in, lê hûn dikin ku Min bikujin, çimkî xeberêd Min dilê weda cî nabin.

38 Min çi ku cem Bavê Xwe dîtîye, Ez wê dibêjim, we jî çi ku cem bavê xwe bihîstine wê yekê dikin».


Zarʼêd mîrêcin

39 Wana lê vegerʼand û gotinê: «Bavê me Birahîm e». Îsa wanrʼa got: «Heger hûn zarʼêd Birahîm bûna, weyê kirêd Birahîm bikirana.

40 Lê niha hûn dikin ku Min bikujin, yekî usa ku rʼastî ji Xwedê bihîstîye, werʼa dibêje. Birahîm tiştekî aha nekir.

41 Hûn kirêd bavê xwe dikin». Hingê Wîrʼa gotin: «Em rʼîya zinêkʼarîyêda dinê nekʼetine! Bavekî me heye, Ew jî Xwedê ye».

42 Îsa wanrʼa got: «Heger Xwedê Bavê we bûya, weyê Ez hʼiz bikirama, çimkî Ez ji cem Xwedê rʼabûm hatime vir. Ez ne ku xweserîxwe hatime, lê Ewî Ez şandime.

43 Çima hûn tiştêd ku Ez dibêjim feʼm nakin? Çimkî hûn nikarin gotinêd Min bibin.

44 Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.

45 Lê çimkî Ez rʼastîyê dibêjim, hûn Min bawer nakin.

46 Ji we kʼî dikare îzbat ke, ku gunê Min heye? Awa heger rʼastîyê dibêjim, çima hûn Min bawer nakin?

47 Ewê ku ji Xwedê ye, gotinêd Xwedê dibihê. Bona wê yekê hûn gotinêd Xwedê nabihên, çimkî hûn ne ji Xwedê ne».


Îsa û Birahîm

48 Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Çima em rʼast nabêjin, ku Tu samerî yî û cina dikʼevî?»

49 Îsa wanrʼa got: «Ez cina nakʼevim. Ez qedirê Bavê Xwe digirim, lê hûn Min bêhurmet dikin.

50 Ez rʼûmeta navê Xwe nagerʼim, lê yek heye ku lê digerʼe û serda dinihêrʼe.

51 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger yek gotina Min xwey ke, ew tʼu car mirinê nabîne».

52 Hingê cihûya jêrʼa got: «Îdî em zanin ku Tu cina dikʼevî! Birahîm jî mir, pʼêxember jî mirin û niha Tu dibêjî: ‹Heger yek gotina Min xwey ke, tʼu car namire›.

53 Çima Tu ji bavê me Birahîm çêtir î? Ew mir, pʼêxember jî mirin. Tu Xwe dewsa kʼê datînî?»

54 Îsa cab da: «Heger Ez xwexa rʼûmeta navê Xwe bilind kim, rʼûmeta navê Min ne tiştek e. Ew, Bavê Min e, Yê ku rʼûmeta navê Min bilind dike, kʼîjanîrʼa hûn dibêjin: ‹Xwedêyê me ye›.

55 Hûn Wî qet nas nakin, lê Ez Wî nas dikim. Heger Ez bêjim, Ez Wî nas nakim, Ezê jî mîna we derew derêm, lê Ez Wî nas dikim û gotina Wî xwey dikim.

56 Bavê we Birahîm hʼeyra wê rʼoja Minda bû, wî dît û şa bû».

57 Bona vê yekê cihûya jêrʼa got: «Tu hê pêncî salî tʼune yî! Te Birahîm jî dîtîye?»

58 Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hê berî Birahîm EZ HEME».

59 Hingê wan kevir hildan ku bavêjine Wî, lê Îsa Xwe ji wan vedizî û ji pʼaristgehê derkʼete derva çû.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan