Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yûhenna 7 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa û birêd Xweva

1 Pey vê yekêrʼa Îsa Celîlêda digerʼîya. Wî nedixwest ku Cihûstanêda bigerʼîya, çimkî cihû pey kʼetibûn ku bikuştana.

2 Gava Cejina cihûyaye Hʼolikçêkirinê nêzîk bû,

3 birêd Wî jêrʼa gotin: «Ji vir rʼabe herʼe Cihûstanê, wekî şagirtêd Te ew kirêd ku Tu dikî bibînin.

4 Çimkî merivê ku dixwaze aşkere xwe bide naskirinê, kirinêd xwe venaşêre. Heger Tu xweyê van kira yî, xwe dinyayêva eʼyan ke».

5 Birêd Wî jî bawerîya xwe jê nedanîn.

6 Îsa wanrʼa got: «Wextê Min hê nehatîye, lê her tʼim wext destê weda ye.

7 Dinya nikare bijene we, lê dijene Min, çimkî Ez şeʼdetîyê didim, ku kirêd wê xirab in.

8 Hûn xwexa hevraz herʼine vê cejinê, lê Ez hela hê nayêmê, çimkî wextê Min hê tʼam nehatîye».

9 Ew yek wanrʼa got û li Celîlê ma.


Îsa tʼevî cejinê dibe

10 Lê çaxê birêd Wî hevraz çûne cejinê, Ew jî rʼabû çû wir, ne ku aşkere, lê bi dizîva.

11 Wî çaxî cihû cejinêda lê digerʼîyan û digotin: «Ew kʼanê ye?»

12 Nav eʼlaletêda bona Wî gelek xeberdan diçû. Hineka digot: «Ew merivekî qenc e», hineka jî digot: «Na, Ew cimeʼtê ji rʼê derdixe».

13 Lê ji tirsa cihûya, kesî newêribû aşkere bona Wî tiştek bigota.

14 Lê nîvê cejinêda Îsa hevraz çû kʼete pʼaristgehê û dest bi hînkirinê kir.

15 Cihû eʼcêbmayî diman û digotin: «Evî nexwendîye, ew çawa haqas nivîsar zane?»

16 Îsa li wan vegerʼand û got: «Hînkirina Min ne ji Min e, lê ji Wî ye, Yê ku Ez şandime.

17 Heger merivek bixwaze eʼmirê Wî biqedîne, wê hingê bizanibe ev hînkirina Min gelo ji Xwedê ye, yan Ez xweserîxwe xeber didim.

18 Yê ku xweserîxwe xeber dide, ew li navê xwe digerʼe, lê Ewê ku li navê Yê ku Ew şandîye digerʼe, Ew yekî rʼast e û li cem Wî qelpî tʼune.

19 Ne Mûsa Qanûn da we? Û ji we tʼu kes jî Qanûnê naqedîne. Hûn çima dixwazin Min bikujin?»

20 Cimeʼtê lê vegerʼand û gotê: «Tu cinakʼetî yî! Kʼî dixwaze Te bikuje?»

21 Îsa li wan vegerʼand û got: «Min kʼeremetek kir, hûn hʼemû jî eʼcêbmayî mane.

22 Mûsa sinetkirin da we, (ew jî ne ku ji Mûsa hat, lê ji kal û bava) û hûn rʼoja şemîyê mêriv sinet dikin.

23 Heger hûn rʼoja şemîyê zarʼa sinet dikin wekî Qanûna Mûsa netʼerʼibe, îdî çima hûn hêrsa xwe li ser Min rʼadikin, wekî Min rʼoja şemîyêda merivek serda-pêda qenc kir?

24 Li anegorî dîtina çʼeʼvêd xwe dîwanê nekin, lê li anegorî rʼastîyê dîwanê bikin».


Şika ser Îsa

25 Hingê hineke ji Orşelîmê gotin: «Eva ne ew e, yê ku dixwestin bikuştana?

26 Û va ye Ew aşkere xeber dide û tʼu kes jî jêrʼa tiştekî nabêje. Dibe ku serwêr pê hʼesîyane, ku Eva Mesîh e?

27 Lê rʼast em zanin ku eva ji kʼu ye. Lê gava ku Mesîh bê, kesê nizanibe ku ew ji kʼu ye».

28 Hingê Îsa pʼaristgehêda wextê hînkirinê dengê Xwe bilind kir û got: «Hûn Min nas dikin û zanin ku Ez ji kʼu me? Ez xweserîxwe nehatime. Lê Yê ku Ez şandime, Ew ser rʼastîyê ye, hûn Wî nas nakin.

29 Ez Wî nas dikim, çimkî Ez ji Wî me û Ewî Ez şandime».

30 Hingê kirin ku Wî bigirin, lê kesekî nikaribû Ew bigirta, çimkî hê wextê Wî nehatibû.

31 Lê ji eʼlaletê geleka bawerîya xwe Wî anî û gotin: «Gava ku Mesîh bê, Ewê ji kirinêd vî zêdetir nîşana bike?»


Bona girtina Îsa nobedar têne şandinê

32 Fêrisîya ew gote-gota derheqa Wîda ji nava cimeʼtê bihîst û serekêd kʼahîna nobedar şandin, wekî Wî bigirin.

33 Îsa got: «Ezê hinek wext jî tʼevî we bimînim, paşê Ezê herʼime cem Wî, Yê ku Ez şandime.

34 Hûnê li Min bigerʼin, lê Min nabînin. Cîyê ku Ezê lê bimînim, hûn nikarin bên».

35 Hingê cihûya hevdurʼa gotin: «Ev merivê kʼuda herʼe, ku emê Wî nebînin? Qey nêta Wî heye herʼe cem cimeʼta meye ku li nav yûnanada bela bûye û yûnana hîn ke?

36 Ev çi xeberdan e ew dike: ‹Hûnê li Min bigerʼin û Min nebînin, cîyê ku Ezê lê bimînim, hûnê nikaribin bên›?»


Çʼemêd ava jîyînê

37 Rʼoja xilazîyê, rʼoja cejinêye here eʼzîz, Îsa sekinî û bi dengekî bilind got: «Heger yek tʼî ye, bira bê cem Min û vexwe.

38 Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, çawa ku nivîsar dibêje: ‹Wê ji nav-dilê wî çʼemêd ava jîyînê bikʼişin›».

39 Îsa ev gotin bona wî Rʼuhʼê Pîroz got, kʼîjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. Rʼuhʼê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû rʼûmetkirinê.


Dutîretîya nav eʼlaletê

40 Gava wana ev gotin bihîst, hinekêd ji eʼlaletê gotin: «Rʼastî jî eva ew pʼêxember e».

41 Hineka jî got: «Eva Mesîh e», lê hinekêd din jî gotin: «Çima Mesîhê ji Celîlê bê?

42 Ne nivîsar dibêje, ku Mesîhê ji zurʼeta Dawid û ji gundê Dawid wê bê, awa gotî ji Beytlehʼmê?»

43 Bi vî awayî nav eʼlaletêda, li ser Wî dutîretî pêşda hat.

44 Hinekêd ji wan xwestin Ew bigirtana, lê tʼu kesî dest neda Wî.


Nebawerîya serwêrêd cihûya

45 Hingê nobedar vegerʼîyane cem fêrisî û serekêd kʼahîna. Wana ji nobedara pirsî: «We çima Ew neanî?»

46 Nobedara li wan vegerʼand û gotin: «Tʼu kesî tʼu cara mîna wî merivî xeber nedaye!»

47 Hingê fêrisîya li wan vegerʼand û gotin: «Îdî ewî hûn jî ji rʼê derxistine?

48 Tʼu ji serwêr û fêrisîya kesekî bawerîya xwe jê anîye,

49 pêştirî vê cimeʼta meʼrim, ku Qanûnê nizane û nifirʼ lê ye?»

50 Nîkodêmo, yê ku berê çûbû cem Îsa û ji fêrisîya bû, wanrʼa got:

51 «Gelo Qanûna me dîwana mêriv dike, hʼeta ku guhdarîya wî neke û nizanibe ku ew çi dike?»

52 Li wî vegerʼandin û gotin: «Dibe ku tu jî ji Celîlê yî? Kʼûr eʼnene ke, tê bibînî ku ji Celîlê tʼu pʼêxember dernakʼevin».


Jina gunekʼar tê baxşandinê

53 Û her kes çû mala xwe,

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan