Yûhenna 6 - Peymana Nû (Încîl)Îsa pênc hʼezara tʼêr dike ( Metta 14:13-21 ; Marqos 6:30-44 ; Lûqa 9:10-17 ) 1 Pey vê yekêrʼa Îsa derbazî wî berî gola Celîlê bû, ku jêrʼa Teberîya dibêjin. 2 Eʼlaleteke giran pey Wî diçû, çimkî wan ew nîşanêd kʼeremet dîtibûn, yêd ku Wî li ser nexweşa kiribûn. 3 Îsa rʼabû serê çʼîyê û li wê derê tʼevî şagirtêd Xwe rʼûnişt. 4 Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû. 5 Gava Îsa li dora Xwe nihêrʼî, dît ku eʼlaleteke giran berbi Wî tê, gote Fîlîpo: «Emê nên ji kʼu derê bikʼirʼin, wekî ev merivana bixwin?» 6 Ewî ev yek got, ku wî bicêrʼibîne, çimkî Xwexa zanibû ku wê çi bikira. 7 Fîlîpo lê vegerʼand û gotê: «Bahê dusid zîvî nan jî tʼêra van nake, hema wekî her yekîrʼa peʼrîk jî bikʼeve!» 8 Ji şagirta yekî, Endrawisê birê Şimhʼûn-Petrûs gote Wî: 9 «Vir xortek heye, ku pênc nanêd ceh û du meʼsîyêd wî hene. Lê bona haqas meriva ev çi ye?» 10 Îsa got: «Meriva li eʼrdê bidine rʼûniştandinê». Şînayîya wir gelek bû, ew mêrêd ku rʼûniştin, weke pênc hʼezara bûn. 11 Hingê Îsa ew nan hildan şikirî da û belayî rʼûniştîya kir. Bi vî awayî jî meʼsî bela kirin, çiqas ku xwestin. 12 Û gava tʼêr xwarin, Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Wan hûrikêd bermayî bidine hev, wekî tiştek pʼûçʼ nebe». 13 Şagirta jî ji ber ewêd ku pênc nanêd ceh xwaribûn, donzdeh sele ji hûrikêd bermayî tʼijî berev kirin. 14 Gava van meriva dît ku Îsa ev nîşan kir, gotin: «Rʼast Ev e ew pʼêxemberê ku wê bihata dinyayê!» 15 Hingê Îsa pê hʼesîya ku ewê bên û Wî bi zorê bibin bikine pʼadşa, dîsa Ew tʼenê hilkʼişîya çʼîyê. Îsa pʼîya li ser avêrʼa diçe ( Metta 14:22-27 ; Marqos 6:45-52 ) 16 Gava rʼo çû ava, şagirtêd Wî berjêrî devê golê bûn. 17 Ew kʼetine qeyikekê û rʼê kʼetin, wekî derbazî Kefernahûmê, wî berî golê bin. Îdî teʼrî kʼetibû eʼrdê, lê Îsa hê Xwe wanrʼa negîhandibû. 18 Firtoneke qayîm rʼabû, golê da ber pêla. 19 Gava wan bêr kʼişandin qasî pênc-şeş kîlomêtira pêşda çûn, wan dît ku Îsa peya ser golêrʼa tê nêzîkî qeyikê dibe. Rʼisasê ew girtin, 20 lê Îsa wanrʼa got: «Netirsin, Ez im!» 21 Hingê wan xwest ku Ew hildana qeyikê. Qeyik pêrʼa-pêrʼa gihîşte wî alîyê ku wan dixwest biçûnayê. Meriv li Îsa digerʼin 22 Rʼoja dinê ew eʼlaleta ku li wî berî golê mabû, zanibû ku li wir alîyê wan tʼenê qeyikek hebû, ew jî şagirtêd Wî tʼenê kʼetibûnê derbaz bibûn, lê Îsa nekʼetibû wê qeyikê. 23 Ji alîyê Teberîyayê hinek qeyikêd din hatin nêzîkî wî cîyî bûn, kʼîderê pey şikirdayîna Xudanrʼa nan xwaribûn. 24 Gava meriva dît ku ne Îsa li wir e û ne jî şagirtêd Wî, hingê ew xwexa jî kʼetine qeyika û çûne Kefernahûmê, wekî li Îsa bigerʼin. Îsa ye nanê jîyîna hʼeta-hʼetayê 25 Gava wan Îsa li wî berî golê dît, jêrʼa gotin: «Dersdar, Tu kʼengê hatî vê derê?» 26 Îsa li wan vegerʼand û got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûn li Min digerʼin, ne ku bona wê yekê, ku we nîşan dîtine, lê bona wê yekê, ku we ji wî nanî xwar û tʼêr bûn. 27 Bona xwarina pʼûçʼ nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jîyîna hʼeta-hʼetayêda dimîne, kʼîjanê Kurʼê Mêriv wê bide we, çimkî Bav Xwedê mora Xwe li Wî xistîye». 28 Û wan jê pirsî: «Gerekê em çi bikin, wekî wan şixulêd Xwedê bînine sêrî?» 29 Îsa li wan vegerʼand û got: «Şixulê Xwedê ev e, ku hûn bawerîya xwe Wî bînin, Yê ku Ewî şandîye». 30 Wana ser vê yekê jêrʼa got: «Ku usa ye Tê çi nîşanê bikî, wekî em bibînin û Te bawer bikin? Tê çi şixulî bikî? 31 Kal û bavêd me berʼîyêda mana xwarin, çawa ku hatîye nivîsarê: ‹Wî ji eʼzmên bona xwarina wan nan da›». 32 Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ew ne ku Mûsa bû ku ji eʼzmên nan da we, lê Bavê Min bû. Belê Ew Bavê Min e, ku wî nanê rʼast ji eʼzmên dide we! 33 Çimkî ew nanê Xwedê dide ew e, ku ji eʼzmên tê xwarê û jîyînê dide dinyayê». 34 Wan lê vegerʼand û gotinê: «Em xulam, de her gav vî nanî bide me». 35 Îsa wanrʼa got: «Ez im nanê jîyînê. Her kesê ku bê cem Min, ew qet birʼçî nabe û her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, tʼu car tʼî nabe. 36 Lê çawa ku Min werʼa got, we Ez dîtim jî, lê hûn hê bawer nakin. 37 Ew hʼemûyêd ku Bav dide Min, wê bêne cem Min û her kesê ku bê cem Min, Ez tʼu car berî wî nadim. 38 Çimkî Ez ji eʼzmên hatime xwarê, ne ku xwestina Xwe bikim, lê xwestina Wî, Yê ku Ez şandime. 39 Xwestina Yê ku Ez şandime ev e, wekî Ez ji hʼemûyêd ku Wî dane Min tʼu kesî unda nekim, lê Rʼoja Axretêda ji mirinê rʼakim. 40 Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kurʼ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Û Rʼoja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê rʼakim». 41 Cihûya hindava Wîda bîna xwe teng kir, çimkî Wî got: «Nanê ku ji eʼzmên hate xwarê Ez im». 42 Û digotin: «Ne eva Îsayê kurʼê Ûsiv e, ku em dê û bavê Wî nas dikin? Îdî eva çawa dibêje: ‹Ez ji eʼzmên hatime xwarê›?» 43 Îsa cab da û wanrʼa got: «Nav hevda nekine pʼiste-pʼist. 44 Tʼu kes nikare bê cem Min, hʼeta Bavê ku Ez şandime, wî berbi Min nekʼişîne. Û Rʼoja Axretê Ezê wî ji mirinê rʼakim. 45 Li alîyê nivîsarêd pʼêxemberada hatîye nivîsarê: ‹Hʼemûyê ji alîyê Xwedêda bêne hînkirinê›. Her kesê ku ji Bav bibihê û hîn be wê bê cem Min. 46 Bi vê yekê Ez nabêjim, ku kesekî Bav dîtîye. Ewê ku ji Xwedê ye, tʼenê Ewî Bav dîtîye. 47 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawer dike jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. 48 Ez im nanê jîyînê. 49 Kal û bavêd we berʼîyêda mana xwarin û mirin. 50 Lê ev e ew nanê ku ji eʼzmên hatîye xwarê, wekî her kesê ku jê bixwe nemire. 51 Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e». 52 Li ser vê yekê cihû hevrʼa kʼetine deʼwê û gotin: «Eva çawa dikare bedena Xwe bide me ku em bixwin?» 53 Hingê Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hʼeta ku hûn bedena Kurʼê Mêriv nexwin û xûna Wî venexwin, jîyînê nava weda tʼunebe. 54 Yê ku bedena Min bixwe û xûna Min vexwe, wê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe û Ezê wî Rʼoja Axretê ji mirinê rʼakim. 55 Çimkî bedena Min xwarina rʼast e û Xûna Min jî vexwarina rʼast e. 56 Ewê ku bedena Min dixwe û xûna Min vedixwe, ew nava Minda dimîne, Ez jî nava wîda. 57 Çawa Bav, kanîya jîyînê Ez şandim û bi destê Bavê Ez sax im, bi vî awayî jî yê ku Min bixwe, wê bi destê Min sax bimîne. 58 Ev e Ew nanê ku ji eʼzmên hatîye xwarê. Ev ne mîna wî manayî ye, ku kal û bavêd we xwarin, lê mirin. Ewê ku Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî». 59 Îsa ev xeber kʼinîştêda gotin, gava Wî Kefernahûmêda hîn dikir. Xeberêd jîyîna hʼeta-hʼetayê 60 Ji şagirtêd Wî geleka gava ev xeber bihîstin, gotin: «Ev çi xeberne giran in! Kʼî dikare guhdarîya gotinêd Wî bike?» 61 Lê Îsava eʼyan bû ku şagirt li ser vê yekê nava hevda dikine pʼiste-pʼist, wanrʼa got: «Ev yek we pʼişk dike? 62 Lê hingê hûnê çi bêjin, heger bibînin Kurʼê Mêriv rʼadibe wî cîyê ku berê lê bû? 63 Rʼuhʼ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min werʼa gotin, Rʼuhʼ û jîyîn in. 64 Lê nava weda hinek hene bawer nakin». Îsa hê serê sêrîda zanibû ku kʼî bawer nake û kʼî ye ewî ku wê nemamîya Wî bike. 65 Û Wî got: «Bona vê yekê Min werʼa got: Kesek nikare bê cem Min hʼeta ku ew ji alîyê Bavêda jêrʼa nehatibe dayînê». 66 Bona vê yekê ji şagirtêd Wî gelek paşda çûn û îdî tʼevî Wî nedigerʼîyan. 67 Hingê Îsa ji her donzdeha pirsî: «Dibe ku hûn jî dixwazin herʼin?» 68 Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Xudan, emê herʼine cem kʼê? Gotinêd jîyîna hʼeta-hʼetayê cem Te ne. 69 Û me bawer kirîye û em zanin ku Tu yî Pîrozê Xwedê». 70 Îsa li wan vegerʼand û got: «Çima Min hûn her donzdeh nebijartin? Lê belê yek ji we cin e». 71 Wî ev yek bona Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî digot, çimkî rʼast e ew yek ji her donzdeha bû, lê dîsa wê nemamîya Îsa bikira. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia