Yûhenna 5 - Peymana Nû (Încîl)Nexweşê sî û hʼeyşt sala qenc dibe 1 Pey vê yekêrʼa cejineke cihûya hat û Îsa hevraz çû Orşelîmê. 2 Li Orşelîmê, li ber dergehê Pêz hʼewzek hebû, ku bi îbranî jêrʼa dibêjin Beytzatʼa, pênc hêwangehêd wê hebûn. 3 Wan hêwangehada gelek nexweş pʼaldayî bûn: Yêd kor, şilûşeʼt û kʼût. 4 Evana hîvîya lihevkʼetina avê bûn, çimkî car-cara milyakʼetekî Xudan dikʼete avê û li hev dixist. Û pey lihevkʼetina avêrʼa, kʼê berî hʼemûya bikʼeta avê, ew ji nexweşîya xwe qenc dibû. 5 Merivek li wê derê hebû, ku nexweşê sî hʼeyşt sala bû. 6 Îsa gava ew li wir pʼaldayî dît û zanibû jî ku ew zûva nexweş e, wîrʼa got: «Tu dixwazî qenc bî?» 7 Yê nexweş lê vegerʼand û gotê: «Ez xulam, kesekî min tʼune, wekî gava av li hev dikʼeve, min bavêje hʼewz. Hʼeta ez hʼizî didime xwe xwe bavêjimê, yekî din berî min xwe davêjê». 8 Îsa jêrʼa got: «Rʼabe berʼa xwe hilde û bigerʼe». 9 Pêrʼa-pêrʼa ew meriv qenc bû, berʼa xwe hilda û gerʼîya. Ew rʼoja şemîyê bû. 10 Hingê cihûya wî merivê qencbûyîrʼa got: «Îro şemî ye! Qanûn îzinê nade ku tu berʼa xwe hildî». 11 Ewî li wan vegerʼand û got: «Kʼê ez qenc kirim Ewî minrʼa got: ‹Berʼa xwe hilde û bigerʼe›». 12 Wana jê pirsî: «Ew kʼî bû ku terʼa got: ‹Berʼa xwe hilde û bigerʼe?›» 13 Lê yê qencbûyî nizanibû Ew kʼî bû, çimkî Îsa Xwe nava eʼlaleta wirda betavekir. 14 Pey vê yekêrʼa Îsa ew pʼaristgehêda dît û jêrʼa got: «Binihêrʼe, tu qenc bûyî! Îdî guna neke, wekî tiştekî hê xirab neyê serê te». 15 Wî merivî çû cihûyarʼa gilî kir, Yê ku ew qenc kirîye Îsa ye. 16 Bona vê yekê îdî cihû pey Îsa kʼetin, çimkî Wî ev yekana rʼoja şemîyêda dikirin. 17 Hingê Îsa li wan vegerʼand û got: «Bavê Min hʼeta niha şixulê Xwe dike, Ez jî dikim». 18 Bona vê yekê cihûya hê dikir ku Wî bikujin, çimkî Wî ne tʼenê rʼoja şemîyê tʼerʼibandibû, lê Xwedê kiribû Bavê Xwe û Xwe himberî Xwedê kiribû. Xwedê hʼukum daye Kurʼ 19 Lema Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku Kurʼ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tʼenê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kurʼ jî usa dike. 20 Çimkî Bav Kurʼ hʼiz dike û her tiştêd ku Xwexa dike nîşanî Wî dike. Ewê hê tiştêd mezin nîşanî Wî bike û hûnê eʼcêbmayî bimînin. 21 Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan. 22 Serda jî Bav dîwana tʼu kesî nake, lê hʼemû hʼukumê dîwankirinê daye Kurʼ, 23 wekî hʼemû qedirê Kurʼ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kurʼ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane. 24 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye. 25 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, wext tê û pêrʼa gihîştîye jî, ku mirîyê dengê Kurʼê Xwedê bibihên û ewêd ku bibihên wê bijîn. 26 Çimkî çawa Bav kanîya jîyînê ye, usa jî kir wekî Kurʼ Xwexa kanîya jîyînê be. 27 Ewî hʼukumê dîwankirinê jî da Wî, çimkî Ew Kurʼê Mêriv e. 28 Li vê yekê eʼcêbmayî nemînin, çimkî wext nêzîk dibe, ku hʼemûyêd tʼirbada wê dengê Wî bibihên 29 û derkʼevin. Yêd ku qencî kirine wê bona jîyînê rʼabin, yêd ku xirabî kirine bona dîwanê. 30 Ez Xwexa nikarim tiştekî bikim. Çawa ku Ez dibihêm, usa jî dîwanê dikim. Dîwankirina Min rʼast e, çimkî Ez ne ku li xwestina Xwe digerʼim, lê xwestina Yê ku Ez şandime. Şeʼdetîya bona Îsa 31 Heger Ez bona Xwe şeʼdetîyê bidim, şeʼdetîya Min ne rʼast e. 32 Lê yekî din heye ku bona Min şeʼdetîyê dide û Ez zanim ew şeʼdetîya ku Ew bona Min dide rʼast e. 33 We meriv şandine cem Yûhʼenna û wî şeʼdetîya rʼastîyê da. 34 Lê Ez ne hʼewcê şeʼdetîya meriva me, Ez tʼenê van tişta dibêjim, wekî hûn xilaz bin. 35 Yûhʼenna çʼirak bû ku dişixulî û rʼonayî dida. We xwest ku hinek wext bi rʼonaya wî şa bin. 36 Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime. 37 Û Bav ku Ez şandime, Wî Xwexa bona Min şeʼdetî daye. We tʼu car ne dengê Wî bihîstîye, ne rʼûyê Wî dîtîye 38 û ne jî gotina Wî dilê weda dimîne, çimkî hûn Ewî ku Wî şandîye bawer nakin. 39 Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin. 40 Lê hûn naxwazin bêne cem Min, wekî jîyîna we hebe. 41 Ez ne hʼewcê şikirdayîna merivayê me, 42 lê Ez we nas dikim û zanim ku dilê weda hʼizkirina Xwedê tʼune. 43 Ez bi navê Bavê Xwe hatim û hûn Min qebûl nakin. Lê heger yekî din bi navê xwe bê, hûnê wî qebûl kin. 44 Hûnê çawa bikaribin Min bawer bikin, heger hûn nav hevda rʼûmeta navê xwe digerʼin, lê ew rʼûmeta ku ji Xwedêyê bêşirîkî-bêhevale nagerʼin? 45 Nefikirin ku Ezê we li ber Bavê neheq kim. Yek heye, ku we neheq dike, hema ew Mûsa ye ku we gumana xwe danîye ser wî. 46 Heger we Mûsa bawer bikira, weyê Ez jî bawer bikirama, çimkî ewî derheqa Minda nivîsîye. 47 Lê heger hûn nivîsarêd wî bawer nakin, hûnê çawa gotinêd Min bawer bikin?» |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia