Yûhenna 4 - Peymana Nû (Încîl)Ava jîyîna hʼeta-hʼetayê û hʼebandina bi rʼuhʼ û rʼastîyê 1 Fêrisîya bihîst ku Îsa ji Yûhʼenna zêdetir şagirta dicivîne û bi avê dinixumîne, 2 lê rʼast Îsa Xwexa nedinixumand, lê şagirtêd Wî dinixumandin. 3 Hingê Îsa ku vê yekê pê hʼesîya, Ewî Cihûstan hişt û dîsa çû Celîlê. 4 Usa qewimî ku gerekê Ew Sameryayêrʼa derbaz bibûya. 5 Ew hate bajarekî Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Ew der nêzîkî wî eʼrdî bû, ku Aqûb dabû kurʼê xwe Ûsiv. 6 Bîra Aqûb li wê derê bû. Îsa usa ji rʼêwîtîyê westîyayî, li kʼêleka bîrê rʼûnişt. Îdî rʼoj nîvro bû. 7 Kʼulfeteke samerî hat ku avê bikʼişîne. Îsa wêrʼa got: «Avekê bide Min, Ez vexwim». 8 Şagirtêd Wî jî çûbûne bajêr, ku xurek bikʼirʼin. 9 Wê kʼulfeta samerî jêrʼa got: «Tu cihû yî û ez jî kʼulfeteke samerî me. Tu çawa ji min avê dixwazî?» Çimkî tʼu heleqetîya cihûya tʼevî samerîya tʼunebû. 10 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger te dayîna Xwedê bizanibûya û bizanibî Kʼî ye ku terʼa dibêje: ‹Avekê bide Min Ez vexwim›, teyê ji Wî av bixwesta û Ewî wê ava jîyînê bida te». 11 Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez xulam, tiştekî Teyî ku Tu pê avê bikʼişînî tʼune û bîr jî kʼûr e! De îjar Tê ava jîyînê ji kʼu derê bînî? 12 Çima Tu ji bavê me Aqûb mestir î, yê ku eva bîra daye me û ji vê ewî, zarʼêd wî, pez û dewarêd wî jê vexwarine?» 13 Îsa caba wê da û gotê: «Her kesê ku ji vê avê vexwe, ewê dîsa tʼî be. 14 Lê ewê ku ji wê avê vexwe, ya ku Ez bidimê, ewê tʼu car tʼî nebe. Belê ew ava ku Ezê bidime wî, wê dilê wîda bibe kanîke avê, ku wê bona jîyîna hʼeta-hʼetayê bilq bide». 15 Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez xulam, de bide min wê avê, ku ez îdî tʼî nebim û neyêm ji vir avê nekʼişînim». 16 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Herʼe gazî mêrê xwe ke û were vira». 17 Kʼulfetê caba Wî da û got: «Mêrê min tʼune». Îsa jêrʼa got: «Te rʼast got: ‹Mêrê min tʼune›, 18 çimkî pênc mêrêd te hebûne û yê ku niha jî tu pêrʼa yî ne mêrê te ye. Te ev yeka rʼast got». 19 Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez xulam, ez dibînim Tu pʼêxember î. 20 Kal û bavêd me li serê vî çʼîyayî Xwedê hʼebandine, lê hûn dibêjin cîyê Xwedê hʼebandinê gerekê li Orşelîmê be». 21 Îsa jêrʼa got: «Eʼvdê, Min bawer bike, wextê bê, ku hûnê ne li vî çʼîyayî û ne jî li Orşelîmê Bavê bihʼebînin. 22 Hûn samerî Wî dihʼebînin, Kʼîjanî ku hûn nas nakin, lê em cihû Wî dihʼebînin, Kʼîjanî em nas dikin, çimkî xilazbûn ji cihûya tê. 23 Lê belê wextê bê, îdî pêrʼa gihîştîye jî, ku yêd rʼast dihʼebînin wê bi Rʼuhʼ û Rʼastîyê Bavê bihʼebînin, çimkî Bav yêd aha dihʼebînin digerʼe. 24 Xwedê Rʼuhʼ e û yêd ku Wî dihʼebînin jî gerekê bi Rʼuhʼ û Rʼastîyê Wî bihʼebînin». 25 Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez zanim ku Mesîhê bê», (awa gotî «Yê Kʼifşkirî»). «Gava Ew bê, Ewê derheqa her tiştîda merʼa gilî ke». 26 Îsa jêrʼa got: «EZ EW IM, ku tʼevî te xeber didim». 27 Ser xeberdana wanda şagirtêd Îsa hatin. Ew gelekî eʼcêbmayî man, ku Wî tʼevî kʼulfetê xeber dida, lê kesî negotê: «Tu çi dixwazî?» yan «bona çi tʼevî wê xeber didî?» 28 Hingê kʼulfetê cêrʼê xwe hişt, çû bajêr û cimeʼtêrʼa got: 29 «Werin Wî merivî bibînin, Yê ku hʼemû tiştêd ku min berê kiribûn minrʼa gotin. Gelo Ev e Mesîh?» 30 Ew ji bajêr derkʼetin û hatine cem Wî. 31 Wî wextîda şagirtêd Wî lava jê dikirin û digotinê: «Dersdar, tiştekî bixwe!» 32 Lê Ewî wanrʼa got: «Xurekê Minî xwarinê heye, hûn nizanin». 33 Şagirta ji hevdu pirsî: «Gelo kesekî jêrʼa xwarin anîye?» 34 Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî. 35 Çima hûn xwexa nabêjin: ‹Hʼeta nandirûnê hê çar meh hene›? Va ye Ez werʼa dibêjim, çʼeʼvêd xwe vekin û dîna xwe bidine zevîya, ew çawa zer bûne, dirûtinêrʼa hazir in! 36 Yê ku didirû heqê xwe distîne û bona jîyîna hʼeta-hʼetayê ber tʼop dike, wekî yê diçîne û yê didirû bi hevrʼa şa bin. 37 Vira ev gotin rʼast e, ku: ‹Yek diçîne û yekî din didirû›. 38 Min hûn şandin ku hûn wê bidirûn, ser kʼîjanê hûn nexebitîne, hinekêd din xebitîn û hûn li ser xebata wan rʼûniştin». Cimeʼta samerîyê bawerîya xwe Îsa tînin 39 Gelek samerîyêd ji wî bajarî bawerîya xwe li Wî anîn, bona gotina wê kʼulfetê ku digot: «Hʼemû tiştêd ku min kiribûn, Ewî minrʼa gotin». 40 Û gava samerî hatine cem Wî, lava jê kirin, ku Ew li cem wan bimîne. Ew jî du rʼoja li wê derê ma. 41 Geleka bona wê xeberdana Wî bawerîya xwe li Wî anîn 42 û wê kʼulfetêrʼa gotin: «Em îdî ne ku pê gotina te bawer dikin, lê me xwexa bihîst û em zanin ku ev e rʼast Xilazkirê dinyayê». Îsa kurʼê qulixkʼarekî qenc dike ( Metta 8:5-13 ; Lûqa 7:1-10 ) 43 Pey van her du rʼojarʼa Îsa ji wir rʼabû çû Celîlê. 44 Îsa xwexa şeʼdetî dabû, ku rʼûmeta pʼêxember cî-miskʼenê wîda tʼune. 45 Gava ku Ew hate Celîlê, celîlîya Ew qebûl kir, çimkî ewana xwexa jî bona Cejina Derbazbûnê çûbûne Orşelîmê û tiştêd ku Wî kiribûn dîtibûn. 46 Îsa dîsa çû Qanaya Celîlê, kʼîderê av kiribû şerav. Wê derê qulixkʼarekî qesirê hebû, ku kurʼê wî li Kefernahûmê nexweş bû. 47 Gava ewî bihîst ku Îsa ji Cihûstanê hatîye Celîlê, hate cem Wî û lava jê kir, ku herʼe Kefernahûmê kurʼê wîyî bertelef qenc ke. 48 Îsa wîrʼa got: «Hʼeta ku hûn nîşan û kʼeremeta nebînin, hûn tʼu car bawer nakin». 49 Qulixkʼarê qesirê jêrʼa got: «Ez xulam, were em herʼin, hela hê kurʼê min nemirîye». 50 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Herʼe, kurʼê te sax-silamet e». Wî merivî jî ew gotina Îsa bawer kir û çû. 51 Ew hê negihîştibûyê, xulamêd wî pêşîya wîda hatin û jêrʼa gotin: «Kurʼê te sax-silamet e». 52 Ewî ji xulamêd xwe pirsî: «Kʼîjan sihʼetêda ew berbi qencbûnê çû?» Wana gote wî: «Duhu pey nîvrorʼa sihʼeta yekê tʼayê jê berʼda». 53 Hingê bavê kurʼik tê derxist, ku ew wê sihʼetêda bû, gava Îsa jêrʼa got: «Kurʼê te sax-silamet e». Bi vî awayî wî û tʼemamîya neferêd mala wî bawer kirin. 54 Eva nîşana duda bû ku Îsa kir, gava Ew ji Cihûstanê hate Celîlê. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia