Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yûhenna 3 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa û Nîkodêmo

1 Ji fêrisîya merivek hebû, navê wî Nîkodêmo, ku serekekî cihûya bû.

2 Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».

3 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, heger merivek dîsa nû nebe, ew nikare Pʼadşatîya Xwedê bibîne».

4 Nîkodêmo jê pirsî: «Meriv ku îdî mezin bûye, ew çawa dikare dîsa nû bibe? Qet dibe ku ew careke din bikʼeve zikê dîya xwe û ji dîya xwe dîsa bibe?»

5 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, hʼeta ku meriv ji avê û Rʼuhʼ nebe, ew nikare bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê.

6 Yê ku ji bedenê dibe beden e, yê ku ji Rʼuhʼ dibe rʼuhʼ e.

7 Tu eʼcêbmayî nemîne ku Min terʼa got: Gerekê hûn dîsa nû bibin.

8 Ba li kʼu derê dixwaze rʼadibe. Tu dengê wî dibihêyî, lê nizanî ew ji kʼu tê û kʼuda diçe. Her kesê ku ji Rʼuhʼ* dibe jî usa ye».

9 Nîkodêmo jê pirsî: «Ew çawa dibe?»

10 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tu dersdarê Îsraêlê yî û hê van yeka nizanî?

11 Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, tiştê ku em zanin wê dibêjin, tiştê ku me dîtîye şeʼdetîya wê didin. Lê belê hûn şeʼdetîya me qebûl nakin.

12 Heger Ez derheqa tiştêd li vê dinêda werʼa dibêjim hûn bawer nakin, lê wekî derheqa tiştêd li eʼzmana bêjim, hûnê çawa bawer bikin?

13 Kesek hilnekʼişîyaye eʼzmên, pêştirî Ewî ku ji eʼzmên peya bû, Kurʼê Mêriv.

14 Çawa ku Mûsa berʼîyêda meʼr bilind kir, usa jî gerekê Kurʼê Mêriv bê bilindkirinê,

15 wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.

16 Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.

17 Çimkî Xwedê Kurʼê Xwe neşande dinyayê, ku dîwana dinê bike, lê wekî dinya pê Wî xilaz be.

18 Yê ku bawerîya xwe Wî bîne, dîwana wî nabe, lê ewê ku bawerayî xwe Wî nayne, îdî dîwana wî bûye jî, çimkî ewî bawerîya xwe navê Kurʼê Xwedêyî tayê tʼenê neanî.

19 Dîwan bi vî awayî dibe: Rʼonayî hate dinyayê, lê meriva teʼrîstanî ji rʼonayê zêdetir hʼiz kir, çimkî kirêd wan xirabî bûn.

20 Her kesê ku xirabîyê dike, rʼonayî ber çʼeʼva rʼeş e. Ew xwe li rʼonayê nagire, wekî kirinêd wî xuya nebin.

21 Lê ewê ku rʼastîyê dike, ew xwe li rʼonayê digire, wekî eʼyan be, ku kirêd wî Xwedêda hatine kirinê».


Îsa û Yûhʼennayê nixumdar

22 Pey vê yekêrʼa Îsa û şagirtêd Wî çûne qeza Cihûstanê. Îsa li wê derê tʼevî wan dima û dinixumand.

23 Yûhʼenna jî li Eʼynona nêzîkî Salîmê dinixumand, çimkî av li wir gelek bû. Meriv dihatine wê derê û dinixumîn.

24 Yûhʼenna hê neavîtibûne kelê.

25 Hingê nav şagirtêd Yûhʼenna û cihûkîda li ser pirsa eʼdetêd şûştin-veşûştinê deʼw pêşda hat.

26 Ew şagirt çûne cem Yûhʼenna û jêrʼa gotin: «Dersdar, Ewî ku li wî berî çʼemê Ûrdunê tʼevî te bû û te bona Wî şeʼdetî da, va Ew Xwexa dinixumîne û hʼemû diçine cem Wî».

27 Yûhʼenna cab da û got: «Merivek nikare tiştekî hilde ser xwe, heger ew ji eʼzmên jêrʼa nehatibe dayînê.

28 Hûn xwexa şeʼdêd min in, ku min gotîye: ‹Ez ne Mesîh im, lê yê li pêşîya Wî şandî me›.

29 Bûk bona kʼê be zeʼva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zeʼvê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tʼijî bû.

30 Ew gerekê mezin be, lê ez biçʼûk bim.


Yê ku ji eʼzmana tê

31 Ewê ku ji jor hatîye, Ew ser hʼemûyarʼa ye. Ewê ku ji vê dinê ye, ew yê vê dinê ye û ew ji vê dinê xeber dide. Lê Ewê ku ji eʼzmên hatîye, Ew ser hʼemûyarʼa ye.

32 Wî çi dît û çi bihîst bona wê yekê şeʼdetîyê dide, lê tʼu kes şeʼdetîya Wî qebûl nake.

33 Yê ku şeʼdetîya Wî qebûl dike, ew mak dike ku Xwedê rʼast e.

34 Ewê ku Xwedê şandîye Ew gotinêd Xwedê dibêje, çimkî Xwedê Rʼuhʼ bê çap dide Wî.

35 Bav Kurʼ hʼiz dike û her tişt daye destê Wî.

36 Ewê ku bawerîya xwe Kurʼ tîne, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Ewê ku gurʼa Kurʼ nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan