Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yûhenna 19 - Peymana Nû (Încîl)

1 Hingê Pîlato Îsa bir û da ber qamçîya.

2 Eskera jî tʼacek ji stirîya vegirtin û dane serê Wî û çuxekî şîrk li Wî kirin.

3 Li ber Wî disekinîn û digotin: «Xweş be, Pʼadşê cihûya!» Û şemaq li Wî dixistin.

4 Pîlato dîsa derkʼete derva û wanrʼa got: «Va ye niha ez Wî tînime derva cem we, wekî hûn bizanibin ku min tʼu sûc Wîda nedîtîye».

5 Hingê Îsa tʼacê stirî li sêrî û çuxê şîrk lê derkʼete derva. Pîlato wanrʼa got: «Va ye Ew meriva!»

6 Gava serekêd kʼahîna û nobedara Ew dît, kirine qîrʼîn û gotin: «Wî xaç ke, Wî xaç ke!» Pîlato wanrʼa got: «Hûn Wî bibin xaç kin. Ez xwexa tʼu sûcî Wîda nabînim».

7 Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Qanûneke me heye û anegorî wê qanûnê gerekê Ew bê kuştinê, çimkî Wî Xwe Kurʼê Xwedê hʼesab kir».

8 Gava Pîlato ev yek bihîst, hê tirs kʼete ser.

9 Ew dîsa çû hindurʼê qesira welî û Îsarʼa got: «Tu ji kʼu yî?» Lê Îsa caba wî neda.

10 Pîlato gote Wî: «Tu tʼevî min xeber nadî? Tu nizanî ku hʼukumê min heye ez Te berʼdim û hʼukumê min heye Te bidime xaçkirinê?»

11 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger ji jor terʼa nehata dayînê, tʼu hʼukumê te wê li ser Min tʼunebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e».

12 Pey wê yekêrʼa Pîlato dikir ku Îsa berʼda, lê cihûya kire qîrʼîn û gotin: «Heger tu Vî merivî berʼdî, tu ne dostê Qeyser î! Her kesê ku xwe pʼadşa hʼesab dike, ew neyarê Qeyser e!»

13 Gava Pîlato ev yek bihîst, Îsa derxiste derva û ew li herema dîwanê rʼûnişt, wî cîyê ku jêrʼa digotin «Selê Kevirî», bi îbranî Gabata.

14 Rʼoja tʼivdarekkirina Cejina Derbazbûnê bû, nîvro nêzîkî sihʼeta donzdeha Pîlato cihûyarʼa got: «Va ye Pʼadşê we!»

15 Lê wana kire qîrʼîn: «Wî bibe, Wî bibe! Wî xaç ke!» Pîlato wanrʼa got: «Pʼadşê we xaç kim?» Serekêd kʼahîna lê vegerʼandin: «Pêştirî Qeyser pʼadşakî din bona me tʼune!»

16 Hingê ewî Îsa da destê wan, wekî bê xaçkirinê. Wan Îsa hilda birin.


Xaçkirina Îsa
( Metta 27:32-44 ; Marqos 15:21-32 ; Lûqa 23:26-43 )

17 Îsa Xwexa xaçê Xwe hilda û derkʼete wî cîyê ku jêrʼa dibêjin «Cîyê Qaf», bi îbranî «Golgota».

18 Li wê derê Ew tʼevî du merivêd din xaç kirin, her yek li kʼêlekekê, Îsa nava wanda bû.

19 Pîlato tʼextek jî nivîsî û fêza xaçê xist, ku aha nivîsar bû: «ÎSAYÊ NISRETÊ, PʼADŞÊ CIHÛYA».

20 Gelek cihûya ev nivîsara ser tʼexte xwendin, çimkî ew cîyê ku Îsa lê hatibû xaçkirinê nêzîkî bajêr bû û bi îbranî, latînî û yûnanî hatibû nivîsarê.

21 Serekêd kʼahînêd cihûya Pîlatorʼa gotin: «Nenivîse ‹Pʼadşê cihûya›! Lê binivîse ku ‹Wî got: Ez Pʼadşê cihûya me›».

22 Pîlato got: «Min çi nivîsî, nivîsî».

23 Gava eskera Îsa xaç kirin, kʼincêd Wî hildan, kirine çar pʼara, her yekîrʼa pʼarek. Lê kʼinca Wîye ser jî hebû, ku ji sêrî hʼeta binî hûnandî û bêdirûn bû.

24 Hingê hevdurʼa gotin: «Werin em vî neqelêşin, em pʼeşk bavêjin, kʼa wê kʼêrʼa bikʼeve». Ev yek bû, wekî nivîsar bê sêrî: «Kʼincêd Min nav xweda pʼarevekirin û ser pʼotê Min pʼeşk avîtin». Eskera jî hema ev yek kir.

25 Li ber xaçê Îsa dîya Wî, xatîya Wî, Meryema jina Klopas û Meryema Mejdelanî sekinî bûn.

26 Îsa ku dîya Xwe û ew şagirtê ku Wî jê hʼiz dikir li wê derê sekinî dîtin, dîya Xwerʼa got: «Eʼvdê! Va ye kurʼê te!»

27 Paşê gote şagirt: «Va ye dîya te!» Ji hingêva evî şagirtî ew bire mala xwe.


Mirina Îsa
( Metta 27:45-56 ; Marqos 15:33-41 ; Lûqa 23:44-49 )

28 Pey vê yekêrʼa Îsa zanibû her tiştêd ku wê bibûna îdî qewimîn, hingê Wî got: «Ez tʼî me», wekî nivîsar bê sêrî.

29 Li wir firaqeke sirkêva dagirtî hebû. Wana lûfika beʼrê sirkêda kir, serê darika zoxêva danîn û dirêjî ber devê Wî kirin.

30 Gava ku Îsa sirke vexwar, got: «Tʼemam qewimî!» Serê Xwe berjêr kir û rʼuhʼê Xwe da.


Gotina pʼêxember tê sêrî

31 Ev yek ku rʼoja tʼivdarekkirinêda qewimî, cihûya nedixwest wekî cinyaz li ser xaçê bimana, çimkî ew şemî bona wana rʼojeke gelek eʼzîz bû. Wana ji Pîlato hîvî kir, wekî hestûyêd rʼeʼnêd xaçbûyîya bêne şkênandinê û ji wir bêne hildanê.

32 Hingê esker hatin, pêşîyê hestûyêd rʼeʼnêd yekî şkênandin û peyrʼa rʼeʼnêd yê din, ku tʼevî wî hatibû xaçkirinê.

33 Lê gava ku ew nêzîkî Îsa bûn û dîtin ku Ew îdî mirîye, wana hestûyêd rʼeʼnêd Wî neşkênandin.

34 Lê dîsa ji eskera yekî rʼim nekʼsa Wîrʼa kir û pêrʼa-pêrʼa av û xûnê avît.

35 Yê ku ev yek dît şeʼdetî da, wekî hûn jî bawer bikin. Şeʼdetîya wî rʼast e û ew zane ku rʼastîyê dibêje.

36 Ev yeka qewimî, wekî ew nivîsar bê sêrî: «Tʼu hestûyê Wî wê neyê şkênandinê».

37 Nivîsareke din jî aha dibêje: «Ewê li Wî binihêrʼin, nekʼsa kʼîjanî qul kirin».


Definkirina Îsa
( Metta 27:57-61 ; Marqos 15:42-47 ; Lûqa 23:50-56 )

38 Pey vê yekêrʼa, Ûsivê ji Arîmetyayê ku şagirtê Îsa bû, lê ji tirsa cihûya xwe eʼyan nedikir, hîvî ji Pîlato kir ku cinyazê Îsa ji xaçê peya ke û Pîlato îzin dayê. Hingê ew çû cinyazê Îsa ji xaçê peya kir.

39 Nîkodêmo jî tʼevî wî hat, yê ku pêşda şev hatibû cem Îsa, nêzîkî sî kîlogram ûd û zimir tʼevhevkirî anî.

40 Cinyazê Îsa hildan, li anegorî eʼdetê definkirina cihûya, biharet lê dan û Ew qedekê kʼitanîda kʼefen kirin.

41 Li wî cîyê ku Îsa lê hatibû xaçkirinê baxçek hebû û wî baxçeyîda jî tʼirbeke nû hebû ku hê tʼu kes têda nehatibû danînê.

42 Îsa kirine wê tʼirbê, çimkî rʼoja tʼivdarekkirina cihûya bû, tʼirb jî nêzîk bû.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan