Yûhenna 18 - Peymana Nû (Încîl)Girtina Îsa ( Metta 26:47-56 ; Marqos 14:43-50 ; Lûqa 22:47-53 ) 1 Pey vê xeberdanêrʼa Îsa tʼevî şagirtêd Xwe derbazî wî alîyê newala Qidronê bû. Li wê derê baxçek hebû, Îsa şagirtêd Xweva kʼetinê. 2 Cihûda jî yê ku wê nemamîya Wî bikira ew cî zanibû, çimkî Îsa û şagirtêd Xweva gelek cara li wê derê dicivîyan. 3 Awa Cihûda kʼomeke eskera û nobedara xwerʼa ji alîyê fêrisî û serekêd kʼahînada hildabû, bi fenera, agir û çʼeka hate wî cîyî. 4 Îsa her tişt zanibû ku wê çi bê serê Wî, pêşda çû û wanrʼa got: «Hûn li kʼê digerʼin?» 5 Wana lê vegerʼand û gotinê: «Li Îsayê Nisretê!» Îsa gote wan: «EZ IM». Cihûdayê ku nemamîya Wî kiribû jî tʼevî wan bû. 6 Gava got ku: «EZ IM!» ser piştê çûn û kʼetine eʼrdê. 7 Hingê Îsa dîsa ji wan pirsî: «Hûn li kʼê digerʼin?» Wan got: «Îsayê Nisretê». 8 Îsa li wan vegerʼand û got: «Min werʼa got, ku Ez im. Awa heger hûn li Min digerʼin, bihêlin bira evana herʼin». 9 Ev yek bû wekî ew xebera wîye ku berê gotibû rʼast derê: «Ewêd ku Te dane Min, Min ji wan tʼu kes unda nekir». 10 Hingê Şimhʼûn-Petrûs ew şûrê ku pêrʼa bû kʼişand û avîte xulamê serekkʼahîn û guhê wîyî rʼastê pekand. Navê wî xulamî Malxo bû. 11 Îsa Petrûsrʼa got: «Şûr têke qavê! Ezê çawa wê kʼasa ku Bavê daye Min venexwim?» Îsa ber serekkʼahîn ( Metta 26:57-58 ; Marqos 14:53-54 ; Lûqa 22:54 ) 12 Pey vê yekêrʼa kʼoma eskera û serdarê wan û nobedarêd cihûya Îsa girtin û girêdan. 13 Pêşîyê Ew birine cem Henanê xezûrê Qeyafa. Qeyafa serekkʼahînê wê salê bû. 14 Eva ew Qeyafa bû, yê ku cihû şîret kiribûn û gotibû: «Hê rʼind e, bira yek bona cimeʼtê bimire». Petrûs Îsa înkʼar dike ( Metta 26:69-70 ; Marqos 14:66-68 ; Lûqa 22:55-57 ) 15 Şimhʼûn-Petrûs û şagirtekî din pey Îsa diçûn. Ew şagirt ku nasê serekkʼahîn bû, tʼevî Îsa kʼete hʼewşa serekkʼahîn, 16 lê Petrûs derva li ber dêrî sekinî. Paşê ew şagirtê nasê serekkʼahîn derkʼet û tʼevî dergehvanê xeber da, Petrûs bire hindurʼ. 17 Hingê wê carîya dergehvan ji Petrûs pirsî: «Dibe ku tu jî ji şagirtêd Vî merivî yî?» Petrûs gotê: «Na, ez nînim». 18 Wî çaxî, hewa ku sar bû, xulam û nobedara pê kʼomirê agir vêxistibûn, sekinîbûn û xwe germ dikirin. Petrûs jî li cem wan sekinîbû, xwe germ dikir. Pirsa serekkʼahîn ( Metta 26:59-66 ; Marqos 14:55-64 ; Lûqa 22:66-71 ) 19 Hingê serekkʼahîn ji Îsa derheqa şagirtêd Wî û hînkirina Wîda pirsî. 20 Îsa cab da û got: «Min dinyayêrʼa aşkere xeber daye, her gav kʼinîştada usa jî pʼaristgehêda, kʼîderê ku hʼemû cihû dicivîyan hîn dikirin. Min tʼu tişt dizîva negotîye. 21 Tu çima ji Min dipirsî? Ji yêd ku bihîstine bipirse, kʼa Min wanrʼa çi gotîye. Ew zanin Min çi gotîye». 22 Gava Îsa ev yek got, nobedarekî li wir sekinî şemaqek li Wî xist û got: «Tu çawa caba serekkʼahîn didî?» 23 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger Min xirab xeber da, xirabîya Min bêje. Lê heger Ez rʼast dibêjim, tu çima Min dixî?» 24 Hingê Henan Ew girêdayî şande cem Qeyafayê serekkʼahîn. Petrûs dîsa Îsa înkʼar dike ( Metta 26:71-75 ; Marqos 14:69-72 ; Lûqa 22:58-62 ) 25 Şimhʼûn-Petrûs hê li wir sekinî xwe germ dikir. Ji wî pirsîn: «Dibe ku tu jî ji şagirtêd Wî yî?» Ewî înkʼar kir û got: «Na, ez nînim». 26 Xulamekî serekkʼahîn, ji xwexatîya wî, yê ku Petrûs guhê wî pekandibû, jê pirsî: «Ne baxçeda min tu tʼevî Wî dîtî?» 27 Hingê Petrûs dîsa înkʼar kir û wê demê dîk bang da. Îsa li ber Pîlato ( Metta 27:1-2 , 11-14 ; Marqos 15:1-5 ; Lûqa 23:1-5 ) 28 Wî çaxî Îsa ji cem Qeyafa birine qesira welî. Serê sibehê zû bû û cihû nekʼetine qesirê, wekî xwe li gora eʼdetêd şûştin-veşûştinê nehʼerʼimînin, ku bikaribin xwarina Cejina Derbazbûnê bixwin. 29 Hingê Pîlato derkʼete derva, hate cem wan û pirsî: «Hûn Vî merivî çida neheq dikin?» 30 Wana lê vegerʼand û gotinê: «Heger Ew ne yekî zulmkʼar bûya, me Ew nedida destê te». 31 Hingê Pîlato wanrʼa got: «Hanê hûn xwexa Vî bibin û li anegorî qanûna xwe dîwana Wî bikin». Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Îzina me tʼune ku em tʼu kesî bikujin». 32 Ev yeka bû, ku ew gotina Îsa bê sêrî, ku dabû feʼmkirinê, Ewê çawa bimire. 33 Hingê Pîlato dîsa kʼete qesira welî, gazî Îsa kir û jê pirsî: «Tu yî Pʼadşê cihûya?» 34 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tu vê yekê xwexa dibêjî, yan hinekêd din bona Min terʼa gotine?» 35 Pîlato got: «Çima ez cihû me? Miletê Te û serekêd kʼahîna Tu dane destê min. Te çi kirîye?» 36 Îsa cab da û got: «Pʼadşatîya Min ne ji vê dinyayê ye. Heger pʼadşatîya Min ji vê dinyayê bûya, berdestîyêd Minê şerʼ kirana ku Ez nekʼetama destê cihûya. Lê pʼadşatîya Min ne ji vê dinyayê ye». 37 Hingê Pîlato jêrʼa got: «Wekî usa ye Tu pʼadşa yî?» Îsa cab da û got: «Tu xwexa dibêjî Min ku: ‹Tu pʼadşa yî›. Ez bona vê yekê bûme û bona vê yekê hatime dinyayê, wekî bona rʼastîyê şeʼdetîyê bidim. Her kesê ku ji alîyê rʼastîyê ye, guh dide dengê Min». 38 Pîlato jê pirsî: «Rʼastî çi ye?» Pey vê pirsêrʼa, Pîlato dîsa derkʼete derva cem cihûya û wanrʼa got: «Ez tʼu neheqîyê Vîda nabînim. Dîwanêda hʼukumê kuştinê li ser Îsa derdixin ( Metta 27:15-31 ; Marqos 15:6-20 ; Lûqa 23:13-25 ) 39 Lê ev eʼdetê we ye ku ez Cejina Derbazbûnêda yekî girtî bona we berʼdim. Hûn dixwazin ku ez bona we Pʼadşê cihûya berʼdim?» 40 Hingê wan hê kire qîrʼîn, gotin: «Ne ku Vî merivî, lê Barabas berʼde!» Barabas jî qaçaxek bû. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia