Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yûhenna 16 - Peymana Nû (Încîl)

1 Min ev yekana werʼa gotin, wekî hûn pʼişk nebin.

2 Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike.

3 Wê van tişta bikin, çimkî wana ne Bav nas kir û ne jî Ez nas kirim.

4 Lê belê Min ev yekana werʼa gotin, wekî gava ew wext bê, hûn bînine bîra xwe ku Min ev yekana werʼa gotine. Min serê sêrîda ev tişt werʼa negotin, çimkî Ez tʼevî we bûm.


Kʼarê Rʼuhʼê Pîroz

5 Lê niha Ez diçime cem Yê ku Ez şandime û ji we tʼu kes ji Min napirse: ‹Tê kʼuda herʼî?›

6 Min ku ev yekana werʼa gotin, lema dilê we kʼeserêva tʼijî bûye.

7 Lê belê Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, bona we hê rʼind e ku Ez herʼim. Heger Ez neçim, Piştovan wê neyê cem we, lê heger Ez herʼim, Ezê Wî bişînime cem we.

8 Gava Ew bê, Ewê gunêd merivêd dinê bide rʼûyê wan, heqî-neheqîyê li ber wan veke û dîwana Xwedê wanva eʼyan ke.

9 Bona guna wê eʼyan ke, çimkî ewana bawerîya xwe Min naynin.

10 Bona heqî-neheqîyê wê eʼyan ke, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe û îdî hûnê Min nebînin.

11 Bona dîwana Xwedê wê eʼyan ke, çimkî dîwana serwêrê vê dinyayê bûye.

12 Hê gelek tişt hene ku Ez werʼa bêjim, lê niha hûn nikarin wan bibin.

13 Lê gava ew Rʼuhʼê Rʼastîyê bê, Ewê we berbi tʼemamîya rʼastîyê bibe. Çimkî Ewê ne ku xweserîxwe xeber de, lê çi ku bibihê, Ewê wê yekê bêje û tiştêd ku hê neqewimîne wê werʼa gilî ke.

14 Ewê rʼûmeta navê Min bilind ke, çimkî Ewê ji Min bistîne û werʼa gilî ke.

15 Her tiştêd Bavê ku hene ew yêd Min in. Lema Min got, ku Rʼuhʼê ji Min bistîne û werʼa gilî ke.


Berxwekʼetin û şabûn

16 Hinekî şûnda hûnê Min nebînin û dîsa hinekî şûnda hûnê Min bibînin».

17 Hingê şagirtêd Wî hineka hevdurʼa gotin: «Eva çi gotin e ku Ew merʼa dibêje? ‹Hinekî şûnda hûnê Min nebînin› û dîsa ‹hinekî şûnda hûnê Min bibînin›. Dibêje jî: ‹Çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe›?»

18 Û wana digot: «Ev ‹hinek wext› ku dibêje, ew çi ye? Em feʼm nakin ku Ew çi dixwaze bêje».

19 Îsa zanibû ku ew dixwazin jê bipirsin, hingê wanrʼa got: «Hûn bona vê gotina Min ji hev dipirsin, ku Min got: ‹Hinekî şûnda hûnê Min nebînin› û dîsa ‹hinekî şûnda hûnê Min bibînin›?

20 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûnê şîn û girî bin, lê dinyayê şa be, hûnê ber xwe kʼevin, lê berxwekʼetina weyê bibe şabûn.

21 Gava jinek dikʼeve ber zarʼê, cefê dikʼişîne, çimkî sihʼeta wê pêrʼa gihîştîye. Lê gava zarʼ jêrʼa dibe, îdî cefa nayê bîrê ji dest wê şabûnê, ku merîk hate dinê.

22 Rʼast e hûn jî niha ber xwe dikʼevin, lê Ezê we dîsa bibînim û dilê weyê bi eşq û şabûnêva tʼijî be û tʼu kesê wê şabûnê ji we nestîne.

23 Ewê rʼojê hûnê ji Min tʼu tiştî nepirsin. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku hûn pê navê Min çi ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.

24 Hʼeta niha we pê navê Min tʼu tişt nexwestîye. Bixwazin, hûnê bistînin, usa wekî şabûna we tʼemam be.


Min dinya bindest kir

25 Min ev yekana werʼa bi mesela gotin. Wextê bê Ezê îdî bi mesela werʼa xeber nedim, lê aşkere derheqa Bavêda werʼa bêjim.

26 Wê rʼojê hûnê pê navê Min bixwazin. Ez werʼa nabêjim ku Ezê bona we hîvî ji Bavê bikim.

27 Bav Xwexa we hʼiz dike, çimkî we Ez hʼiz kirime û bawer kirîye ku Ez ji cem Xwedê hatime.

28 Ez ji Bavê qetîyam û hatime dinyayê. Dîsa Ez dinyayê dihêlim û diçime cem Bavê».

29 Şagirtêd Wî gotinê: «Va ye Tu niha aşkere xeber didî, ne ku pê mesela.

30 Niha em feʼm dikin, ku Tu her tiştî zanî û ne hʼewce ye ku ji Te bipirsin, Tu pêşda cabê didî. Bona vê yekê em bawer dikin, ku Tu ji cem Xwedê hatîyî».

31 Îsa wanrʼa got: «Niha hûn bawer dikin?

32 Va wextê bê û hatîye jî, ku hûnê bela-belayî bin, her kesê herʼe cîyê xwe û Min tʼenê bihêle. Lê Ez ne tʼenê me, çimkî Bav tʼevî Min e.

33 Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan