Yûhenna 13 - Peymana Nû (Încîl)Îsa nigêd şagirta dişo 1 Berî Cejina Derbazbûnê, Îsa zanibû ku sihʼeta Wî pêrʼa gihîştîye ku ji vê dinyayê derê û herʼe cem Bavê. Ewî hʼemûyêd Xweye ku vê dinyayêda hʼiz kiribûn, hʼeta dereca here bilind jî ew hʼiz kirin. 2 Wextê şîvxwarinê, mîrêcin qelpê xirab avîte dilê Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî, ku nemamîya Îsa bike. 3 Îsa zanibû ku Bavê her tişt daye destê Wî, Ew ji cem Xwedê hatîye û wê dîsa vegerʼe cem Xwedê. 4 Hingê Ew ji ser şîvê rʼabû, pʼotê Xwe danî alîkî û pʼêşgîrek hilda li pişta Xwe girêda. 5 Paşê av kire tʼeştê û destpêkir nigêd şagirtêd Xwe şûştin û bi pʼêşgîra girêdayî ziha kirin. 6 Gava dor gihîşte Şimhʼûn-Petrûs, ewî gotê: «Xudan, Tê nigêd min bişoyî?» 7 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez niha çi dikim tu feʼm nakî, lê paşê tê feʼm bikî». 8 Petrûs jêrʼa got: «Tʼu car Tê nigêd min neşoyî!» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger Ez nigêd te neşom, pʼara te wê tʼevî Min tʼunebe». 9 Şimhʼûn-Petrûs Wîrʼa got: «Xudan, ku usa ye ne tʼenê nigêd min, lê dest û serê min jî bişo!» 10 Îsa gotê: «Ewê ku hatîye şûştinê, pêştirî niga, wekî mayîn ne hʼewce ye dereke din bê şûştinê. Ew xwexa tʼemam-pêva paqij e. Hûn paqij in, lê ne ku hʼemû». 11 Çimkî Îsa zanibû kʼî wê nemamîya Wî bike, bona wê yekê got: «Hûn hʼemû ne paqij in». 12 Gava nigêd wan şûştin, pʼotê Xwe avîte ser Xwe û dîsa li ser sifrê rʼûnişt. Ji wan pirsî: «Gelo hûn zanin ku Min bona we çi kir? 13 Hûn Min Dersdar û Xudan hʼesab dikin, hûn rʼast dikin, Ez hema usa jî heme. 14 Awa heger Min bi vê Xudan û Dersdarîya Xweva nigêd we şûştin, gerekê hûn jî nigêd hevdu bişon. 15 Min nexşek nîşanî we kir, wekî çawa Min bona we kir, hûn jî usa bikin. 16 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, xulam ji axayê xwe ne mestir e, ne jî yê ku hatîye şandinê ji yê ku ew şandîye mestir e. 17 Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin heger biqedînin. Îsa girtina xwe dide eʼyankirinê ( Metta 26:20-25 ; Marqos 14:17-21 ; Lûqa 22:21-23 ) 18 Ez bona we hʼemûya nabêjim, çimkî Ez zanim Min kʼîjan bijartine. Lê gerekê nivîsar bê sêrî: ‹Yê ku nanê Min xwar pʼehʼîn avîte Min›. 19 Ez nihava, hê berî qewimandinê van tişta werʼa dibêjim, wekî, gava biqewimin hûn bawer bikin, ku EZ EW IM. 20 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku wî qebûl ke, kʼîjanî ku Ez dişînim, ew Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike». 21 Îsa gava eva yeka got, rʼuhʼda gelekî qilqilî, Wî aşkere şeʼdetî da û got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike». 22 Şagirta şaşmayî li hevdu nihêrʼî, gelo ew bona kʼê dibêje. 23 Yekî ji şagirtêd Wî, yê ku Îsa jê hʼiz dikir, xwe avîtibû hʼemêza Îsa. 24 Şimhʼûn-Petrûs wîrʼa bi çʼeʼva dikir ku bipirse: «Kʼa Ew bona kʼê dibêje». 25 Ewî jî xwe da ber sîngê Îsa pirsî: «Xudan, ew kʼî ye?» 26 Îsa cab da û got: «Ew e, yê ku Ez vî peʼrîyê nan xwarinêda kim bidimê». Û peʼrîyê nan xwarinêda kir, da Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî. 27 Ewî hema çawa peʼrî ji dêst girt, mîrêcin kʼete nava wî. Îsa wîrʼa got: «Tê çi bikî zû bike». 28 Lê yêd ku li ser sifrê rʼûniştibûn, tʼu kesî feʼm nekir, ku Ewî çima wîrʼa aha got. 29 Kʼîsikê pʼera ku cem Cihûda bû, lema hineka tʼirê, ku Îsa wîrʼa dibêje: «Tiştêd ku cejinêda merʼa lazim in bikʼirʼe», yan jî «tiştekî bide belengaza». 30 Ewî jî gava ew peʼrî hilda, pêrʼa-pêrʼa derkʼete derva. Îdî şev bû. Tʼemîya nû: Ji hevdu hʼiz bikin 31 Gava ew derkʼete derva, Îsa got: «Niha Kurʼê Mêriv hate rʼûmetkirinê û Xwedê jî bi Wî hate rʼûmetkirinê. 32 Heger Xwedê pê Wî hate rʼûmetkirinê, Xwedê jî wê pê Xwe Wî rʼûmet ke û zûtirê wê Wî rʼûmet ke. 33 Lawno! Ez gelek wext tʼevî we namînim. Hûnê li Min bigerʼin, lê niha Ez werʼa dibêjim, çawa ku Min cihûyarʼa jî got, hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ez diçimê. 34 Ez tʼemîke nû didime we: Hevdu hʼiz bikin. Çawa ku Min hûn hʼiz kirin, hûn jî usa hevdu hʼiz bikin. 35 Bi vê yekê hʼemûyê zanibin hûn şagirtêd Min in, heger hûn hevdu hʼiz bikin». Îsa derheqa înkʼarîya Petrûsda dibêje ( Metta 26:31-35 ; Marqos 14:27-31 ; Lûqa 22:31-34 ) 36 Şimhʼûn-Petrûs gote Wî: «Xudan, Tê kʼuda herʼî?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Wî cîyê ku Ez diçimê, tu niha nikarî pey Min bêyî, lê paşê tê pey Min bêyî». 37 Petrûs gote Wî: «Xudan, çima ez niha nikarim pey Te bêm? Ezê eʼmirê xwe jî bona Te bidim». 38 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tê eʼmirê xwe bona Min bidî? Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, hê berî bangdana dîk tê sê cara Min înkʼar kî. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia