Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yûhenna 12 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa Beytanyayêda tê rʼûnkirinê
( Metta 26:6-13 ; Marqos 14:3-9 )

1 Şeş rʼoj berî Cejina Derbazbûnê, Îsa hate Beytanyayê, wî cîyê ku Lazar lê dima, yê ku Îsa ew ji nav mirîya rʼakiribû.

2 Li wê derê wana qedirek jêrʼa kirin. Mertʼayê xizmetkʼarî dikir, Lazar jî tʼevî Îsa nava wanda li ser sifrê rʼûniştî bû.

3 Hingê Meryemê lîtirekî rʼomayî bi rʼûnê nardêyî safî û biha hilda, ser nigêd Îsada kir û pê pʼorʼê xwe nigêd Wî ziha kirin. Bîna rʼûnê nardê mal hilda.

4 Lê ji şagirtêd Wî yekî, Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku wê paşê nemamîya Wî bikira got:

5 «Çima ev rʼûnê nardê sêsid zîvî nehate firotanê, ku li belengaza bihata belakirinê?»

6 Ewî ev yek digot, ne ku xema wî belengaz bûn, lê çimkî ew diz bû, kʼîsikê pʼera cem wî bû û çi ku dikʼetê, ewî jê diçʼopand.

7 Hingê Îsa gote wî: «Ji wê kʼulfetê vegerʼe. Îdî çima vî rʼûnî hʼeta rʼoja definkirina Min xwey ke?

8 Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim».


Şêwira kuştina Lazar

9 Ji cihûya geleka bihîst ku Îsa li wê derê ye hatin. Ew ne ku tʼenê bona Îsa hatin, lê wekî Lazarê ku ji nav mirîya rʼakirîye jî bibînin.

10 Hingê serekêd kʼahîna şêwirîn ku Lazar jî bikujin,

11 çimkî rʼûyê wîda gelek cihû diçûn bawerîya xwe Îsa danîn.


Îsa bi rʼûmet dikʼeve Orşelîmê
( Metta 21:1-11 ; Marqos 11:1-11 ; Lûqa 19:28-40 )

12 Rʼoja dinê eʼlaleteke giran ku hatibû cejinê, gava bihîst ku Îsa tê Orşelîmê,

13 wana çʼiqilêd xurmê hildan çûne pêşîya Wî û kirine qîrʼîn: «Hosanna! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê, Pʼadşê Îsraêlê!»

14 Îsa ceʼşikek dît û lê sîyar bû, çawa nivîsar e:

15 «Netirse bajarê Sîyonê. Va ye Pʼadşê te tê, li ceʼşika kʼerê sîyar bûyî».

16 Şagirtêd Wî pêşîyê eva yeka feʼm nekirin, lê gava Îsa kʼete rʼûmeta Xwe, hingê hate bîra wan, ku ev yek bona Wî hatibû nivîsarê û bona Wî eva yeka kirin.

17 Ew cimeʼta ku hingê tʼevî Wî bû, gava Wî Lazar ji mirinê rʼakir û eʼmir kir ku ji gorʼê derê, şeʼdetîya wê yekê dida.

18 Bona vê yekê cimeʼt pêşîya Wîda çû, çimkî wana bihîstibû ku Ewî eva nîşana kirîye.

19 Fêrisîya jî hevrʼa got: «Hûn dibînin eva yeka ji qewata me der e. Va tʼemamîya dinyayê pey Wî çû!»


Hinek yûnan li Îsa digerʼin

20 Nav wanda çend yûnan jî hebûn, ku bona hʼebandinê cejinêda hevraz çûbûne Orşelîmê.

21 Evana hatine cem Fîlîpoyê ji bajarê Beytsayda Celîlê hîvî jê kirin û gotinê: «Em xulam, em dixwazin Îsa bibînin».

22 Fîlîpo çû eva yeka Endrawisrʼa got, Endrawis û Fîlîpo jî çûn Îsarʼa gotin.

23 Îsa li wan vegerʼand û got: «Ew sihʼeta ku Kurʼê Mêriv wê bê rʼûmetkirinê pêrʼa gihîşt.

24 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger hʼeba gênim nekʼeve eʼrdê û nemire, ewê tʼenê bimîne, lê heger ew bimire, wê gelek ber bide.

25 Yê ku eʼmirê xwe hʼiz dike, ewê unda ke, lê ewê ku li vê dinyayê dijene eʼmirê xwe, ew wî bona jîyîna hʼeta-hʼetayê xwey dike.

26 Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Îsa mirina Xwe eʼlam dike

27 Niha agir dilê Min kʼetîye. Ez çi bêjim? Bêjim: ‹Bavo, Min ji vê sihʼetê xilaz ke›? Ne Ez bona vê sihʼetê hatime?

28 Bavo, navê Xwe bilind ke». Hingê dengek ji eʼzmên hat: «Min bilind kir û Ezê dîsa bilind kim!»

29 Ew eʼlaleta ku li wir sekinîbû dibihîst got: «Gurʼînîya eʼzmên bû». Hineka jî digot: «Milyakʼetekî tʼevî Wî xeber da».

30 Îsa cab da û got: «Eva denga bona Min nehat, lê bona we.

31 Niha ye wextê dîwana vê dinyayê, niha serwêrê vê dinyayê wê bê avîtinê derva.

32 Gava Ez ji eʼrdê berbi jor bême hildanê, Ezê hʼemûya berbi Xwe bikʼişînim».

33 Ewî bi vê gotinê dida feʼmkirinê, ku Ewê bi çi cûrʼeyî bimire.

34 Hingê eʼlaletê lê vegerʼand û gotê: «Me ji Qanûnê bihîstîye ku Mesîhê hʼeta-hʼetayê bimîne. Îdî Tu çawa dibêjî: ‹Gerekê Kurʼê Mêriv berbi jor bê hildanê›? Kʼî ye ew ‹Kurʼê Mêriv›?»

35 Îsa wanrʼa got: «Hinek wext jî rʼonayî wê tʼevî we be. Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bimeşin, nebe ku teʼrî ser weda bê. Ewê ku teʼrîyêda dimeşe, ew nizane kʼuda diçe.

36 Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bawerîya xwe rʼonayê bînin, wekî hûn bibine zarʼêd rʼonayê». Gava Îsa ev yekana gotin çû û Xwe ji ber wan veşart.


Nebawerîya cihûya

37 Ser haqas nîşanarʼa ku Wî li ber wan kirin, lê wana dîsa bawerîya xwe li Wî nedanîn.

38 Ev yek aha bû, wekî ew gotina Îşaya pʼêxember bê sêrî: «Xudan, kʼê ew gotina ku me got bawer kir? Û zenda Xudan kʼêva eʼyan bû?»

39 Bona wê yekê wana nikaribû bawer bikirana, çimkî Îşaya aha jî gotîye:

40 «Xwedê çʼeʼvêd wan kor kirin û ava rʼeş anî ser hʼişê wan, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi hʼişa feʼm nekin û venegerʼin ku Ez wan qenc kim».

41 Îşaya aha got, çimkî wî rʼûmeta Îsa dît û li ser Wî xeber da.

42 Lê belê dîsa jî ji serwêra geleka bawerîya xwe Wî anî. Lê ji tirsa fêrisîya, li xwe mukurʼ nedihatin, ku ji kʼinîştê neyêne derxistinê.

43 Li wan hê xweş dihat ku meriv pesinê wan bidin, ne ku Xwedê.


Gotina Îsa hʼakimê Rʼoja Axretê ye

44 Hingê Îsa bi dengekî bilind got: «Ewê ku bawerîya xwe Min tîne, ew bawerîya xwe Min nayne, lê Yê ku Ez şandime.

45 Û ewê ku Min dibîne, yê ku Ez şandime dibîne.

46 Ez çawa rʼonayîdar hatime dinyayê, wekî her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, teʼrîyêda nemîne.

47 Heger yek gotina Min bibihê û neqedîne, Ez dîwana wî nakim. Ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim, lê wekî dinyayê xilaz kim.

48 Ewê ku Min tʼexsîr dike û gotinêd Min qebûl nake, yek heye ku wê dîwana wî bike, awa gotî ew gotina ku Min gotîye, ewê Rʼoja Axretê dîwana wî bike.

49 Çimkî Min xweserîxwe negotin, lê Bavê ku Ez şandime, Ewî tʼemî daye Min ku Ez çi bêjim û çi xeber dim.

50 Û Ez zanim ku tʼemîya Wî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye. Awa çi ku Ez dibêjim, çawa Bavê gotîye Min Ez usa dibêjim».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan