Yûhenna 11 - Peymana Nû (Încîl)Mirina Lazar 1 Merivek hebû navê wî Lazar, ew nexweş kʼet. Ew ji Beytanyayê bû, ji wî gundê Meryemê û xûşka wê Mertʼayê. 2 Eva ew Meryema bû, ya ku rʼûnê bînxweş li Xudan dabû û bi pʼorʼê xwe nigêd Wî paqij kiribûn, ew Lazarê birê wê bû nexweş. 3 Awa her du xûşka Îsarʼa cab şandin û gotin: «Xudan, va ewî ku Tu jê hʼiz dikî nexweş e». 4 Îsa gava ev yek bihîst, got: «Ev ne nexweşîya mirinê ye, lê bona rʼûmeta Xwedê ye, wekî bi wê yekê rʼûmeta Kurʼê Xwedê bilind be». 5 Îsa Mertʼa, xûşka wê û Lazarê birê wan hʼiz dikirin. 6 Lê gava Wî bihîst ku Lazar nexweş e, Ew du rʼojêd din jî li wî cîyî derengî bû. 7 Peyrʼa Wî şagirtêd Xwerʼa got: «Werin em dîsa herʼine Cihûstanê». 8 Şagirta jêrʼa got: «Dersdar, çendek pêşda cihûya dikir ku Te bidine ber kevira, Tu dîsa diçî wê derê?» 9 Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne rʼoj donzdeh sihʼet e? Heger yek rʼojê bigerʼe ew nalikʼume, çimkî rʼonaya vê dinyayê dibîne. 10 Lê heger yek şevê bigerʼe, ew dilikʼume, çimkî tʼevî wî rʼonayî tʼune». 11 Pey vê xeberdanêrʼa Ewî wanrʼa got: «Pismamê me Lazar xewrʼa çûye, lê Ezê herʼim ku wî hʼişyar kim». 12 Şagirta jêrʼa got: «Xudan, heger ew rʼazaye, wê rʼabe ser xwe». 13 Îsa derheqa mirina wîda digot, lê wan tʼirê ku Ew bona rʼazana wî dibêje. 14 Hingê Îsa aşkere wanrʼa got: «Lazar mir. 15 Û Ez şa me ku ne li wira bûm, çimkî eva yeka wê bona kʼara bawerîya we be. Lê dîsa werin em herʼine cem wî». 16 Hingê Tʼûmayê ku digotinê «Heval-cêwî», şagirtêd hevalêd xwerʼa got: «Em jî herʼin, ku tʼevî Wî bimirin». Îsa ye rʼabûna mirîya û jîyîn 17 Gava Îsa çû, Wî dît ku îdî ew çar rʼojê Lazar bû defin kiribûn. 18 Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû, weke sê kîlomêtira jê dûr bû. 19 Gelek cihû hatibûne serxweşîya Mertʼa û Meryemê, bona mirina birê wan. 20 Gava Mertʼayê bihîst ku Îsa tê, ew pêşîya Wîda çû, lê Meryem malda ma. 21 Mertʼayê gote Îsa: «Xudan, heger Tu vir bûyayî, birê min nedimir. 22 Lê niha jî ez zanim Tu çi ji Xwedê bixwazî, Ewê bide Te». 23 Îsa gote wê: «Birê teyê ji mirinê rʼabe». 24 Mertʼayê lê vegerʼand: «Ez zanim Rʼoja Axretê, Rʼoja Rʼabûnê ewê rʼabe». 25 Îsa gote wê: «Ez im rʼabûn û jîyîn! Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, heger bimire jî wê bijî. 26 Û ewê ku dijî û bawerîya xwe Min tîne, ew qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?» 27 Mertʼayê Wîrʼa got: «Belê Xudan, ez bawer dikim, ku Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedê, Yê ku wê bihata dinyayê». Îsa digirî 28 Pey vê gotinêrʼa, çû gazî xûşka xwe Meryemê kir û dizîva gotê: «Dersdar hatîye û gazî te dike». 29 Gava ku wê bihîst, zû rʼabû çû. 30 Îsa hê nekʼetibû gund, lê li wî cîyî mabû, kʼîderê Mertʼa rʼastî Wî hatibû. 31 Cihûyêd ku malêda tʼevî wê bûn û li ber dilê wêda dihatin, gava dîtin ku Meryem zû rʼabû derkʼete derva, dane pey wê çûn. Wan tʼirê ku ew diçe ser tʼirbê bigirî. 32 Gava Meryem gihîşte wî cîyî ku Îsa lê bû, Ew dît, xwe avîte ber niga û gotê: «Xudan, heger Tu li vê derê bûyayî, birê min nedimir». 33 Gava ku Îsa çʼeʼv girîyê wê û girîyê cihûyêd ku pêrʼa hatibûn kʼet, kʼesera kʼûr hatê û dilê Wî êşîya. 34 Û ji wan pirsî: «We ew li kʼu defin kirîye?» Wîrʼa gotin: «Xudan, were û bibîne». 35 Îsa girîya. 36 Hingê cihûya got: «Dîna xwe bidinê, çiqas jê hʼiz dikir!» 37 Ji wan hineka jî got: «Evî ku çʼeʼvêd yê kor vekirin, nikaribû usa bikira, ku ev meriva jî nemira?» Îsa Lazarê mirî sax dike 38 Li ser vê yekê Îsa dîsa kʼûr kʼeser kʼişand û çû ser tʼirbê. Ew tʼirb şkeftek bû û kevirek ber devê wê bû. 39 Îsa got: «Vî kevirî wêda kin». Xûşka yê mirî, Mertʼayê Wîrʼa got: «Xudan, îdî niha bîn kʼetîyê, îro çarê wî ye mirîye». 40 Îsa gote wê: «Min terʼa negot, heger tu bawer bikî, tê rʼûmeta Xwedê bibînî?» 41 Hingê kevir wêda kirin. Îsa serê Xwe bilind kir û got: «Bavo, Ez zeʼf rʼazî me ku Te dengê Min bihîst. 42 Ez zanim ku Tu her gav dengê Min dibihêyî, lê Min bona xatirê vê cimeʼta sekinî got, wekî bawer bikin ku Te Ez şandime». 43 Pey vê gotinêrʼa bi dengekî bilind kire gazî: «Lazar, derkʼeve!» 44 Yê mirî jî dest û pʼîyêd wî bi kʼitan kʼefenkirî û serçʼeʼvê wî bi destmalekê nixamtî derkʼete derva. Îsa wanrʼa got: «Wî vekin û bihêlin bira herʼe». Şêwira kuştina Îsa ( Metta 26:1-5 ; Marqos 14:1-2 ; Lûqa 22:1-2 ) 45 Hingê gelek cihûyêd ku hatibûne cem Meryemê, ev kirina Îsa ku dîtin, bawerîya xwe Wî anîn. 46 Lê ji wan hinek jî çûne cem fêrisîya û ev kirina Îsa wanrʼa gotin. 47 Û hingê fêrisî û serekêd kʼahîna civîna giregira gîhandine hev û gotin: «Emê çi bikin? Eva meriva gelek nîşana dike. 48 Heger em Wî aha bihêlin, hʼemû wê bawerîya xwe Wî bînin û rʼomayî jî wê bên, cîyê meyî pîroz wêran kin û kʼoka miletê me jî bînin». 49 Yekî ji wan, Qeyafayê ku wê salê serekkʼahîn bû, wanrʼa got: «Hûn qet tiştekî feʼm nakin! 50 Ne jî digihîjine gilîya ku merʼa hê dest dide merivek bimire bona cimeʼtê, ne ku tʼemamîya milet unda be». 51 Ev yeka ewî hʼemdê xwe negot, lê çimkî ew serekkʼahînê wê salê bû, pʼêxembertî kir, ku Îsayê ber miletva bimire. 52 Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek. 53 Awa îdî pey wê rʼojêrʼa şêwira kuştina Îsa kirin. 54 Bona vê yekê Îsa îdî aşkere nava cihûyada nedigerʼîya, lê ji wir çû berʼîyê cîkî nêzîkî bajarê ku jêrʼa Efrayîm digotin û tʼevî şagirtêd Xwe li wê derê ma. 55 Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, gelek merivêd ji dor-bera berî cejinê hevraz çûne Orşelîmê, wekî li gora eʼdet xwe bişon-veşon. 56 Hingê ewana li wê derê Îsa digerʼîyan û pʼaristgehêda disekinîn, ji hevdu dipirsîn: «Hûn çi dibêjin? Ewê eʼse neyê vê cejinê?» 57 Fêrisî û serekêd kʼahîna jî eʼmir derxistibûn, heger kesek bizanibe Ew li kʼu derê ye, gerekê guhê wan pê xin, wekî ew Wî bigirin. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia