Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yûhenna 10 - Peymana Nû (Încîl)


Şivan û pezêd wî

1 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku dêrîrʼa nakʼeve axilê pêz, lê cîkî dinrʼa dikʼevê, ew diz û qaçax e.

2 Lê ewê ku dêrîrʼa dikʼevê, ew şivanê pêz e.

3 Dergehvan derî li ber vedike, pez dengê wî dibihê û ew bi nava gazî pezêd xwe dike û wan derdixe derva.

4 Gava ew pezêd xwe gişkî derdixe, pêşîyê dikʼeve û pez jî pey wî diçe, çimkî dengê wî nas dikin.

5 Ew tʼu car pey yekî xerîb naçin, lê ji wî dirʼevin, çimkî dengê yê xerîb nas nakin».

6 Îsa ev mesele wanrʼa got, lê wan feʼm nekir, ku Ew çi wanrʼa dibêje.


Şivanê qenc

7 Awa Îsa dîsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, Ez im derê pêz.

8 Ew hʼemûyêd ku berî Min hatine diz û qaçax in, lê pêz guhdarîya wan nekirîye.

9 Ez im derî. Yê ku bi destê Min bikʼeve hindurʼ, wê xilaz be. Ewê bikʼeve hindurʼ, derkʼeve û çʼêrê bibîne.

10 Diz tʼenê bona dizîyê, kuştinê û qirʼkirinê tê. Lê Ez hatime ku jîyîna wan hebe, jîyîna ser jîyînê.

11 Ez im şivanê qenc. Şivanê qenc eʼmirê Xwe bona pezê Xwe dide.

12 Lê yê pʼîgar, ku ne şivan e û pez jî ne yê wî ye, gava dibîne gur tê, ew pêz dihêle û dirʼeve. Gur jî dikʼeve nava pêz tʼûrʼ-tʼûrʼî dike.

13 Pʼîgar dirʼeve, çimkî ew pʼîgar e û li ber pêz nakʼeve.

14 Ez im şivanê qenc. Ez yêd Xwe nas dikim û yêd Min jî Min nas dikin,

15 çawa ku Bav Min nas dike, Ez jî usa Wî nas dikim û eʼmirê Xwe bona pezêd Xwe didim.

16 Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.

17 Bona vê yekê Bav Min hʼiz dike, çimkî Ez eʼmirê Xwe didim, wekî Ez wê dîsa bistînim.

18 Tʼu kes wî eʼmirî ji Min nastîne, lê Ez Xwexa wî didim. Hʼukumê Min heye, Ez wî bidim û hʼukumê Min heye dîsa wî bistînim. Min ev tʼemî ji Bavê Xwe standîye».

19 Bona vê xeberdanê dîsa nava cihûyada bû dutîretî.

20 Ji wan geleka digot: «Eva cinakʼetî ye û dîn e. Çima hûn guhdarîya Wî dikin?»

21 Hinekêd din jî digotin: «Eva xeberdana ne ya cinakʼetîya ye. Qet cin dikarin çʼeʼvêd kora vekin?»


Nebawerîya cihûya

22 Hingê li Orşelîmê Cejina Pîrozkirina Pʼaristgehê hat û zivistan bû.

23 Îsa li pʼaristgehê hêwangeha Silêmanda digerʼîya.

24 Cihûya li dora Wî girt û jê pirsîn: «Hʼeta kʼengê Tê me şikêda bihêlî? Heger Tu yî Mesîh, merʼa aşkere bêje!»

25 Îsa li wan vegerʼand û got: «Min werʼa got, lê we bawer nekir. Ew kirêd ku Ez bi navê Bavê Xwe dikim, ew bona Min şeʼdetîyê didin,

26 lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne ji pezêd Min in.

27 Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên.

28 Ez jîyîna hʼeta-hʼetayê didime wan û ew tʼu car unda nabin û tʼu kesê wan ji destê Min dernexe.

29 Ewêd ku Bavê Min dane Min, ser her tiştîrʼa ne û tʼu kes nikare wan ji destê Bavê Min derxe.

30 Ez û Bav yek in».

31 Li wir cihûya dîsa kevir hildan, ku Wî bidine ber kevira.

32 Îsa wanrʼa got: «Min ji Bavê gelek kirêd qenc nîşanî we kirin. Hûn bona kʼîjan kirî Min didine ber kevira?»

33 Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Em bona kirêd qenc Te nadine ber kevira, lê çimkî Tu Xwedê bêhurmet dikî! Tu meriv î, lê Xwe dikî Xwedê».

34 Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne Qanûna weda nivîsar e, ku Xwedê got: ‹Hûn Xwedê ne›?

35 Heger Ew wan ‹Xwedê› hʼesab dike, kʼîjanarʼa xebera Xwedê hatîye dayînê (û nabe jî ku ew nivîsar betal be),

36 de îjar hûn Wîrʼa çawa dibêjin: ‹Tu Xwedê bêhurmet dikî›, Yê ku Bavê pîroz kir û şande dinyayê, çimkî Min got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›.

37 Heger Ez kirêd Bavê Xwe nakim, Min bawer nekin.

38 Lê wekî dikim, heger hûn Min bawer nakin jî, hema wan kirêd ku Ez dikim bawer bikin, wekî hûn bizanibin û feʼm kin, ku Bav nava Minda ye û Ez nava Wîda me».

39 Hingê dîsa xwestin ku Wî bigirin, lê Îsa ji destê wan derkʼet.

40 Îsa dîsa derbazî wî alîyê çʼemê Ûrdunê bû û li wê derê ma, wî cîyê ku Yûhʼenna pêşda dinixumand.

41 Gelek meriv dihatine cem Wî û nav xweda digotin: «Yûhʼenna tʼu nîşan nekir, lê çi tiştêd ku Yûhʼenna derheqa Vî merivîda gotine, hʼemû rʼast derkʼetin».

42 Û li wê derê geleka bawerîya xwe Wî anî.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan