Yûhenna 1 - Peymana Nû (Încîl)Pêşgotina Yûhʼenna: Destpêbûnêda Xeber hebû 1 Destpêbûnêda Xeber hebû. Xeber tʼevî Xwedê bû û Xeber Xwexa Xwedê bû. 2 Ew destpêbûnêda tʼevî Xwedê bû. 3 Her tişt bi Wî eʼfirîn û bêyî Wî tʼu tişt neqewimî, çi ku qewimî. 4 Kanîya jîyînê Ew bû û jîyîn jî rʼonaya meriva bû. 5 Rʼonayî teʼrîstanîyêda şewq dide û teʼrîstanîyê Pê nikaribûye. 6 Merivekî ji alîyê Xwedêda şandî hebû, ku navê wî Yûhʼenna bû. 7 Ew bona şeʼdetîyê hat, wekî bona Rʼonayê şeʼdetîyê bide, ku hʼemû pê wî bawer bikin. 8 Ew xwexa ne ew Rʼonayî bû, lê ew hat ku şeʼdetîya Rʼonayê bide. 9 Rʼonaya rʼast Ew e, kʼîjan ku tê dinyayê û hʼemû meriva rʼonayî dike. 10 Ew dinyayêda bû û dinya pê Wî eʼfirî, lê dinyayê Ew nas nekir. 11 Ew hate ser warê Xwe, lê cimeʼta Wî Ew qebûl nekir. 12 Lê ewêd ku Ew qebûl kirin û bawerîya xwe navê Wî anîn, Ewî da, ku heqîya wan hebe bibine zarʼêd Xwedê. 13 Evana ne ji xûnê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina merivayê bûne, lê ew ji Xwedê bûne. 14 Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê. 15 Yûhʼenna bona Wî şeʼdetî da û bi dengekî bilind got: «Eva ye, bona Kʼîjanî min gotibû: ‹Ewê ku pey min tê Ew ser minrʼa ye, çimkî Ew berî min hebû›». 16 Me hʼemûya ji tʼêr-tʼijîya Wî kʼerem ser kʼeremêda stand. 17 Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh. 18 Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê. Şeʼdetîya Yûhʼennayê nixumdar ( Metta 3:1-12 ; Marqos 1:1-8 ; Lûqa 3:15-17 ) 19 Ev bû Şeʼdetîya Yûhʼenna: Gava cihûya ji Orşelîmê kʼahîn û lêwî şandin, wekî ji Yûhʼenna bipirsin, ku ew kʼî ye, Yûhʼenna hilda ser xwe, 20 înkʼar nekir û aşkere got: «Ez ne Mesîh me». 21 Wana jê pirsî: «Lê tu kʼî yî? Êlyas î?» Ewî got: «Na». «Ew pʼêxemberê sozdayî yî?» Cab da: «Na». 22 Hingê jêrʼa gotin: «De bêje, tu kʼî yî, wekî em cabekê wanrʼa bibin, yêd ku em şandine. Tu bona xwe çi dibêjî?» 23 Ewî got: «Ez ew deng im ku berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan rʼast bikin!› çawa ku Îşaya pʼêxember gotîye». 24 Ewêd ku hatibûne şandinê ji fêrisîya bûn. 25 Wana jê pirsî: «Lê îdî çima dinixumînî, heger tu ne Mesîh î, ne Êlyas û ne jî pʼêxember?» 26 Yûhʼenna li wan vegerʼand û got: «Ez bi avê dinixumînim, lê Yek nav weda heye, ku hûn Wî nas nakin. 27 Ew e, Yê ku pey min tê, ku ez ne hêja me, wekî benê çarixêd Wî jî vekim». 28 Ev hʼemû li wî berî Ûrdunê, li Beytanyayê, wî cîyê ku Yûhʼenna li wir dinixumand qewimîn. Berxê Xwedê 29 Rʼoja dinê Yûhʼenna dît ku Îsa berbi wî tê, ewî got: «Va ye! Berxê Xwedê, Yê ku gunêd dinyayê hildide! 30 Ev e bona Kʼîjanî min gotibû: ‹Pey minrʼa Yekê bê, ku ser minrʼa ye, çimkî Ew berî min hebû›. 31 Min nizanibû Ew kʼî ye, lê ez hatime bi avê dinixumînim, wekî Wî Îsraêlêva bidime eʼyankirinê». 32 Yûhʼenna eva şeʼdetîya da û got: «Min dît ku Rʼuhʼ ji eʼzmên mîna kevotkekê hat ser Wî danî û ma. 33 Min nizanibû Ew kʼî ye, lê Ewê ku ez şandim, ku bi avê binixumînim, minrʼa got: ‹Tu kʼîjanî bibînî ku rʼuhʼ tê ser datîne û dimîne, Ew e ku bi Rʼuhʼê Pîroz dinixumîne›. 34 Min jî dît û şeʼdetî da ku Ev e Kurʼê Xwedê». Şagirtêd pêşîyê 35 Rʼoja dinê Yûhʼenna dîsa tʼevî du şagirtêd xwe sekinî bû. 36 Dît ku Îsa wirarʼa derbaz dibe, got: «Va ye Berxê Xwedê!» 37 Ev yek ku bihîstin, her du şagirt pey Îsa çûn. 38 Îsa li pişt Xweva vegerʼîya û dît ku wana daye pey Wî tên, wanrʼa got: «Hûn çi dixwazin?» Wana jêrʼa got: «Rʼabbî», ku tê feʼmkirinê: «Dersdar», «Tu li kʼu derê dimînî?» 39 Ewî wanrʼa got: «Werin hûnê bibînin». Wana çû û dît ku Ew li kʼu dimîne. Îdî sihʼet nêzîkî çara bû û wê rʼojê ew li cem Wî man. 40 Ji wan her duya, yêd ku ji Yûhʼenna bihîstin û pey Îsa çûn, yek Endrawisê birê Şimhʼûn-Petrûs bû. 41 Ewî pêrʼa-pêrʼa birê xwe Şimhʼûn dît û jêrʼa got: «Me Mesîh dît», ku tê feʼmkirinê: «Yê Kʼifşkirî». 42 Wî ew anî cem Îsa. Îsa li Şimhʼûn nihêrʼî û gotê: «Tu, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tê Kîfas bêyî gotinê» (awa gotî «Petrûs», ku tê feʼmkirinê: «Qeya»). Îsa gazî Fîlîpo û Natanyêl dike 43 Rʼoja dinê Îsa qirar kir ku herʼe Celîlê. Wî Fîlîpo dît û jêrʼa got: «Pey min were!» 44 Fîlîpo ji Beytsaydayê bû, ji bajarê Endrawis û Petrûs. 45 Fîlîpo çû Natanyêl dît û jêrʼa got: «Me Ew dît, bona kʼîjanî Mûsa Qanûnêda û pʼêxembera jî nivîsarêd xweda salixê Wî dabûn, Îsayê Kurʼê Ûsivê ji Nisretê». 46 Natanyêl jê pirsî: «Qet dibe ku tiştekî pʼak ji Nisretê derkʼeve?» Fîlîpo jêrʼa got: «Were û bibîne!» 47 Gava Îsa dît ku Natanyêl berbi Wî tê, derheqa wîda got: «Va ye îsraêlîkî heqî-hʼelal ku dilê wîda mixenetî tʼune». 48 Natanyêl jê pirsî: «Çawa min nas dikî?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Hê Fîlîpo gazî te nekiribû, gava ku tu li binê dara hêjîrê rʼûniştî bûyî, Min tu dîtî». 49 Natanyêl jêrʼa got: «Dersdar, Tu Kurʼê Xwedê yî! Tu Pʼadşê Îsraêlê yî!» 50 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tu bona vê yekê bawer dikî, wekî Min terʼa got: ‹Min tu li binê dara hêjîrê dîtî?› Tê tiştêd ji vê mestir bibînî». 51 Û jêrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûnê bibînin eʼzman vebûye û milyakʼetêd Xwedê çawa ji ser Kurʼê Mêriv hildikʼişin, peya dibin». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia