Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

نامَ بُ تیتوس 3 - Peymana Nû (Încîl)


Rʼabûn-rʼûniştina bawermenda

1 Bike bîra cimeʼtê, ku gurʼa serwêr û hʼukumeta bikin, guhdar bin û bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî bin.

2 Hindava tʼu kesekîda xirab xeber nedin, şerʼûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayîya xwe hindava hʼemû merivada bidine kʼifşê.

3 Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.

4 Lê gava şîrinayî û hʼizkirina Xwedê, Xilazkirê me xuya bû,

5 Wî em xilaz kirin. Ne ku bona wan kirinêd rʼaste ku me kirin, lê li gora rʼeʼma Xwe em xilaz kirin, bi şûştinê em nû dinê kʼetin û bi Rʼuhʼê Pîroz nûyejîyîn bûn.

6 Wî Xwedêyî ew Rʼuhʼ bi merʼdanî ser meda barand, bi destê Îsa Mesîhê Xilazkirê me,

7 wekî bi kʼerema Wî em rʼast bêne hʼesabê û bi wê gumanê jîyîna hʼeta-hʼetayê war bin.

8 Vê gotinêda xêlif tʼune. Û ez dixwazim ku tu van tişta eʼseyî kî, wekî yêd ku bawerîya xwe Xwedê tînin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivarʼa qenc û kʼar in.

9 Lê tu xwe ji deʼw-dozêd axmaxtî, rʼeqema silsileta, hevrʼikʼîyê û şerʼ-deʼwêd li ser Qanûnê dûr bigire, çimkî ew bêkêr û bêkʼar in.

10 Ji yê ku bêtʼifaqîyê dike, carekê-duda şîret ke dûr kʼeve.

11 Tu zanî ku yê usa xalifî û gunekʼar e, ew xwexa dîwanê ser xweda tîne.


Gotinêd axirîyê

12 Gava Artemas yan Tixîko ez bişînime cem te, bike ku bêyî Nîkopolîsê, cem min, çimkî min qirar da zivistana xwe li wir derbaz kim.

13 Zênasê qanûnzan û Apolo zû verʼêke, usa be ku ew rʼêva kêmasîya tiştekî nebînin.

14 Yêd ji me jî bira hîn bin, pey kirinêd qenc bin, wekî kêrî hʼewcetîya merivayê bên û bê ber nebin.

15 Hʼemûyêd tʼevî min li te silav dikin. Silavê bide wan, yêd ku bawerîyêda me hʼiz dikin. Kʼerema Xwedê we hʼemûyarʼa be.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan