Tîmotʼêyo II 4 - Peymana Nû (Încîl)1 Awa li ber Xwedê û wî Mesîh Îsayê ku wê dîwana mirî û zêndîya bike, ez bi camêrî dibêjim, tu li wê hatin û Pʼadşatîya Wî kî: 2 Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke. 3 Çimkî zemanê bê, ku meriv wê guh nedine hînkirina saxlem, lê wê xwestinêd dilê xwerʼa wan dersdara serhev tʼop kin, yêd ku tiştêd li guhê wan xweş tê wê hîn bikin. 4 Wê guhê xwe ji rʼastîyê dagerʼînin û pey çʼilovîskîya kʼevin. 5 Lê tu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne. 6 Çimkî ez xwexa qurbanbûnêrʼa îdî ser rʼoj-rʼoja me û wextê çûyîna min pêrʼa gihîştîye. 7 Lecêda ez qenc rʼevîm, min rʼîya xwe qedand, bawerî xwey kir. 8 Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne. Salix-sûlix 9 Bike ku zû bêyî cem min. 10 Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê. 11 Tʼenê Lûqa cem min maye. Marqos hilde tʼevî xwe bîne, çimkî vî qulixîda ew kêrî min tê. 12 Tixîko, min şande Efesê. 13 Tu gava bêyî, wî qapʼûtê ku min Troyayêda cem Karpos hişt, tʼevî xwe bîne, usa jî kʼitêbêd gulomatk, îlahî yêd çʼerm. 14 Skenderê hʼedad gelek xirabî li min kir. Xudan wê weke kirinêd wî bîne pêşîya wî. 15 Tu jî hʼevza xwe ji wî bike, çimkî gelekî li ber gotina me rʼabû. 16 Cara pêşin, gava ez li ber dîwanê sekinîm, kesekî pişta min negirt, hʼemûya ez hiştim çûn. Bira ev yek wanrʼa gune neyê hʼesabê! 17 Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm. 18 Xudan wê min ji her kirêd xirab xilaz ke û sax-silamet bigihîne Pʼadşatîya Xweye eʼzmana. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn. Silavêd axirîyê 19 Silavê bide Priskîlayê û Akîla, usa jî mala Onîsîforo, 20 Êrasto li Korintʼê ma, Trofîmo jî, min li Mîletosê nexweş hişt. 21 Bike ku berî zivistanê bêyî. Eybûlo, Pûdês, Lînos, Klawdîya û hʼemû xûşk-bira li te silav dikin. 22 Xudan tʼevî rʼuhʼê te be. Kʼerema Xwedê werʼa be. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia