Tîmotʼêyo II 2 - Peymana Nû (Încîl)Eskerê Mesîh Îsayî qenc 1 Awa lawê min, bi wê kʼerema meye ku yektîya Mesîh Îsada ye qewat be. 2 Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeʼda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin. 3 Awa tʼevî cefê me be, mîna eskerê Mesîh Îsayî qenc. 4 Tʼu esker şixulê binelîtîyêva mijûl nabe, wekî li seresker xweş bê. 5 Leckʼarek jî kʼofîyê nastîne, heger li gora qeyde nekʼeve lecê. 6 Û cotkʼar, ku cefê dikʼişîne, gerekê ew pêşin ji berêd eʼrdê teʼm ke. 7 Bizanibe ez çi dibêjim, çimkî Xudan her tiştîda hʼiş-aqil wê bide te. 8 Bîr bîne wî Îsa Mesîhê ji mirinê rʼakirî, ji zurʼeta Dawid, li gora wê Mizgînîya ez dannasîn dikim. 9 Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne. 10 Lema ez her tiştî teyax dikim, bona xatirê bijartîya, ku ew jî wê xilazbûna ku bi saya Mesîh Îsa ye, bistînin, bi rʼûmeta hʼeta-hʼetayêva tʼevayî. 11 Vê gotinêda xêlif tʼune: Heger em tʼevî Wî mirin, emê tʼevî Wî bijîn jî. 12 Heger em teyax kin, emê pʼadşatîyê jî tʼevî Wî bikin. Heger em Wî înkʼar kin, Ewê jî me înkʼar ke. 13 Heger em amin nemînin, Ewê amin bimîne, çimkî Ew nikare Xwe înkʼar ke. Pʼalê kʼetî-rʼabûyî 14 Van tişta bîne bîra cimeʼtê, li ber Xwedê bike deynê stûyê wan, ku ser xebera hevrʼa nekʼevine deʼwê. Ew kêrî tʼu kesî nayê, tʼenê mala guhdara xirab dike. 15 Bike ku tu li Xwedê xweş bêyî, pʼalekî usa ku şerm nekî, xebera rʼastîyê rʼast şirovekî. 16 Lê ji xeberdanêd hʼerame pʼûçʼ xwe dûr bigire, çimkî evêd ku xwe dane vê yekê, wê hê nepʼakîyêda pêşda herʼin 17 û xeberêd wan mîna xiş-xişê pʼenc dide. Hûmenayo û Filîto jî ji wan in, 18 yêd ku ji rʼastîyê xalifîne û dibêjin, ku rʼabûna mirîya îdî bûye û bawerîya hineka deverʼû dikin. 19 Lê belê hʼîmê ku Xwedê danî qedîm dimîne û ev mor ser e: «Xudan yêd pʼara Xwe nas dike» û «Her kesêd ku navê Xudan hildane ser xwe, bira ew ji neheqîyê dûr bin». 20 Maleke mezinda ne ku tʼenê derdanêd zêrʼ û zîv hene, lê yêd ji dar û hʼerʼîyê jî hene, hinek bona derecêd bilind in, hinek jî bona derecêd nimiz. 21 Awa heger yek xwe ji wan tiştêd necayîz paqij ke, ewê bibe derdaneke dereca bilind, buhurtî-jibare, kêrî xweyê xwe hatî, bona her derecêd qencda hazir. 22 Ji dilxwestinêd cahiltîyê birʼeve, xwe li heqîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, eʼdilayîyê bigire, tʼevî wan be, yêd ku bi dilê sax gazî navê Xudan dikin. 23 Tu xwe ji deʼw-dozêd axmaxe bêfeʼm dûr bigire, çimkî tu zanî ku şerʼ ji wan pêşda tên. 24 Li xulamê Xudan nakʼeve, ku şerʼ bike, lê hindava hʼemûyada berbihêr be, bikaribe hîn ke û bînfire be, 25 bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke, belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerʼin û rʼastîyê nas kin. 26 Hingê ewê ser hʼişê xweda bên, ji tʼeleka wî mîrêcin xilaz bin, kʼîjanî ew girtine, ku eʼmirê wî biqedînin. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia