Tîmotʼêyo II 1 - Peymana Nû (Încîl)Silavkirin 1 Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê, ya ku bi saya Mesîh Îsa ye, 2 Tîmotʼêyoyê lawê xweyî delalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be. Rʼazîbûn û dilşidandin 3 Ez ji Xwedê rʼazî me, ku mîna pêşîyêd xwe bi îsafa rʼihʼet Wîrʼa xulamtîyê dikim, her gav şev û rʼoj nava duayêd xweda te bîr tînim. 4 Gava ez hêsirêd te tînime bîra xwe, dikʼevime demana dîtina te, wekî şabûn bikʼeve dilê min. 5 Ez wê bawerîya teye dilê sax tînime bîra xwe, ya ku berê cem pîrika te Loyîsê û dîya te Eynikê hebû û ez bawer im, ku ya te jî heye. 6 Bona wê yekê ez dikime bîra te, ku tu agirê pʼêşkʼêşa Xwedê hê gurʼ kî, ya ku bi destdanîna min terʼa hate dayînê. 7 Çimkî Xwedê rʼuhʼekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, hʼizkirinê û xwegirtinê. 8 Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê. 9 Xwedê em xilaz kirin, pîrozîyêrʼa gazî kirin, ne ku bona kirinêd me, lê li gora qirar û kʼerema Xwe. Eva kʼerema bi saya Mesîh Îsa, ew hê dewrêd berêda merʼa hate dayînê. 10 Lê niha bi xuyabûna Xilazkirê me Mesîh Îsa eʼyan bû, ku mirin betal kir û jîyîna bê mirin, bi Mizgînîyê rʼonayî kir. 11 Vê Mizgînîyêrʼa ez dannasînkir, şandî û dersdar hatime kʼifşkirinê 12 û lema ez vî cefayî dikʼişînim. Lê ez şerm nakim, çimkî zanim min bawerîya xwe Kʼê anîye û guman im jî, ku Ewî çi ku spartîye min, wê hʼeta wê Rʼojê jî xwey ke. 13 Tu xwe li wî nexşê hînkirina saxlem bigire, ya ku te ji min bihîst û nava wê bawerî û hʼizkirinêda bimîne, kʼîjan ji Mesîh Îsa pʼara me kʼet. 14 Ew tiştêd qence ku li te hatine spartinê bi wî Rʼuhʼê Pîrozî nava meda xwey ke. 15 Tu zanî ewêd ku qeza Asyayêda bûn pişta xwe dane min, Fûgelo û Hêrmoxênîs jî tʼevî wan. 16 Bira Xudan rʼeʼma xwe li mala Onîsîforo bike, çimkî ewî gelek cara dilê min rʼihʼet kir, ji girtina min şerm nedikir, 17 lê gava hate Rʼomayê, gelekî li min gerʼîya, hʼeta ez dîtim, 18 (de bira Xudan bidê, ku ew wê Rʼojê rʼeʼmê ji Xudan bibîne) û Efesêda jî ewî çiqas minrʼa xizmetkʼarî kir, tu rʼind zanî. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia