Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Tîmotʼêyo I 5 - Peymana Nû (Încîl)


Cabdarîya bona eʼmirê mezin û biçʼûka

1 Dilê kalemêra neêşîne, lê dil bide wan, çawa bavê xwe. Cahila çawa birayêd xwe hʼesab ke,

2 pîra çawa dîya xwe, kʼulfetêd cahil çawa xûşkêd xwe, weke şîrê hʼelal.


Jinebîyêd eʼdetî

3 Qedirê jinebîya bigire, yêd ku bi eʼdetî jinebî ne.

4 Lê heger zarʼ yan nevîyêd jinebîkê hebin, bira ew zarʼ pêşîyê mala xweda hîn bin çawa xwedênasîya xwe bidine kʼifşê û bi vî tiherî deynê dê û bavê xwe vegerʼînin, çimkî ev yek li Xwedê xweş tê.

5 Jinebîya eʼdetî ew e, ya ku tʼenê maye û gumana xwe danîye ser Xwedê, şev û rʼojêd xwe bi dua û rʼeca derbaz dike.

6 Lê ya ku kʼêfa dilê xwerʼa ye, mirîya neçʼeʼlkirî ye.

7 Van tişta tʼemî ke, wekî bêlekʼe bin.

8 Lê heger merivek bona xwexatîya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkʼar kirîye û ji nebawera jî xirabtir e.

9 Bira navê wê deftʼera jinebîyada bê nivîsarê, kʼîjan ji şêst salî kêmtir nîne, carekê jî mêrkirî bûye,

10 bi kirinêd qencva jî berbiçʼeʼv e: Mesele, zarʼ mezin kiribin, mêvan qebûl kiribin, nigêd bawermenda şûştibin, dest avîtibe kʼetîya û bona her şixulê qenc jî hazir sekinî ye.

11 Lê jinebîyêd cahil qebûl neke, çimkî gava evana temê xwe xirab dikin, berê xwe ji Mesîh diguhêzin, dixwazin mêr kin

12 û bi vî awayî evî sûcî hiltînine ser xwe, çimkî sozê berê dane alîkî.

13 Serda jî mal bi mal digerʼin, xwerʼanedîtî hîn dibin, ne tʼenê xwerʼanedîtî ne, usa jî gilîgerʼo, tʼevî şixulê xelqê dibin û tiştêd necayîz xeber didin.

14 Awa ez dixwazim ku jinebîyêd cahil mêr kin, zarʼa bînin û malkir bin, wekî zimên nekine devê neyara.

15 Çimkî îdî hinek jinebîyêd cahil xalifîn, pey mîrêcin çûn.

16 Heger jinebîyêd bawermendekê hebin, bira ew alîkʼarîya wan bike û civînê bargiran neke, wekî civîn bikaribe alîkʼarîya jinebîyêd eʼdetî bike.


Bona berpirsîyara

17 Ew berpirsîyarêd ku serwêrtîyê rʼind dikin, bira dubare hêjayî qedir bin, îlahî ewêd ku xeberdan û hînkirinêda dixebitin.

18 Çimkî nivîsar dibêje: «Devê gayê bêderêda dixebite girênede» û «Pʼale hêjayî heqê xwe ye».

19 Xeyba hindava berpirsîyarda bawer neke, heger du yan sê şeʼde tʼunebin.

20 Berpirsîyarêd ku nava gunada dimînin, li ber hʼemûya lê hilê, wekî yêd mayîn jî bitirsin.

21 Ez li ber Xwedê, Mesîh Îsa û milyakʼetêd bijartî dikime deynê stûyê te, ku tu van şîreta bê tʼagêrî xwey kî, tiştekî bi firqîyê nekî.

22 Destê xwe zû daneyne ser yekî bona xizmetkʼarîya Xudan, ne jî tʼevî gunêd yêd mayîn bî. Xwe paqij xwey ke.

23 Ji vir şûnda tʼenê avê venexwe, lê hinekî jî şeravê tʼev ke, bona cîyê mehʼandina xwarinê, ku zû-zû nexweş dikʼevî.

24 Hinek hene, ku gunêd wan kʼifş in û rʼast wan dibine ber dîwanê, lê gunêd hineka jî paşê wê kʼifş bin.

25 Usa jî kirinêd qenc kʼifş in û ew kirinêd ku ne kʼifş in, ew jî veşartî namînin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan