Tîmotʼêyo I 3 - Peymana Nû (Încîl)Bona serwêrêd civînê 1 Vê gotinêda xêlif tʼune: Heger temê yekî li serwêrtîyê heye, ew şixulekî qenc dixwaze. 2 Awa serwêr gerekê bêqusûr be, mêrê jinekê be, xwegirtî, aqilda giran, maqûl, mêvanhʼiz, hînkirinêda serxwe be, 3 ne serxweş, ne sirʼtûk, lê berbihêr, ne şerʼûd, ne pʼerehʼiz. 4 Bira malxêtîyê rʼind li mala xwe bike, zarʼêd xwe gurʼa xweda her alîyava maqûlîyêda mezin ke. 5 (Çimkî heger yek nizane malxêtîyê li mala xwe bike, wê çawa bikaribe civîna Xwedê xwey ke?) 6 Bira ne jî bawermendê nû be, ku nebe kʼubar be, dîwana wî jî mîna ya mîrêcin bê kirinê. 7 Wekî din jî gerekê qedirê wî cem yêd ji civînê der jî hebe, ku nebe bê rʼezîlkirinê û bikʼeve tʼeleka mîrêcin. Bona berdestîyêd civînê 8 Usa jî bira berdestî giran bin, xeberdanêda durʼûtîyê nekin, xwe nedine şeravê, pey kʼeda hʼeram nekʼevin. 9 Rʼastîya bawerîyêye eʼyanbûyî bi îsafa rʼihʼet xwey kin. 10 Û evana jî bira pêşda bêne cêrʼibandinê, heger tiştek ser wan tʼunebe, hingê bira berdestîyê bikin. 11 Usa jî bira jinêd wan giran, ne buxdanbêj, lê xwegirtî, her tiştîda amin bin. 12 Berdestî gerekê mêrê jinekê be, qenc malxêtîyê li zarʼ û mala xwe bike. 13 Ewêd ku rʼind berdestîyê dikin, xwerʼa dereceke bilind qazinc dikin û serbestîke mezin dest tînin bona bawerîya Mesîh Îsa. Surʼa xwedênasîyê 14 Ez ku van tişta terʼa dinivîsim, guman heye ezê zûtirekê ser teda bêm. 15 Lê heger ez derengî jî bikʼevim, tê zanibî gerekê çawa mala Xwedêda rʼabin-rʼûnên, ya ku civîna Xwedêyê sax e, stûn û hʼîmê rʼastîyê ye. 16 Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia