Tîmotʼêyo I 2 - Peymana Nû (Încîl)Derheqa dua û civînêda 1 Awa ez hîvî dikim, berî her tiştî bona hʼemû meriva dua bikin, rʼeca kin, lava kin, rʼazîbûnê bidin, 2 usa jî bona pʼadşa û hʼemû serwêra, wekî em jîyîneke eʼdil û seqirʼî derbaz kin, bi tʼemamîya xwedênasîyê û maqûlîyê. 3 Li ber Xwedêyê Xilazkirê me ev e qenc û li Wî xweş, 4 ku dixwaze hʼemû meriv xilaz bin û rʼastîyê nas kin. 5 Çimkî Xwedêk heye û nava Xwedê û merivada jî navçêtîk, Mesîh Îsayê Meriv, 6 ku Xwe ji ber kʼirʼîna gişkava da. Ev yek rʼast wextda bû îzbatî, ku Xwedê dixwaze hʼemû xilaz bin. 7 Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kʼifşkirinê, (ez rʼast dibêjim, derewa nakim), necihûyarʼa bûme dersdarê bawerîyê û rʼastîyê. 8 Awa ez dixwazim ku mêr her dera destêd xweye hʼelal bilind kin, bê hêrs û bê şerʼ-deʼw dua bikin. 9 Usa jî bira kʼulfet bi kʼincêd layîq, şermê û berbihêrîyê xwe bixemilînin, ne ku bi gulî-gujanga, yan zêrʼ, yan bi durʼa, yan jî bi kʼincêd biha, 10 lê bi kirêd qenc, çawa li wan kʼulfeta dikʼeve, yêd ku navê xwedênasîyê hildane ser xwe. 11 Bira kʼulfet kerʼ hîn be, bi tʼemamîya guhdarîyê. 12 Ez îzinê nadime kʼulfet, ku hîn bike, ne jî hʼukumî ser mêr bike, lê bira deng neke. 13 Çimkî pêşîyê Adem xuliqî, paşê Hêwa 14 û Adem nexapîya, lê jin xapîya û neheqî kir. 15 Lê jin hʼalê zarʼanînêda jî wê xilaz be, heger bi berbihêrîyê nava bawerîyê, hʼizkirinê û paqijayîyêda bimînin. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia