Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Tîmotʼêyo I 1 - Peymana Nû (Încîl)


Silavkirin

1 Ji Pawlos, şandîyê Mesîh Îsa, bi eʼmirê Xwedêyê Xilazkirê me û Mesîh Îsayê gumana me,

2 Tîmotʼêyoyê lawê xweyî bawerîyêdayî heq-hʼelalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.


Şîretêd derheqa hînkirina derewda

3 Gava ez diçûme Mekedonyayê, min hîvî ji te kir, ku li Efesê bimînî, wekî tʼemîyê bidî çend kesa, ku hînkirina nerʼast hîn nekin

4 û guh nedine çʼilovîskîya û rʼeqema silsileta ku xilazîya wan tʼune. Ev yek hê şerʼ-deʼwa tʼevrʼadike, ne ku tʼivdîra Xwedêye ku bi bawerîyê tê naskirinê mîyaser dike.

5 Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.

6 Hinek jê dagerʼîyan û pey gotinêd pʼûçʼ kʼetin.

7 Dixwazin bibine dersdarêd Qanûnê, lê ew xwexa jî nizanin çi dibêjin, ne jî wan tiştêd ku didine zora xwe feʼm dikin.

8 Em zanin ku Qanûn qenc e, heger yek bi qanûnî wê biqedîne.

9 Belê feʼmdarî ye, ku qanûn bona rʼasta nayê dayînê, lê bona neheq û serhʼişka, bona nepʼak û gunekʼara, bona mirʼdarʼ û hʼerama, bona bavkuj û dêkuja, bona mêrkuja,

10 bênamûsa, kʼona, dizêd merîya, derewîn û şeʼdederewa ye û bona her kesêd dine ku tiştêd miqabilî hînkirina saxlem dikin.

11 Ev hînkirin li Mizgînîya xweyîrʼûmete Xwedêyê hêjayî şikirîyê digire, kʼîjan li min hatîye spartinê.


Şêkirandina hindava rʼeʼma Xwedêda

12 Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me rʼazî me, Yê ku qewat da min, ez amin hʼesab kirim, danîme ser vê xizmetkʼarîyê.

13 Min jî berê Ew bêhurmet dikir, dizêrand û neyartî li Wî dikir, lê rʼeʼm li min bû, çimkî min nebawerîyêda bi nezanîya xwe kirin.

14 Kʼerema Xudanê me pʼirʼ ser minda rʼijîya, tʼevî bawerî û hʼizkirina Mesîh Îsa.

15 Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye, ku: «Mesîh Îsa hate dinê, gunekʼara xilaz bike», serê kʼîjana ez im.

16 Lê bona wê yekê rʼeʼm li min bû, wekî Mesîh Îsa ser min, çawa serê gunekʼara tʼemamîya sebira Xwe bide kʼifşê, çawa nexşek bona wan, yêd ku wê bawerîya xwe Wî bînin, jîyîna hʼeta-hʼetayê bistînin.

17 Awa bira wî Pʼadşayê hʼeta-hʼetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalrʼa hurmet û rʼûmet be hʼeta-hʼetayê! Amîn.

18 Vê tʼemîyê ez didime te, lawê min Tîmotʼêyo, li gora wan pʼêxembertîyêd ku pêşda bona te bûn, wekî tu bi wan şerʼê xweyî qenc bikî,

19 dest ji bawerîyê neke û îsafa xwe rʼihʼet xwey ke. Hineka ev yek ji xwe dûr xistine, dewra bawerîya xwe welgerʼandin.

20 Ji wan bûn, Hûmenayo û Skender, yêd ku min dane destê mîrêcin, wekî ew hîn bin rʼastîya Xwedê bêhurmet nekin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan