Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Selanîkî II, 3 - Peymana Nû (Încîl)


Bona me dua bikin

1 Heyneser xûşk-birano, bona me dua bikin, wekî xebera Xudan zû pêşda herʼe û bê pesindayînê, çawa nava weda bû.

2 Dua bikin, wekî em ji merivêd neheq û xirab xilaz bin, çimkî her kes Mizgînîyêda amin nîne.

3 Lê Xudan Xwexa amin e, wê we bişidîne û ji yê Xirab xwey ke.

4 Em bi saya Xudan weda guman in, ku me çi tʼemî dane we, hûn diqedînin û hûnê biqedînin jî.

5 De bira Xudan mêla we bide ser hʼizkirina Xwedê û sebira Mesîh.


Bona yêd bêpʼergale bêxîret

6 Em tʼemî li we dikin xûşk-birano, bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh, ku hûn xwe ji her xûşk-birayê bêpʼergale bêxîret dûr bigirin, yêd ku wan rʼaw-rʼizimêd me dane we naqedînin.

7 Hûn xwexa zanin ku gerekê hûn çʼeʼv bidine me, çimkî em nava weda bêpʼergal-bêxîret nîbûne,

8 ne jî nanê tʼu kesî bê heq xwarîye, lê bi xûdana eʼnîya xwe şev û rʼoj dixebitîn, diçerçirîn, wekî ser we tʼu kesî nebine bargiranî.

9 Ne ku îzina me tʼunebû, lê me nexşê xwe nîşanî we kir, ku hûn çʼeʼv bidine me.

10 Çimkî gava em hê cem we bûn jî, me ev yek werʼa digot: «Kʼî naxwaze bixebite, bira nexwe jî».

11 Belê em dibihên ku nava weda hinek bêpʼergal-bêxîret dijîn, ne şixulkʼarê xwe ne, lê tʼevî şixulê xelqê dibin.

12 Em bi navê Xudan Îsa Mesîh tʼemî û hîvî ji yêd usa dikin, ku bi meʼrîfetî bixebitin û nanê xwe bixwin.

13 Lê hûn xûşk-birano, ji qencîkirinê newestin.

14 Heger yek guhdarîya gotinêd meye vê neʼmêda neke, wî rʼaçʼeʼv kin û hevaltîyê wîrʼa nekin, ku şerm bike.

15 Lê nebe ku bi çʼeʼvê xirab li wî binihêrʼin, lê mîna bira şîret kin.


Dua û silavêd axirîyê

16 De bira Xudanê eʼdilayîyê xwexa, her gav, her alîyîva eʼdilayîyê bide we. Xudan tʼevî we hʼemûya be.

17 Eva silava bi destê min Pawlos e, çawa nîşana hʼemû neʼmêd min. Ez aha dinivîsim.

18 Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî we hʼemûya be.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan