Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Selanîkî II, 1 - Peymana Nû (Încîl)


Silavkirin

1 Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e:

2 De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedê, Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.


Hatina Xudan Îsaye duda û Rʼoja Axretê

3 Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.

4 Lema em xwexa jî nava civînêd Xwedêda pê we difirʼin, bona sebir û bawerîya we, çimkî hûn wan hʼemû zêrandin û tengasîya dikʼişînin, yêd ku têne serê we.

5 Ev yek îzbat dike, ku dîwana Xwedê rʼast e. Û bi vî awayî hûnê hêjayî Pʼadşatîya Xwedê bin, bona kʼîjanê jî hûn wan teʼlî-tengîya dibînin.

6 Belê ev e heqîya Xwedê: Yêd tengasîyê didine we, Xwedê jî wê wan bide tengasîyê

7 û yêd ji we tengasîyêda ne, tʼevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tʼevî milyakʼetêd Xweye zor ji eʼzmênva bi kʼûra êgir xuya be,

8 wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.

9 Ewê bela xwe ji wêranbûna hʼeta-hʼetayê bibînin, ji hʼizûra Xudan û rʼûmeta qewata Wî bêne avîtinê,

10 gava wê Rʼojê Ew bê, wekî nava cimeʼta Xweda bê pesindayînê û hʼemû bawermend wê hʼeyr-hʼujmekʼar bin. Hûnê jî nava wanda bin, çimkî we bawerîya xwe şeʼdetîya me anî.

11 Bona vê yekê em her gav bona we dua dikin, ku Xwedêyê me, we hêjayî wê gazîyê ke û hʼemû nêt-meremêd weye qenc û kirinêd weye ji bawerîyê bi qewatê bîne sêrî.

12 Bi vî awayî wê pesinê navê Xudanê me Îsa li nava weda bê dayînê û hûnê jî nava Wîda bêne pesindayînê, li gora kʼerema Xwedêyê me û Xudan Îsa Mesîh.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan