Selanîkî I, 5 - Peymana Nû (Încîl)Hatina Xudanda hazir bin 1 Lê bona wext û zemana xûşk-birano, ne hʼewce ye em tiştekî werʼa binivîsin, 2 çimkî hûn xwexa pʼak zanin ku Rʼoja Xudan wê mîna dizê şevê bê. 3 Gava bêjin: «Dinê seqirʼî û bêxofî ye», hingê xezebê nişkêva ser wanda bê, mîna êşa kʼulfeta hʼemle û wê nikaribin qet jê xilaz bin. 4 Lê hûn xûşk-birano, teʼrîyêda nînin ku ew Rʼoj mîna dizekî ser weda bigire. 5 Hûn hʼemû jî zarʼêd rʼonayîyê ne û zarʼêd rʼojê ne. Em ne yêd şevê ne, ne jî yêd teʼrîyê ne. 6 Awa em xewêda nemînin mîna yêd mayîn, lê hʼişyar û serxwe bin. 7 Çimkî ewêd ku rʼadizên, şevê rʼadizên û ewêd ku serxweş dibin, şevê serxweş dibin. 8 Lê em ku yêd rʼojê ne, gerekê serxwe bin: Zirihʼa bawerîyê û hʼizkirinê li xwe wergirin, kʼumzirihʼê gumana xilazbûnê jî bidine serê xwe. 9 Xwedê em bona xezebê kʼifş nekirine, lê wekî xilazbûnê bistînin, bi destê Xudanê me Îsa Mesîh. 10 Ew bona me mir, wekî em heger sax bin yan mirî bin, tʼevî Wî bijîn. 11 Bona vê yekê dil bidine hev û alîkʼarîya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî. Tʼemî û silavêd axirîyê 12 Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, qedirê wan bigirin, yêd ku nava weda dixebitin, jîyîna xwedênasîyêda seʼvîtîyê li we dikin û we şîret dikin. 13 Qedirê wana bi hʼizkirinê hê bilind bigirin bona şixulê wan. Hevrʼa tʼifaq bin. 14 Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yêd bêpʼergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî kʼetîya werin, hindava hʼemûyada sebira we hebe. 15 Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabîyêva xirabîyê bike, lê her gav ser nêta qencîyê bin, hin bona hev, hin jî bona hʼemûya. 16 Her tʼim şa bin, 17 her gav dua bikin, 18 her tiştîda rʼazîbûnê bidin, çimkî ev e xwestina Xwedê bi saya Mesîh Îsa bona we. 19 Rʼuhʼê Pîroz netemirînin. 20 Pʼêxembertîya bêrʼûmet nekin. 21 Her tiştî bicêrʼibînin, tiştêd qenc qewîn bigirin. 22 Ji her cûrʼe xirabîyê dûr kʼevin. 23 De bira Xwedêyê ku eʼdilayîyê dide, Xwexa we lap buhurtî-jibare ke, tʼemamîya rʼuhʼ, nifûs û qalibê we bêqusûr xwey ke, hʼeta hatina Xudanê me Îsa Mesîh. 24 Amin e Ewî ku gazî we dike, wê mîyaser ke jî. 25 Xûşk-birano, bona me jî dua bikin. 26 Silavê bidine hʼemû xûşk-bira, bi rʼamûsana şîrê hʼelal. 27 Ez li ber Xudan dikime deynê stûyê we, ku hûn vê neʼmê ber hʼemû xûşk-bira bixûnin. 28 Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh werʼa be. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia