Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Selanîkî I, 4 - Peymana Nû (Încîl)


Jîyîna ku Xwedê xweş tê

1 Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.

2 Çimkî hûn zanin me bi saya Xudan Îsa çi tʼemî dane we.

3 Xwestina Xwedê ew e, ku hûn hʼelal bin, ji qavîyê dûr bin.

4 Bira ji we her kes jî zanibe qalibê xwe hʼelal û bi namûsî xwey ke,

5 ne bi xwestina temê xirab, mîna pʼûtpʼarista, yêd ku Xwedê nas nakin.

6 Bira nebe ku yek wê yekêda ji eʼsiltîyê derê û namûsa xûşk-birarʼa bilîze. Xudanê bona van hʼemû tişta hʼeyfê ji meriva hilde, çawa me ev yek pêşda werʼa got û bi meʼrîfetî tʼemî li we kir.

7 Çimkî Xwedê gazî me li hʼeramîyê nekirîye, lê li hʼelalîyê.

8 Awa kʼî vê tʼemîya hʼelalîyê tʼexsîr dike ew mêriv tʼexsîr nake, lê Xwedê, Yê ku Rʼuhʼê Xweyî Pîroz jî dide we.

9 Lê bona hʼizkirina hindava xûşk-birada, tiştekî me tʼune werʼa binivîsin, çimkî hûn xwexa ji Xwedê hîn bûne, ku hev hʼiz bikin.

10 Û hûn îdî wê hʼizkirinê hindava hʼemû xûşk-birayêd tʼemamîya Mekedonyayêda didine kʼifşê. Lê em hîvî ji we dikin xûşk-birano, ku hûn wê yekêda hê pêşda herʼin.

11 Bikin ku hûn giran-seqirʼî bijîn û ji we her kes şixulê xweva mijûl be û bi destê xwe bixebite, çawa me tʼemî li we kir,

12 wekî pʼergalîya we tʼevî yêd derva meʼrîfetî be û hûn hʼewcê tiştekî nebin.


Hatina Xudan û rʼabûna mirîya

13 Xûşk-birano, em dixwazin ku hûn derheqa mirîyada zanibin, wekî ber xwe nekʼevin, mîna ewêd bê guman.

14 Awa heger em bawer dikin, ku Îsa mir û ji mirinê rʼabû, usa jî Xwedê wê mirîyêd ser bawerîya Îsa tʼevî Wî vegerʼîne.

15 Em vê yekê bi gotina Xudan werʼa dibêjin: Em ku hʼeta hatina Xudan bijîn sax bimînin, tʼu car pêşîya mirîya nakʼevin.

16 Xudanê xwexa bi eʼlametîke fermanî, bi dengê serekmilyakʼet û lêxistina borʼîya Xwedê ji eʼzmên bê xwarê û ew mirîyêd ku bawerîya xwe Mesîh anîbûn, wê pêşîyê ji mirinê rʼabin,

17 paşê, em ku sax mane, tʼevî wan eʼwrava bêne rʼahiştinê, hewêda rʼastî Xudan bên û bi vî awayî emê hʼeta-hʼetayê tʼevî Xudan bin.

18 Awa bi van xebera ber dilê hevda werin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan