Selanîkî I, 3 - Peymana Nû (Încîl)1 Heyneser, me îdî nikaribû sebir bikira. Em şêwirîn, ku em tʼenê bimînine Atʼînayê 2 û Tîmotʼêyoyê birayê me, yê ku tʼevî me bona Xwedê, Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we, 3 wekî van tengasîyada tʼu kes ji we nelikʼume. Çimkî hûn xwexa zanin ku ev yekana bona me ne. 4 Belê gava em cem we bûn, me hê hingêda werʼa digot, ku emê rʼastî tengasîya bên û usa jî bû, çawa hûn zanin. 5 Bona vê yekê min îdî sebir nekir, Tîmotʼêyo şand, wekî ez haş ji bawerîya we hebim, ku nebe Cêrʼibandkir hûn cêrʼibandibin û cefê me deya herʼe. 6 Lê niha Tîmotʼêyo ji cem we ser meda vegerʼîya û mizgînîya bawerî û hʼizkirina we da me. Wî got, ku we em xweş bîra xweda xwey kirine û hʼeyra meda ne, çawa em jî ya weda. 7 Awa xûşk-birano, nava hʼemû teʼlî û tengîyêd meda bi eşqî wê bawerîya we bîn hate ber me, 8 çimkî gava hûn rʼîya Xudanda miqerʼm dimînin, bîn jî tê ber me. 9 Em çi rʼazîbûnê dikarin bidine Xwedê bona we û wan hʼemû şabûna, ku em bona we li ber Xwedêyê xwe şa dibin? 10 Em şev û rʼoj bi dil û can rʼeca dikin, ku rʼûyê we bibînin û kêmasîya bawerîya we tʼijî kin. 11 De bira Xwedê, Bavê me xwexa û Xudanê me Îsa rʼîya me rʼast ke, em bêne cem we. 12 Bira Xudan hʼizkirina we hindava hev û hʼemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye. 13 De bira Ew dilê we bişidîne, wekî hûn pîrozîyêda bêqusûr bin, li ber Xwedê Bavê me, wextê hatina Xudanê me Îsa, hʼemû pîrozêd Xweva tʼevayî. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia