Selanîkî I, 2 - Peymana Nû (Încîl)Kʼarê Pawlos li Tʼêsalonîkêda 1 Hûn xwexa jî zanin xûşk-birano, ku em badîhewa nehatine cem we. 2 Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa kʼişandibû û hatibûne rʼezîlkirinê, çawa hûn zanin, paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê werʼa bêjin. 3 Vê hîvîkirina meda ne tiştekî xêlif heye, ne hʼeramî û ne jî fêlbazî. 4 Lê çawa Xwedê em layîqî vê yekê kirin û Mizgînîdayîn sparte me, em usa xeber didin. Em usa nakin ku li meriva xweş bên, lê li Xwedê, Yê ku dilê me eʼnene dike. 5 Me gotinêd xweda hʼilekʼarî nekirin, çawa hûn zanin, ne jî pey timaya tʼerkelipaskirî kʼetin. Xwedê şeʼde ye! 6 Ne jî em navê xwe gerʼîyan, ne nava weda, ne nava yêd mayînda, 7 belê me dikaribû çawa şandîyêd Mesîh ser we bibûna bargiranî. Lê belê em nava weda rʼûnerm bûne, çawa kevanîk ku zarʼêd xwerʼa dirʼicife. 8 Usa jî dilê me ser we dişewitî, hʼeta ku me dixwest ne ku tʼenê Mizgînîya Xwedê bida we, lê eʼmirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delalîyêd me. 9 Ew xebat û cefê me tê bîra we xûşk-birano? Em şev û rʼoj dixebitîn, ku ser we tʼu kesî nebine bargiranî, gava me Mizgînîya Xwedê werʼa dannasîn kir. 10 Hûn xwexa şeʼde ne, usa jî Xwedê, ku em tʼevî we bawermenda çawa hʼelal, rʼast û bêqusûr rʼabûn-rʼûniştin. 11 Hûn pʼak zanin em hindava we her kesîda usa bûne, çawa bav hindava zarʼêd xweda. 12 Me dil dida we, li ber dilê weda dihatin û lava ji we dikir, ku hûn layîqî Wî Xwedêyî bimeşin, Yê ku hûn gazî Pʼadşatî û rʼûmeta Xwe kirine. 13 Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike. 14 Çimkî hûn jî xûşk-birano, kʼetine hʼalê wan civînêd Xwedêye pʼara Mesîh Îsa, ku li Cihûstanê ne, we jî xût ew cefa destê miletê xweda kʼişandin, çawa wan jî destê wan cihûyada, 15 yêd ku hin Xudan Îsa, hin jî pʼêxember kuştin û em jî zêrandin. Evana li Xwedê xweş nayên û miqabilî dinê-eʼlamê ne! 16 Vana dikir, wekî em necihûyarʼa xeber nedin, ku ew xilaz bin. Bi vê yekê her gav kʼasa xweye guna dadigirtin û heyneser xezeb anîne serê xwe. Pawlos hʼeyra tʼêsalonîkîyada bû 17 Lê em xûşk-birano, rʼast e demeke kin rʼû bi rʼû ji hev xerîb kʼetin, (lê ne bi dila), em hê kʼetine demana dîtina rʼûyê we. 18 Me xwest em bihatana cem we, min Pawlos xwexa jî xwest çend cara bêm, lê mîrêcin rʼê neda me. 19 Belê kʼî ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew kʼofîya em pê difirʼin, ber Xudanê me Îsa, wî zemanê hatina Wîda, heger ne hûn? 20 Rʼast hûn in ew rʼûspîtî û şabûna me. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia