Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Romayî 9 - Peymana Nû (Încîl)


Xwedê û miletê wî cihûyê bijartî

1 Ez bi Mesîh bê xêlif rʼast dibêjim û îsafa min jî bi saya Rʼuhʼê Pîroz minrʼa şeʼdetîyê dide,

2 ku ez gelekî ber xwe dikʼevim û kula dilê min jî kʼûr e.

3 Çimkî min xwexa dixwest nifirʼ li min bibûya, tʼêla min ji Mesîh biqetîya, bona miletê minî ji xûn-goştê min,

4 ku îsraêlî ne. Li wan dikʼeve bibine lawêd Xwedê, Xwedê rʼûmeta Xwe nîşanî wan da, peyman tʼevî wan girêdan, qanûnêd Xwe dane wan û kirine xweyêd hʼebandin û sozêd dayî.

5 Kal-bav jî ji wan in û Mesîh jî alîyê xûn û goştda ji nav wan hat, ku ser hʼemûyarʼa Xwedêyê hʼeta-hʼetayêyî hêjayî şikirîyê ye. Amîn.

6 Lê belê naqewime ku sozê Xwedê xêlif derê, çimkî ne ku ew hʼemû ne îsraêlî, yêd ku ji Îsraêl dinê kʼetine

7 û ne jî hʼemûyêd ji bedena Birahîm bûne zarʼêd wîye heq-hʼelal in, lê hatîye gotinê: «Zurʼeta teyê Îshaqda bê navkirinê».

8 Awa gotî zarʼêd Xwedê ne ew in, yêd ku ji bedena tʼebîyetî ne, lê zarʼêd sozdayî wê zurʼet bêne hʼesabê.

9 Çimkî sozê gotî ev bû: «Saleke din vî çaxî ezê li ser teda bêm û kurʼekê Serayêrʼa bibe».

10 Lê ne tʼenê ev bû, Rʼêvêka jî bi du kurʼa ji bavekî hʼemle derkʼet, awa gotî ji bavê me Îshaq.

11-12 Gava kurʼik hê nebibûn, hê qencî-xirabî nekiribûn, Rʼêvêkayêrʼa hate gotinê: «Yê mezin wê xulamtîyê li yê biçʼûk bike». Ev yek bû, wekî qirara Xwedê weke bijartina Wî derê, ne ku kirava girêdayî be, lê li gora gazîya Xwedê be.

13 Çawa nivîsar e: «Min Aqûb hʼiz kir, lê ji Esaw çûm».

14 Em îdî çi bêjin? Gelo neheqîya Xwedê heye? Na xêr!

15 Çimkî Mûsarʼa dibêje: «Ez kʼîjanî bême rʼeʼmê, Ezê bême rʼeʼmê û dilê Min ser kʼê bişewite, wê bişewite».

16 Ev yek îdî ne ji xwestin yan xîreta mêriv e, lê ji rʼeʼma Xwedê ye.

17 Çimkî nivîsara pîroz Firewinrʼa dibêje: «Bona wê yekê Min tu kirî pʼadşa, wekî qewata Xwe bi te bidime kʼifşê û navê Min tʼemamîya dinyayêda bê gotinê».

18 Awa Xwedê kʼîjana dixwaze tê rʼeʼmê û kʼîjana dixwaze wan serhʼişk dike.


Hêrs û rʼeʼma Xwedê

19 Ku usa ye tê minrʼa bêjî: «Lê îdî çima Xwedê me neheq dike? Kʼî dikare li ber qirara Wî rʼabe?»

20 Lê tu kʼî yî, eʼvdo, ku li ber gotina Xwedê rʼadibî? Gelo cêrʼ dikare cêrʼkerrʼa bêje: «Te çima ez aha çêkirime?»

21 Çima hʼukumê cêrʼker ser axê tʼune ku ji wê hʼerʼîya stirayî hin derdanêd bona rʼûmetê çêke, hin jî bona bêrʼûmetê?

22 Lê çi vê yekêrʼa heye, heger Xwedê xwest berî kʼifşkirina hêrs û qewata Xwe, bi dûmika dirêj gelekî sebira Xwe li wan derdanêd hêjayî hêrsê bîne, yêd ku undabûnêrʼa hazir sekinî ne?

23 Wî ev yek kir, wekî dewlemendtîya rʼûmeta Xwe wan derdanarʼa bide kʼifşê, yêd ku bûne xweyê vê rʼeʼmê, kʼîjan ku Wî pêşda hazir kiribûn, wekî ew tʼevî rʼûmeta Wî bibûna.

24 Û ew derdanêd gazîkirî em in, ne ku tʼenê ji cihûya, lê ji necihûya jî,

25 çawa kʼitêba Hosêyada Ew dibêje: «Cimeʼta ku ne cimeʼta Min e, Ezê bêjimê: ‹Cimeʼta Min› û ya ne delal Ezê bêjimê: ‹Delal›».

26 Û «wê dera ku wanrʼa hate gotinê: ‹Hûn ne cimeʼta Min in›, hema li wir jî ewê lawêd Xwedêyê sax bêne gotinê».

27 Îşaya jî bona Îsraêl dike gazî dibêje: «Heger hʼesabê zarʼêd Îsraêl weke qûma beʼrê be, tʼenê hinek wê jê xilaz be.

28 Çimkî Xudan wê kin û kurt zûtirê dîwana dinê bike».

29 Û çawa Îşaya berî vê yekê got: «Heger Xudanê Zor merʼa zurʼet nehişta, emê bikʼetana rʼoja Sodomê û bibûna mîna Gomorayê».


Îsraêl û Mizgînî

30 Em îdî çi bêjin? Necihûyêd ku pey rʼasthʼesabbûnê nediçûn, gihîştine rʼasthʼesabbûnê, wê rʼasthʼesabbûna ji bawerîyê,

31 lê Îsraêl ku pey Qanûnê diçû ku rʼast bê hʼesabê, negihîşte wê yekê.

32 Çima? Çimkî ew ne ku bi bawerîyê bû, lê bi kirêd xwe. Û ew ser kevirê likʼumandinêda kʼet hol bû,

33 çawa nivîsar e: «Va Ez kevirekî likʼumandinê Sîyonêda datînim, zinarekî jê holbûnê lê her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, wê şermî nebe».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan