Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Romayî 8 - Peymana Nû (Încîl)


Jîyîna bi Rʼuhʼê Xwedê

1 Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.

2 Çimkî qanûna Rʼuhʼê ku jîyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim.

3 Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,

4 wekî rʼastbûna tʼemîyêd Qanûnê nava meda bê qedandinê, em ku bi binyatʼa merivayî najîn, lê bi Rʼuhʼ.

5 Yêd ku li gora binyatʼa merivayê dijîn, ew ser tiştêd binyatʼa merivayê difikirin, lê yêd li gora Rʼuhʼ dijîn, ew ser tiştêd Rʼuhʼ difikirin.

6 Axirîya fikira binyatʼa merivayê mirin e, lê axirîya fikira Rʼuhʼ jîyîn û eʼdilayî ye.

7 Çimkî fikira binyatʼa merivayê dijminê Xwedê ye, ew ber qanûna Xwedê xwe naşkêne, ne jî dikare.

8 Ewêd bi binyatʼa merivayê dijîn, nikarin li Xwedê xweş bên.

9 Lê hûn bi binyatʼa merivayî najîn, lê bi Rʼuhʼ dijîn, heger rʼast Rʼuhʼê Xwedê nava weda dimîne. Lê heger Rʼuhʼê Mesîh dilê yekîda tʼune, ew ne pʼara Wî ye.

10 Û heger Mesîh dilê weda ye, qalib mirî ye, çimkî we gune kir, lê Rʼuhʼ jîyîn e bona we, çimkî hûn rʼast hatine hʼesabê.

11 Û heger ew Rʼuhʼê ku Îsa ji mirinê rʼakir nava weda dijî, ku usa ye Ewê Mesîh ji mirinê rʼakir, wê bi wî Rʼuhʼê Xweyî nava weda, jîyînê bide qalibê weyî pʼûçʼî-mirî jî.

12 Bona vê yekê xûşk-birano, em deyndar in, lê ne deyndarêd binyatʼa merivayê, ku li gora wê bijîn.

13 Çimkî heger hûn li gora binyatʼa merivayê bijîn, hûnê bimirin, lê heger hûn bi Rʼuhʼ kirêd binyatʼa merivayê bikujin, hûnê bijîn.

14 Ewêd ku bi Rʼuhʼê Xwedê têne rʼêberîkirinê, ew in lawêd Xwedê.

15 Çimkî we rʼuhʼekî usa nestandîye, ku we dîsa bike xulam bitirsin, lê we ew Rʼuhʼ standîye, Yê ku we dike lawêd Xwedê, bi Kʼîjanî gazî Wî dikin: «Abba!» awa gotî «Bavo!»

16 Hema ew Rʼuhʼ Xwexa tʼevî rʼuhʼê me şeʼdetîyê dide, ku em zarʼêd Xwedê ne.

17 Û heger zarʼ in, usa jî xweyîwar in, warê Xwedê ne û tʼevî wartîya Mesîh in. Belê heger em tʼevî cefayê Mesîh bûne, emê tʼevî rʼûmeta Wî bin jî.


Rʼûmeta sozdayî

18 Ez aha tʼexmîn dikim, ku cefê meyî vî zemanî, li ber rʼûmeta wê meva eʼyan be, ne tʼu tişt e.

19 Hʼemû eʼfirîn jî bê sebir çʼeʼvnihêrʼî xuyabûna lawêd Xwedê ne.

20 Belê eʼfirîn jî ber bayê betalîyê kʼetin, ne ku bi hʼemdê xwe, lê Xwedê ew dane vê yekê. Lê belê ew guman hebû,

21 ku eʼfirînê xwexa jî ji wê xulamtîya pʼûçʼ aza bin û tʼevî azayî û rʼûmeta zarʼêd Xwedê bin.

22 Çimkî em zanin ku hʼemû eʼfirîn hʼeta niha bi hevrʼa dikine zare-zar û mîna êşa kʼulfetê dikʼişînin.

23 Û ne tʼenê eʼfirîn, lê em xwexa jî, ku me çawa berê deremeta pêşin Rʼuhʼê Pîroz stand, nava xweda zare-zar in û wê hîvîyê ne, hʼeta em heqê lawtîya Xwedê bistînin, awa gotî em bigihîjine azayîya qalibê xwe.

24 Belê vê gumanêda em xilaz bûn. Lê ew gumana ku tê dîtinê, ew ne guman e, çimkî yek çawa dikare gumana wî tiştî be, kʼîjan li ber çʼeʼva ye?

25 Lê heger gumana me li tiştê nedîtî ye, em bi sebirê hîvîyê bimînin.

26 Usa jî Rʼuhʼê Pîroz tê hewara bêtʼaqetîya me, çimkî em nizanin gerekê çawa dua bikin, lê Rʼuhʼê Pîroz Xwexa bi gotinêd kʼesere nayêne ser zar-zimana, bona me lava-navçêtîyê dike.

27 Û Yê dila eʼnene dike zane fikira Rʼuhʼê Pîroz çi ye, çimkî Ew weke qirara Xwedê bona merivêd Xwedê lava-navçêtîyê dike.

28 Em zanin ku her tiştîda Xwedê dike ku wanrʼa bibe qencî, yêd ku Wî hʼiz dikin û li gora qaz-qudreta Wî gazîkirî ne.

29 Çimkî Xwedê kʼîjan pêşda bijartin, ew jî pêşda kʼifş kirin, ku bibine mîna Kurʼê Wî, wekî Îsa nava gelek xûşk-birada nixurî be.

30 Kʼîjan pêşda kʼifş kirin, gazî wan jî kir û gazî kʼîjana kir, ew jî bêsûc kirin û kʼîjan bêsûc kirin, ew jî xweyîrʼûmet kirin.


Hʼizkirina Xwedê: Heger Îsa yar e, kʼî wê neyar be?

31 Awa em çi bêjin bona van tişta? Heger Xwedê pişta me ye, kʼî dikare miqabilî me be?

32 Ewê ku hʼeyfa Wî Kurʼê Wî nehat, lê bona me hʼemûya da der, îdî wê çawa her tiştî tʼevî Wî pʼêşkʼêşî me neke?

33 Kʼî dikare bijartîyêd Xwedê gunekʼar ke? Xwedê ye, ku wan bêsûc dike.

34 Kʼî dikare wan neheq ke? Mesîh Îsa ye ku bona wan mir, lê belê ji mirinê rʼabû jî û kʼêleka Xwedêye rʼastê ye, bona me lava-navçêtîyê dike.

35 Çi wê bikaribe me ji wê hʼizkirina Mesîh biqetîne? Derd-kul, teʼlî-tengî, zêrandin, xelayî-celayî, bêsitʼarî, qede-bela yan şûr?

36 Çawa nivîsar e: «Bona Te em her rʼoj ber mirinê ne, mîna peza serjêkirinê hʼesab dibin».

37 Lê em nava van hʼemû tiştada hê zêde serdikʼevin, bi saya Ewî ku em hʼiz kirin.

38 Çimkî ez eʼseyî zanim ku ne mirin, ne jîyîn, ne milyakʼet, ne şexsek, ne tiştêd hazir, ne tiştêd wê bên, ne tʼu qewat,

39 ne yêd jorin, ne yêd jêrin û ne jî eʼfirînekî mayîn dikare me ji hʼizkirina Xwedê biqetîne, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa pʼara me kʼetîye.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan