Romayî 7 - Peymana Nû (Încîl)Tʼerzekî qenc ji qanûna hʼal-zewacê 1 Hûn rʼind feʼm dikin xûşk-birano, ezê niha derheqa çida werʼa xeber dim, çimkî ez tʼevî wan xeber didim, yêd ku haş ji qanûnê hene: Qanûn ser mêriv haqas wext hʼukum dike, hʼeta ku meriv sax e. 2 Mesele, jina mêrkirî bi qanûnê mêrê xweyî saxva girêdayî ye, lê heger mêr lê dimire, ew hingê ji wê qanûna ku mêrva girêdayî bû aza dibe. 3 Awa heger mêrê wê hê sax be ew bibe jina mêrekî din, wê zinêkʼar bê hʼesabê, lê heger mêr lê bimire, ew ji wê qanûnê aza dibe û zinêkʼar nabe, heger bibe jina mêrekî din. 4 Usa jî hûn xûşk-birayêd min, bi bedena Mesîh hindava Qanûnêda mirin, ku bibine pʼara yekî din, Yê ku ji mirinê rʼabûye, wekî hûn Xwedêrʼa ber bînin. 5 Çimkî gava me hê bi binyatʼa merivayê dijît, temê guna, ku ji Qanûnê serî hildidan, nava qalibêd meda ya xwe dikirin, ku em berê mirinê bidin. 6 Lê niha em hindava Qanûnêda mirin, ji wê xilaz bûn, bi kʼîjanê em girtî bûn, ku em bi jîyîna nûye rʼuhʼanî xulamtîyê Xwedêrʼa bikin, ne ku bi rʼîya Qanûna nivîsar. Qanûn û gune 7 Awa em çi bêjin? Gelo Qanûn gune ye? Na xêr! Lê belê minê gune nas nekira, heger Qanûnê nîbûya. Mesele, dilhavijî jî minê nizanibûya gune ye, heger Qanûnê negotibûya: «Dilhavijîyê neke». 8 Lê gune ji tʼemîyê mecal stand, nava minda her cûrʼe dilhavijî pêşda anîn. Çimkî bê qanûn gune mirî ye. 9 Ez xwexa wextekê bêyî qanûn sax bûm, lê gava tʼemî gihîşte min, gune sax bû 10 û ez mirim. Ew tʼemîya ku wê jîyîn bida min, hema ew jî bû sebebê mirina min. 11 Çimkî gune ji tʼemîyê mecal stand ez xapandim û bi wê kuştim. 12 Awa Qanûn pîroz e û tʼemîya wê pîroz, rʼast û qenc e. 13 Wekî usa ye ya qenc minrʼa bû mirin? Na xêr! Lê ev kirê gune bû, ku bi ya qenc mirin ser minda anî. Ev yek aha bû, wekî hʼunurê gune kʼifş be û bi tʼemîyê hê gunekʼarîya gune kʼifş be. Şerʼê nexuyayî nava însênda 14 Belê em zanin ku Qanûn rʼuhʼanî ye, lê ez xûn û goşt im, xulamekî gunerʼa firotî. 15 Çimkî ez feʼm nakim çi dikim. Ne ku wî tiştî dikim, çi ku dixwazim, lê wî tiştî dikim, çi ku ber çʼeʼvê min rʼeş e. 16 Lê heger ez tiştê ne bi dilê xwe dikim, Qanûnêrʼa qayl im, ku ew qenc e. 17 Lê awa ne ku ez wê yekê dikim, lê belê gunê ku nava minda dimîne dike. 18 Ez zanim ku nava minda, awa gotî binyatʼa minda, tʼu tiştê qenc namîne, çimkî xîreta min qebûl nake, lê ew yek minrʼa li hev nayê. 19 Belê wê qencîya ku dixwazim bikim nakim, lê xirabîya ku naxwazim wê dikim. 20 Heger ez wî tiştê ne bi dilê xwe dikim, îdî ne ku ez dikim, lê ew gunê ku nava minda dimîne, ew dike. 21 Awa ez qanûnekê dibînim: Gava dixwazim ku qencîyê bikim, bê hʼemdê min dibe xirabî. 22 Ez bi kʼûrayîya dilê xwe qanûna Xwedê begem dikim, 23 lê qanûneke din nava xweda dibînim ku miqabilî wê qanûna hʼişê min begem kirîye dike şerʼ û min dike hêsîrê qanûna guna, ya ku nava minda ye. 24 Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im! Kʼî wê min ji destê vî qalibê pʼûçʼî-mirî xilaz ke? 25 (Şikir ji Xwedêrʼa, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh!) Bi vî awayî ez xwexa bi hʼiş-aqilê xwe xulamtîyê qanûna Xwedêrʼa dikim û bi qalibê xwe xulamtîyê qanûna gunarʼa dikim. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia