Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Romayî 6 - Peymana Nû (Încîl)


Bona guna mirî, lê bona Mesîh sax

1 Lê em niha çi bêjin? Em nava gunada bimînin, ku kʼerema Xwedê ser meda zêde be?

2 Tʼu car! Em ku hindava gunada mirin, çawa dikarin hê nava wanda bijîn?

3 Hûn nizanin em ku yektîya Mesîh Îsada hatine nixumandinê, mirina Wîda hatine nixumandinê?

4 Bi nixumandinê em îdî tʼevî mirina Wî bûne û tʼevî Wî hatine definkirinê, wekî çawa Mesîh bi rʼûmeta Bavê ji mirinê rʼabû, usa jî emê bikaribin jîyîna nûda bijîn.

5 Çimkî heger em mîna mirina Wî mirin tʼevî Wî bûn, emê usa jî mîna rʼabûna Wî ji mirinê rʼabin.

6 Em vê yekê zanin ku binyatʼa meye kevin tʼevî Wî xaç bû, wekî qalibê gunekʼar serî hilnede, ku ji vir şûnda em nebine xulamêd gune.

7 Çimkî ewê ku mirîye, ew ji gune azabûyî ye.

8 Awa heger em tʼevî Mesîh mirine, em bawer dikin, ku emê tʼevî Wî bijîn jî.

9 Çimkî em zanin Mesîh ku ji mirinê rʼabûye, îdî namire, mirin ser Wî îdî hʼukum nake.

10 Mirina Ew mir, hindava guneda carekê bona her tʼim mir, lê jîyîna ku niha dijî, hindava Xwedêda dijî.

11 Usa jî hûn xwe hindava guneda mirî hʼesab kin, lê hindava Xwedêda sax, bi saya Mesîh Îsa.

12 Awa bira îdî gune hʼukumî ser qalibê weyî pʼûçʼî-mirî neke, ku hûn gurʼa xwestinêd wî bikin.

13 Û endemêd qalibê xwe nedine gune ku bibine hacetêd neheqîyê, lê belê xwe bidine destê Xwedê, çawa yekî ji mirinê rʼabûyî, bira endemêd we bibine hacetêd heqîyê, bona Xwedê.

14 Û gune wê serwêrtîyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremêda.


Xulamêd heqîyê

15 Îdî çi? Em guna bikin, çimkî ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremê? Tʼu car!

16 Hûn haqas tişt nizanin ku hûn bona xulamtîyê destê kʼêva diçin û gurʼa kʼê dikin, dibine xulamêd wî? Heger hûn xulamêd gune bin, diçine berbi mirinê, lê heger hûn xulamêd Xwedê bin, gurʼa Wîda bin, diçine berbi rʼasthʼesabbûnê.

17 Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.

18 Hûn ji gune aza bûn û bûne xulamêd heqîyê.

19 (Ez mîna eʼdetê merivayê dibêjim, bona binyatʼa weye merivayîye bêtʼaqet.) We çawa wextekê endemêd xwe dane neheqîyê ku bibine xulamêd hʼeramîyê û neheqîyê, usa jî niha endemêd xwe bidine hʼelalîyê ku bibine xulamêd heqîyê.

20 Gava hûn xulamêd gune bûn, ji heqîyê aza bûn.

21 Hingê we ji kirinêd xwe çi ber çinîn, bona kʼîjana niha hûn şerm dikin? Ew axirîyê mêriv dibine berbi mirinê.

22 Lê niha hûn ji gune ku aza bûn û bûne xulamêd Xwedê, berê hʼelalîyê diçinin û axirîya wan jî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.

23 Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan