Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Romayî 5 - Peymana Nû (Încîl)


Bi Îsa Mesîh em tʼevî Xwedê li hev hatine

1 Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.

2 Pê Wî me bi bawerîyê mecal dît tʼevî wê kʼeremê bin, kʼîjanêda em sekinîne. Û bi wê gumana ku emê tʼevî rʼûmeta Xwedê bin difirʼin.

3 Û ne tʼenê bi vê yekê, lê em bi tengasîyêd xwe jî difirʼin, çimkî em zanin ku tengasî sebirê tîne,

4 sebir jî kʼetin-rʼabûnê, kʼetin-rʼabûn jî gumanê.

5 Û guman jî me rʼûrʼeş nake, çimkî hʼizkirina Xwedê ser meda bi wî Rʼuhʼê Pîroz barîye, Yê ku merʼa hatîye dayînê.

6 Çimkî gava eme hê bêçʼare bûn, Mesîh bona me nepʼaka wextda mir.

7 Degme bona merivekî rʼast yek bimire, belkî bona merivekî qenc yekê biwêre bimire,

8 lê belê Xwedê hʼizkirina Xwe hindava meda hingê da kʼifşê, gava eme hê gunekʼar bûn, Mesîh bona me mir.

9 Niha em ku bi xûna Wî li ber Xwedê rʼast hʼesab bûne, hê çiqas zêde emê bi Wî ji xezebê xilaz bin.

10 Heger em tʼevî Xwedê bi mirina Kurʼê Wî li hev hatin, gava eme neyar bûn, lê hê çiqas zêde pê wê lihevhatinê emê bi jîyîna Wî xilaz bin.

11 Û ne tʼenê haqas, lê bi Xwedê jî em difirʼin, saya Xudanê xwe Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî em tʼevî Xwedê li hev hatine.


Adem û Mesîh

12 Awa bi merivekî gune kʼete dinê û ji gune jî mirin hat. Bi vî awayî mirin ser hʼemû meriva bela bû, çimkî hʼemûya jî gune kir.

13 Berî Qanûnê, dinyayêda gune hebû, lê dera ku qanûn tʼune, gune nayê hʼesabê.

14 Lê belê mirinê ji Adem girtî hʼeta Mûsa hʼukum kir, hʼeta ser wan jî, yêd ku mîna Adem gurʼa Xwedê dernekʼetin. Adem mîna tʼerzekî Wî bû, Yê ku wê peyrʼa bihata.

15 Lê pʼêşkʼêşa Xwedê mîna neheqîya Adem nîne. Çimkî heger bi neheqîya merivekî gelek mirin, hê çiqas zêde kʼerema Xwedê û dayîna ku bi kʼerema Merivekî, yanê ya Îsa Mesîh ser geleka zêde bû.

16 Û pʼêşkʼêş ne usa ye, çawa heqê gunê yekî, çimkî dîwanê bi gunekî sûcdarî anî, lê pʼêşkʼêşê ji gelek neheqîya bêsûc kir.

17 Çimkî heger bi neheqîya merivekî û rʼûyê wîda mirinê hʼukum kir, çiqas zêde ewêd ku kʼerema Xwedêye dewlemend û rʼasthʼesabbûnê pʼêşkʼêş distînin wê jîyînêda bi saya Yekî, awa gotî Îsa Mesîh pʼadşatîyê bikin.

18 Awa bi vî awayî pê neheqîkê dîwana tʼemamîya merivayê bû, usa jî bi kirineke rʼast hʼemû meriv wê rʼast bêne hʼesabê û jîyînê bistînin.

19 Çawa bi neguhdarîya yekî gelek bûne gunekʼar, usa jî bi guhdarîya Yekî gelek wê rʼast bêne hʼesabê.

20 Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû,

21 wekî çawa gune bi mirinê hʼukum kir, usa jî kʼerema Xwedê bi rʼasthʼesabkirinê hʼukum bike, me bibe berbi jîyîna hʼeta-hʼetayê bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan