Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Romayî 4 - Peymana Nû (Încîl)


Birahîm bi bawerîyê rʼast hate hʼesabê

1 Em îdî çi bêjin bona Birahîmê baveʼşîrê xwe, alîyê bedenêda? Ewî çi dît?

2 Heger Birahîm bi kirêd xwe rʼast hʼesab bibûya, hingê dikaribû bi kirêd xwe bifirʼîya, lê ne li ber Xwedê.

3 Lê kʼa nivîsar çi dibêje? «Birahîm Xwedê bawer kir û ew yek jêrʼa rʼastî hate hʼesabê».

4 Awa heger yek şixulekî dike, maşê wî jêrʼa nayê dayîn çawa pʼêşkʼêş, lê çawa deyn.

5 Lê heger gumana yekî ne ser şixulê wî ye, lê bawerîya xwe Wî tîne, Yê ku nepʼaka bêsûc dike, bi vê bawerîyê ew rʼast hʼesab dibe.

6 Dawid jî aha xwezîya xwe li wî merivî tîne, yê ku Xwedê bêyî kira wî rʼast hʼesab dike.

7 «Xwezî li wan, ku neheqîyêd wan hatine baxşandinê û gunêd wan hatine nixamtinê.

8 Xwezî li wî bendeyî, ku Xudan wîrʼa gune hʼesab nake».

9 Gelo eva xwezîya li sinetbûyîya tê dayînê, yan nesinetbûyîya? Çawa me got, ku bawerîya Birahîm jêrʼa rʼastî hate hʼesabê.

10 Lê belê kʼengê hate hʼesabê? Pey sinetbûnêrʼa, yan berî sinetbûnê? Ne ku pey sinetbûnêrʼa, lê berî sinetbûnê.

11 Û paşê ewî sinetbûn nîşan stand, çawa mora rʼasthʼesabbûnê, bi wê bawerîya xweye berî sinetbûnê. Bi vî awayî Birahîm bû bavê hʼemû bawermendêd nesinetbûyî, wekî ew jî rʼast bêne hʼesabê

12 û usa jî bû bavê sinetbûyîya, ne ku tʼenê yê sinetbûyîya, lê yê wan jî, kʼîjan pʼêga wê bawerîyêda diçin, ya ku Birahîmê bavê me hê berî sinetbûnê bawer kir.


Xwedê sozê xwe bi bawerîyê dide

13 Ew sozê Birahîm û zurʼeta wîrʼa hate dayînê ku dinyayê war bin, ne ku bi kirêd Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku wî bawer kir û rʼast hate hʼesabê.

14 Heger tʼenê ewêd ji kirêd Qanûnê bibûna xweyê war, hingê bawerî wê pʼûçʼ bûya û sozê jî betal bûya.

15 Çimkî Qanûn hêrsê rʼadike. Dera ku qanûn tʼune, qanûntʼerʼibandin jî tʼune.

16 Bi vî awayî soz bi bawerîyê tê standinê, wekî soz bona hʼemû zurʼetêd Birahîm pʼêşkʼêşeke erêkirî be, ne ku tʼenê bona wane yêd ku qanûnê diqedînin, lê bona wan jî, yêd ku mîna Birahîm bawer dikin. Çimkî Birahîm bavê me hʼemûya ye,

17 çawa nivîsar e: «Min tu kirî bavê gelek mileta». Ew bavê me ye, li ber wî Xwedêyê ku ewî bawer kir, wekî Ew mirîya sax dike û gazî tiştêd tʼunene dike, çawa ku hene.

18 Wî cîyê ku guman nemabû, Birahîm bi guman bawer kir, ku ewê bibe bavê gelek mileta, çawa hatibû gotinê: «Zurʼeta teyê jî wê haqasa be».

19 Û ew bawerîyêda sist nebû, ne hʼalê qalibê xweda nihêrʼî, wekî îdî mîna mirîya bû, (çimkî ew nêzîkî sed salî bû) û ne jî betʼina Serayêye mirî nihêrʼî.

20 Lê bawerîya xwe li sozê Xwedê anî û dudilî nebû, bi bawerîyê ser qewata xweda hat, şikirîya xwe Xwedê anî

21 û wê yekêda bawer bû, ku Yê soz daye wê bîne sêrî jî.

22 Bona vê bawerîyê «jêrʼa rʼastî hate hʼesabê».

23 Lê ev gotin ne tʼenê bona Birahîm hate nivîsarê, ku Xwedê ew rʼast hʼesab kir,

24 lê belê ew bona me jî nivîsar e. Rʼastbûnê merʼa jî bê hʼesabê, kʼîjanêd ku bawerîya xwe Wî tînin, Yê ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir.

25 Îsa bona neheqîyêd me hate kuştinê û ji mirinê rʼabû, ku em rʼast bêne hʼesabê.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan