Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Romayî 3 - Peymana Nû (Încîl)

1 Îdî cihû çiva zêde ye? Yan jî çi feyda sinetîyê heye?

2 Gelekî, bi her alîyava. Berê pêşin wê yekêva, ku gotinêd Xwedê li wan hatine spartinê.

3 Awa heger ji wan hinek amin neman, dibe ku ji dest bêaminîya wan Xwedê wê bêamin derê?

4 Tʼu car! De bira Xwedê rʼast be û hʼemû meriv derew, çawa nivîsar e: «Wekî gotinêd Xweda Tu bêsûc derêyî û dîwana Xweda Tu serkʼevî».

5 Lê heger neheqîya me heqîya Xwedê dide kʼifşê, em çi bêjin? Wekî usa ye Xwedê neheq e, ku xezebê tîne serê me? (Bi merivayî xeber didim).

6 Tʼu car! Heger ne usa be, Xwedê wê çawa dîwana dinê bike?

7 Lê heger rʼastîya Xwedê, bona rʼûmeta Wî, bi derewîya min hê kʼifş dibe, lê îdî çima wê dîwana min mîna gunekʼarekî bê kirinê?

8 Û gelo heq e ku em aha bêjin: «Xirabîyê bikin, ku bibe qencî», çawa hinek şerʼa li me gilî dikin, yanê em usa dibêjin? Ew meriv wê rʼast ser bela xwe vebin.


Merivê rʼast tʼune, hʼemû gunekʼar in

9 Awa em îdî çi bêjin? Em cihû tiştekîva ji necihûya çêtir in? Na xêr! Çimkî me îdî jor da kʼifşê, çawa cihû, usa jî necihû, hʼemû jî bin hʼukumê guneda ne.

10 Çawa nivîsar e: «Yekî rʼast tʼune, tʼu kes tʼune,

11 kesek tʼune, ku feʼm bike, kesek tʼune, li Xwedê bigerʼe.

12 Hʼemû bende xalifî ne, bi hevrʼa tʼevayî bêkêr bûne, yekî qencîyê bike tʼune, tʼu kes tʼune.

13 Gewrîya wane tʼirba vekirî ye, zimanê wane derewîn e, jeʼra meʼra bin zarê wan e.

14 Devê wana tʼijî nifirʼ û teʼlî ye,

15 nigê wane xûnrʼêtinêrʼa dilezîne.

16 Rʼîya wane qede û bela ne.

17 Rʼîya eʼdilayîyê nasnekirî ne,

18 tirsa Xwedê li ber çʼeʼva qet tʼunî ne».

19 Awa em zanin Qanûn çi ku dibêje, wanarʼa dibêje, yêd ku bin hʼukumê Qanûnêda ne, wekî hʼemû dev bêne girêdanê û tʼemamîya dinyayê li ber dîwana Xwedê cabdar be.

20 Çimkî bi kirêd Qanûnê tʼu qûl-bende wê li ber Xwedê rʼast derneyê, lê bi Qanûnê gune tê naskirinê.


Însan li ber Xwedê bi bawerîyê rʼast tê hʼesabê

21 Lê niha bêyî Qanûnê, rʼasthʼesabkirina Xwedê xuya bûye, bona kʼîjanê Qanûn û pʼêxember jî şeʼdetîyê didin.

22 Ev e rʼasthʼesabkirina Xwedê: Kʼî bawerîya xwe Îsa Mesîh tîne, Xwedê wan hʼemûya li ber Xwe rʼast hʼesab dike. Firqî tʼune,

23 çimkî hʼemûya gune kir û negihîştine rʼûmeta Xwedê.

24 Lê ji kʼerema Wî, bi azakirina Mesîh Îsa rʼasthʼesabbûnê pʼêşkʼêş distînin.

25 Xwedê Ew kʼifş kiribû, ku Ew bi xûna Xwe li ber gunêd wan kʼeve, yêd ku vê yekê bawer bikin. Xwedê ev yeka kir, ku rʼasthʼesabkirina Xwe bide kʼifşê, çimkî Wî bi sebira Xwe guh neda wan gunêd ku pêşda hatibûne kirinê.

26 Awa gotî Xwedê bi Îsa ev yek kir, wekî rʼasthʼesabkirina Xwe vî zemanîda bide kʼifşê, ku Xwexa rʼast e û her kesê ku bawerîya xwe Îsa tîne, wan rʼast hʼesab dike.

27 Awa îdî çi maye ku em pê bifirʼin? Hʼemû pʼûçʼ bû çû. Çima pʼûçʼ bû? Çimkî em Qanûnê diqedînin? Na xêr, lê çimkî em bawer dikin.

28 Çimkî meva feʼmdarî ye, ku meriv bi bawerîyê rʼast hʼesab dibe, bêyî kirêd Qanûnê.

29 Yan Xwedê tʼenê Xwedê cihûya ye? Ne yê necihûya ye? Belê, yê necihûya ye jî,

30 çimkî Xwedê yek e û ew yêd sinetbûyî bi bawerîyê rʼast hʼesab dike û nesinetbûyîya jî dîsa bi wê bawerîyê.

31 Wekî usa ye em bi bawerîyê Qanûnê betal dikin? Tʼu car, lê em Qanûnê mak dikin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan