Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Romayî 2 - Peymana Nû (Încîl)


Dîwana Xwedêye heq

1 Awa eʼvdo, dixwazî kʼî bî, gava loma dikî, tu nikarî xwe bêsûc kî. Çawa loma xelqê dikî, usa jî tu xwe lomekʼar dikî, çimkî tu ku loma dikî, xût wan tişta dikî.

2 Lê em zanin ku dîwana Xwedê wê bi rʼastîyê ser wanda bê, yêd ku tiştêd usa dikin.

3 Awa eʼvdo, tu ku loma xweyê van kira dikî û tu xwexa jî wan tişta dikî, te tʼirê tê ji dîwana Xwedê birʼevî?

4 Yan jî tu ku dewlemendtîya şîrinayî, berbihêrî û sebira Wî bêhurmet dikî, tu nizanî ku şîrinayîya Xwedê te dibe berbi tʼobekirinê?

5 Lê tu bi serhʼişkî û dilkevirîya xwe xezebê ser xweda dicivînî, bona Rʼoja Xezebê, gava dîwana Xwedêye heq xuya be.

6 Ewê weke eʼmelê her kesî bîne pêşîya wan.

7 Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin.

8 Lê hêrs û xezebê ser wanda be, yêd ku kʼara xwe digerʼin, dest ji rʼastîyê kirine û xwe dane xirabîyê.

9 Tengasî û zulmê ser wan hʼemûyada bê, yêd xirabîyê dikin, pêşîyê ser cihûya, paşê ser necihûya.

10 Lê hurmet, rʼûmet û eʼdilayî wê wan hʼemûyarʼa be, yêd ku qencîyê dikin, pêşîyê cihûrʼa û paşê necihûrʼa.

11 Çimkî li cem Xwedê firqî tʼune.

12 Ewêd bêyî Qanûna Mûsa ku gune dikin, bêyî Qanûn jî wê unda bin, lê ewêd xweyîqanûn ku gune dikin, bi Qanûnê jî wê dîwana wan bibe.

13 Çimkî ne ku ewêd Qanûnê dibihên li ber Xwedê rʼast in, lê ewêd ku Qanûnê diqedînin wê rʼast bêne hʼesabê.

14 Necihûyêd ku Qanûna wan tʼune, gava bê hʼemdê xwe xwestinêd Qanûnê diqedînin, belê ewe bê Qanûn in, xwexa bona xwe dibine qanûn.

15 Çimkî evana didine kʼifşê, ku xwestina Qanûnê dilê wanda nivîsar e. Îsafa wan jî şeʼdetîya vê yekê dide û fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin.

16 Wê Rʼojê wê usa be, gava Xwedê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştêd merivaye dizîva bike, anegorî Mizgînîya ku ez dannasîn dikim.


Cihû û Qanûn

17 Awa tu cihû têyî hʼesabê, te xwe spartîye Qanûnê û bi Xwedêyê xwe difirʼî,

18 xwestina Wî zanî û ji Qanûnê hîn bûyî, qencî-xirabîyê ji hev derdixî.

19 Û tu ser xwe guman î, ku rʼêberê kora yî, rʼonayîya ber yêd teʼrîyêda,

20 şîretkʼarê bêfeʼma, dersdarê xişîma. Tu xweda jî guman î, ku bi Qanûnê xût tu xweyê tʼerzê zanebûnê û rʼastîyê yî.

21 Lê belê awa tu ku hevalê xwe hîn dikî, xwexa xwe hîn nakî? Dannasîn dikî, ku nedizin, lê tu didizî?

22 Dibêjî: «Zinîyê neke», lê zinîyê dikî? Ji pʼûta zivêr î, lê pʼaristgehêd wan tʼalan dikî?

23 Bi Qanûnê difirʼî, lê Qanûnê ditʼerʼibînî, Xwedê bêhurmet dikî?

24 Çawa nivîsar e: «Rʼûyê we cihûyada navê Xwedê nava necihûyada tê bêhurmetkirinê».

25 Belê kʼara sinetîyê wê hebe, heger Qanûnê biqedînî. Lê heger tu Qanûnê ditʼerʼibînî, sinetbûna te dibe bêsinetî.

26 Usa jî, heger yê nesinetkirî tʼemîyêd Qanûnê biqedîne, nesinetîya wî wê sinetî neyê hʼesabê?

27 Û yê binyatʼa xweda nesinetkirî ku Qanûnê diqedîne, wê dîwana te bike, ku tu xweyê nivîsar û sinetîyê yî, lê Qanûnê ditʼerʼibînî.

28 Çimkî cihû ne ew e, ku dervava ye û sinetî ne ew e, ku dervava ser bedenê ye.

29 Lê cihû ew e, yê ku dilê xweda cihû ye û sinetîya rʼast dilê sinetbûyî ye, bi Rʼuhʼ, ne bi Qanûna nivîsar. Yê ha, ne ku meriv pʼeyê wî didin, lê Xwedê.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan