Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Romayî 16 - Peymana Nû (Încîl)


Silavêd Pawlose axirîyê

1 Ez tʼemîya xûşka Foybê didime we, ya ku berdestîya civîna Kenxêryayê dike.

2 Hûn wê bi navê Xudan qebûl kin, çawa li cimeʼta Xwedê dikʼeve û gava dibe hʼewcê tiştekî, destê xwe dirêjî wê kin, çimkî ewê jî xweyîtî geleka kirîye û usa jî min.

3 Silavê bidine Priskîlayê û Akîla, heval-xebatêd mine şixulê Mesîh Îsada.

4 Wana bona min dest ji eʼmirê xwe kʼişand, ne ku tʼenê ez ji wan rʼazî me, lê tʼemamîya civînêd ji necihûya jî.

5 Û li civîna mala wanda jî silav kin. Apênetoyê delalê min jî silav kin, ku Asyayêda bawermendê Mesîhî pêşin e.

6 Silavê bidine Meryemê, ku bona we gelek xûdan rʼêtîye.

7 Silavê bidine Endronîko û Yûnyasê pismam û hevalêd mine kelêda. Ew nava şandîyada eʼyan in û berî min bawerîya xwe Mesîh anîne.

8 Silavê bidine Emplîyato, delalê minî ji Xudan.

9 Silavê bidine Ûrbano heval-xebatê meyî şixulê Mesîhda û Staxoyê delalê min.

10 Silavê bidine Apêlîs, ku bona Mesîh yekî kʼetî-rʼabûyî ye. Silavê bidine mala Arîstopolo.

11 Silavê bidine Hêrodîyonê pismamê min. Silavê bidine wan, yêd ku ji mala Nerkîso ne, nav bawerîya Xudanda ne.

12 Silavê bidine Tirîfênayê û Tirîfosayê, kʼîjan bona navê Xudan dixebitin. Silavê bidine Persîsêya delal, ku gelekî xûdan rʼêtîye bona Xudan.

13 Silavê bidine Rʼûfoyê bijartîyê Xudan û dîya wî û usa jî çawa dîya min.

14 Silavê bidine Asînkrîto, Flêgon, Hermês, Patrobas, Hermas û xûşk-birayêd mayîne tʼevî wan.

15 Silavê bidine Fîlologo û Yûlîya, Nêroyîs û xûşka wî, usa jî Olîmpas û tʼemamîya cimeʼta Xwedêye tʼevî wan.

16 Silavê bidine hev bi rʼamûsana şîrê hʼelal. Hʼemû civînêd Mesîh li we silav dikin.


Tʼemîyêd axirîyê

17 Niha ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, ku hûn hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku ji wê hînbûnê der, ya ku hûn hîn bûne, cudebûnê pêşda tînin û xelqê pʼişk dikin. Ji wan dûr bin.

18 Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.

19 Guhdarîya we nav hʼemûyada bi nav û deng e û ez bona we şa me, lê dixwazim ku hûn serwaxt bin hindava qencîyêda û dilsax bin hindava xirabîyêda.

20 Û Xwedêyê eʼdilayîyê zûtirekê wê serê mîrêcin binê nigêd weda bipʼelêxe. Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî we be.

21 Tîmotʼêyoyê heval-xebatê min li we silav dike, usa jî Lûkyo, Yason û Sospatroyê pismamêd min.

22 Ez Tertîyo jî bi navê Xudan li we silav dikim, yê ku ev neʼme nivîsî.

23 Gayos li we silav dike, qonaxê min û yê tʼemamîya civînê. Êrastoyê ser xizna bajêr li we silav dike û usa jî birayê Kiwarto.

24 Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî we hʼemûya be. Amîn.


Dua û şikirdayîn

25 Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,

26 lê niha bi nivîsarêd pʼêxembera eʼyan bû û bi eʼmirê Xwedêyê hʼeta-hʼetayê hate naskirinê, wekî hʼemû milet bawer bikin û guhdar bin.

27 Şikir ji Xwedêyê tʼenêyî serwaxtrʼa, bi saya Îsa Mesîh, hʼeta-hʼetayê. Amîn.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan