Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Romayî 15 - Peymana Nû (Încîl)


Tu li xelqê xweş were, ne ku li xwe

1 Em ku bawerîyêda qewat in, gerekê bikʼevine bin barê sista, ne ku em li xwe xweş bên.

2 Bira ji me her kes alîyê qencîyêda li hevalê xwe xweş bê, ku bawerîyêda bişide.

3 Çimkî Mesîh jî ne ku li Xwe xweş hat, lê çawa nivîsar e: «Ew qarêd ku li Te dikin, li Min dikin».

4 Lê çi ku pêşda kʼitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin.

5 De bira Xwedêyê sebirê û bîna li ber her kesî bide we, ku hûn hindava hevda ser nêtekê bin, weke nexş-tʼerzê Mesîh Îsa,

6 ku hûn hʼemû bi dil û zarekî şikirîyê bidine Xwedêyê Bavê Xudanê me Îsa Mesîh.


Mizgînî bona necihûya

7 Bona vê yekê bona şikirîya Xwedê hevdu qebûl kin, çawa Mesîh em qebûl kirin.

8 Çimkî ez werʼa dibêjim, ku Mesîh bû xizmetkʼarê cihûya, bona aminîya Xwedê eʼyan ke, wekî ew sozê kal-bavarʼa hatîye dayînê, mak ke

9 û necihû bona rʼeʼma Wî şikirîyê bidine Xwedê. Çawa nivîsar e: «Bona vê yekê Ezê nav necihûyada pesinê Te bidim û eşqî navê Te bistirêm».

10 Û dîsa dibêje: «Gelî necihûya, şa bin tʼevî miletê Wî!»

11 Û dîsa dibêje: «Şikirîyê bidine Xudan gelî necihûya û pesinê Wî bidin, hʼemû cimeʼtno».

12 Îşaya jî dibêje: «Tamareke Yêşa wê derê, bibe mîrê necihûya û necihû wê gumana xwe bidine ser Wî».

13 Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û eʼdilayîyêva bikʼimkʼimîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata Rʼuhʼê Pîroz zêde be.


Xizmetkʼarîya Pawlose bona necihûya

14 Ez xwexa weda guman im xûşk-birayêd min, ku hûn qencîyada mane û zanebûnêva jî dagirtî ne, dikarin hevdu şîret kin.

15 Lê alîkîva min turuş kir werʼa nivîsî, ku wan tişta bikime bîra we, bona wê kʼerema ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê,

16 wekî ez nava necihûyada bibime berdestîyê Mesîh Îsa. Ez nava Mizgînîdayîna Xwedêda mîna kʼahînekî xizmetkʼarîyê dikim, ku hʼedîbûna necihûya qebûl be, bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare be.

17 Awa ez dikarim bi saya Mesîh Îsa pê xizmetkʼarîya xweye bona Xwedê bifirʼim.

18 Ez turuş nakim bona tiştekî usa xeber dim, pêştirî wan tiştêd ku Mesîh bi destê min kirine, bona guhdarîya necihûya, heger bi xebera be yan kira be,

19 bi qewata nîşana û kʼeremeta, bi qewata Rʼuhʼê Xwedê. Û bi vî awayî ez ji Orşelîmê girtî hʼeta Îlîrkûmê gerʼîyam, Mizgînîya Mesîhva tʼijî kir.

20 Min diceʼdand ku wan dera Mizgînîyê dannasîn kim, kʼîderêd bona navê Mesîh nehatibû bihîstinê, wekî nebe ku ez ser hʼîmê hinekêd din çêkim.

21 Lê belê çawa nivîsar e: «Kʼîjanarʼa bona Wî nehatîye gotinê, wê bibînin û kʼîjana bona Wî ne bihîstîye, wê bizanibin».


Tʼivdîra Pawlose bona rʼomayîya

22 Lema gelek cara rʼê nedikʼete min ser weda bihatama.

23 Lê niha îdî van alîya cîyê usa tʼune pʼêgeh lê nekʼetibe û ev çend sal e ez dikim bême cem we,

24 gava herʼime Spanyayê. Awa gumana min heye, ku ezê ser rʼîya xwe serîkî li we xim û ji wir hûn min verʼêkin ez herʼime Spanyayê, gava bîna min hinekî pê we derê.

25 Lê niha ez diçime Orşelîmê, ku bi kʼomekdayînê xizmetkʼarîya cimeʼta Xwedê bikim.

26 Çimkî xûşk-birayêd Mekedonyayê û Axayayê bi hevrʼa qayl bûn, ku alîkʼarîkê bidine cimeʼta Xwedêye belengaz, yêd ku Orşelîmêda dimînin.

27 Ew qayl bûn û deyndarê wan in jî. Çimkî necihûya alîyê rʼuhʼanîda kʼomek ji cihûya standin, gerekê ew jî alîyê hebûka dinêda kʼomekê bidine wan.

28 Awa pey vê kirinêrʼa, gava kʼomeka tʼopkirî bigihînime cî, ezê bêm cem we, ji wir derbazî Spanyayê bim.

29 Ez zanim gava bême cem we, ezê bi dewlemendtîya dua-dirozgêd Mesîh bêm.

30 Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh û wê hʼizkirina ji Rʼuhʼ, wekî hûn bi duayêd xweye li ber Xwedê tʼevî şerʼkʼarîya min bin.

31 Dua bikin, wekî ez ji destê wan xilaz bim, yêd ku Cihûstanêda nebawer in û wekî xizmetkʼarîya mine bona kʼomekdayînê Orşelîmêda li cimeʼta Xwedê xweş bê.

32 Û bi vî awayî ezê bi eʼmirê Xwedê, bi dilekî şa bême cem we û hinekî tʼevî we hêsa bim.

33 De bira Xwedêyê eʼdilayîyê tʼevî we hʼemûya be. Amîn.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan