Romayî 13 - Peymana Nû (Încîl)Heleqetîya bawermenda tʼevî serwêr û hʼukumetêd vê dinê 1 Her merivek bira gurʼa wan hʼukumetîyada be, ku ser wîrʼa ne, çimkî tʼu hʼukumetî bêyî destûra Xwedê tʼune û ewê ku hene jî, ji Xwedêda ne. 2 Awa kʼî ku ber hʼukumetîyê rʼadibe, ew ber eʼmirê Xwedê rʼadibe û ewê ku rʼadibin, dîwana Xwedê ser xweda tînin. 3 Çimkî serdar yêd qencîyê dikin natirsînin, lê yêd xirabîyê. Tu dixwazî ji hʼukumetê netirsî? Xwe li qencîyê bigire, tê bibî şîrinê wê. 4 Çimkî ew xizmetkʼarê Xwedê ye bona qencîyêd te. Lê heger xwe li xirabîyê bigirî, jê bitirse, çimkî wî badîhewa şûr girênedaye. Ew xizmetkʼarê Xwedê ye, ku hêrsa Wî ser wanda birʼêje, kʼîjanêd ku xirabîyê dikin. 5 Lema em gerekê gura hʼukumetada bin, ne tʼenê wekî em li ber hêrsê nekʼevin, lê belê wekî îsafa me jî dilê me rʼihʼet bihêle. 6 Bona vê yekê jî hûn xerc jî didin, çimkî ew xulamêd Xwedê ne, borcdarêd xercstandinê ne. 7 Awa kʼêrʼa çi dikʼeve, li wan vegerʼînin, kʼêrʼa xerc dikʼeve, xerc bidinê, kʼêrʼa selef dikʼevin, selefa bidinê, ji kʼê gerekê bitirsin, bitirsin, kʼêrʼa qedir dikʼeve, qedirê wî bigirin. Hʼizkirina hindava hevda 8 Tʼu tiştîda deyndarê tʼu kesî nemînin, pêştirî li hev hʼizkirinê, çimkî kʼî ku hevalê xwe hʼiz dike, tʼemamîya Qanûnê diqedîne. 9 Ev tʼemîyêd ku hene: «Zinîyê neke, nekuje, nedize, dilhavijîyê neke» û her çi tʼemîyêd ku hene, dikʼevine nava vê gotinê: «Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike». 10 Hʼizkirin xirabîyê li hevalê xwe nake. Awa hʼizkirin serê Qanûnê digire. 11 Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ev çi zeman e. Niha îdî wext e hûn ji xewê hʼişyar bin, çimkî niha xilazbûn hê nêzîkî me ye, ne ku hingê gava me bawer kir. 12 Şev gelek çûye, sibeh nêzîk bûye, awa kirêd teʼrîstanîyê em ji xwe dûr xin û çʼekêd rʼonayîyê ser xweva kin. 13 Usa bijîn çawa rʼonaya rʼojê, bê kûçʼiksantîyê, serxweşîyê, bênamûsîyê, hʼeramîyê, şerʼûdîyê û hʼevsûdîyê. 14 Lê Xudan Îsa Mesîh li xwe bikin mertʼal û guh nedine wan xwestinêd binyatʼa xweye merivayî. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia