Romayî 12 - Peymana Nû (Încîl)Qurbanêd saxe durufkirî 1 Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatîya Xwedê, qalibê xwe dîyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li Wî qebûl, ya ku hʼebandina weye rʼuhʼanî ye. 2 Û nekʼevine kirasê bendê vê dinyayê, lê bi nûbûyîna hʼişê xwe werine guhastinê, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kʼamilî ye. 3 Ez bi wê kʼerema ku Xwedê da min, we her kesîrʼa dibêjim: Çiqas ji we dikʼeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin, bira her kes weke wê bawerîya ku Xwedê pʼarevekir, bifikire. 4 Çawa qalibê meda gelek endem hene û hʼemû endem kirekî nakin, 5 usa jî em gelek in, lê yektîya Mesîhda em bedenek in û her kes ji me endemêd hev in. 6 Awa anegorî wê kʼerema merʼa hatîye dayînê, pʼêşkʼêşêd xweye cûrʼe-cûrʼe bidine xebatê. Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê ye, bira weke wê çapa bawerîyê bidine xebatê, 7 heger xizmetkʼarî ye, bira nava xizmetkʼarîyêda bin, heger hînkirin e, bira pey hînkirinê bin, 8 yê dil dide mêriv, bira li pey wê yekê be, ewê pʼarevedike, bira bi merʼdanî bike, ewê serwêr e, bira xîret be, ewê qencîyê dike, bira bi eşq û şa bike. 9 Hʼizkirina we hʼilekʼarî nîbe, ji xirabîyê zivêr bin, xwe li qencîyê bigirin. 10 Hʼizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin, 11 xîretêda xwerʼanedîtî nîbin, rʼuhʼê xweda alav din, xizmetkʼarîya Xudan bikin, 12 bi gumanê şa bin, tengasîyada sebir kin, her gav dua bikin, 13 destê xwe dirêjî cimeʼta Xwedêye destteng kin, pey mêvanhʼizîyê bin. 14 Yê we dizêrînin hûn dua wan bikin, belê dua bikin û nifirʼa li wan nekin. 15 Tʼevî yêd şa dibin şa bin û tʼevî yêd digirîn bigirîn. 16 Fikira we her kesî hindava hevda yek be, kʼubar-babax nîbin, lê tʼevî pʼerîşana nimiz bin, xwe dewsa zana daneynin. 17 Ji ber xirabîyêva xirabîyê li tʼu kesî nekin. Çi li ber çʼeʼvê hʼemû meriva qenc e, wê bikin. 18 Çiqas ji dest we tê, tʼevî hʼemû meriva eʼdilayîyêda bin. 19 Hʼeyfê hilnedin, delalno, lê cî bidine hêrsa Xwedê, çimkî nivîsar e: «Hʼeyfhildan destê Min e, Ezê hʼeyfê hilînim, Xudan dibêje». 20 Lê belê ev jî heye: «Heger dijminê te birʼçî ye, nên bidê û heger tʼî ye, avê bidê, çimkî tu bi vê yekê pirîskê êgir ser serê wî tʼop dikî». 21 Nehêle xirabî ser te kʼeve, lê bi qencîyê tu ser xirabîyê kʼeve. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia