Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Romayî 11 - Peymana Nû (Încîl)


Rʼeʼma Xwedê hindava miletê Wî Îsraêlêda

1 Awa ez dipirsim: Gelo Xwedê dest ji cimeʼta Xwe kir? Na xêr! Ez xwexa jî îsraêlî me, ji zurʼeta Birahîm im, ji qebîla Binyamîn.

2 Xwedê dest ji cimeʼta Xwe nekir, kʼîjan pêşda bijartibû. Yan hûn nizanin serhatîya Êlyasda nivîsar çi dibêje çawa, wî şikîyatê Îsraêlê li Xwedê dikir digot?

3 «Xudan, pʼêxemberêd Te kuştin, gorîgehêd Te xirab kirin, tʼenê ez mame û pey min jî kʼetine ku bikujin».

4 Lê caba Xwedê çi bû? «Min Xwerʼa hʼeft hʼezar merî xwey kirine, yêd ku li ber Baeʼl çok nedane».

5 Usa jî niha vî zemanîda hineke bi kʼerema Xwedê bijartî mane.

6 Û heger bi kʼeremê ye, îdî ne ji kira ye, heger usa bûya, kʼerem îdî nedibû kʼerem.

7 Îdî çi? Îsraêl negihîşte wê çi ku digerʼîya, lê yêd bijartî gihîştinê û yêd mayîn kor bûn,

8 çawa nivîsar e: «Xwedê şeverʼeşa kora anî ser wan, ku bi çʼeʼva nebînin û bi guha nebihên, hʼeta rʼoja îroyîn».

9 Û Dawid dibêje: «De bira tʼext-sifirêd wan li wan bibine tʼorʼ û tʼelek, qede-bela jî heqê wan be.

10 Bira ava rʼeş bê ser çʼeʼvêd wan, nebînin û pişta wan tʼimê tewîyayî be».

11 Awa ez dipirsim: Gelo ew ji rʼê derkʼetin, ku unda bin? Na xêr! Lê neheqîya wan bû sebebê xilazbûna necihûya, ku pozê wan jî bişewite.

12 Heger neheqîya wan bû sebeb ku dinya dewletî be û kʼetina wan bû sebeb ku necihû dewletî bin, lê wê hê çiqas kʼar be gava tʼemamîya wan xilaz be!


Xilazbûna necihûya

13 Niha ez we necihûyarʼa dibêjim: Belê ez şandîyê necihûya me, qulixê xwe bilind dikim,

14 belkî bikaribim pozê yêd ji xûn û goştê xwe bidime şewatê û ji wan hineka jî xilaz kim.

15 Çimkî heger tʼexsîrbûna wan bû sebebê lihevhatina dinyayê tʼevî Xwedê, îdî lê qebûlbûna wanê bibe çi, heger ne saxbûna mirîya?

16 Heger girika hevîr, çawa berê deremeta pêşin Xwedêrʼa dayî hʼelal e, ku usa ye tʼemamîya şkevê pêva hʼelal e. Û heger rʼaw pîroz in, çʼiqil jî pêrʼa pîroz in.

17 Heger ji wan çʼiqila hinek şkestin, lê tu, necihû dara zeytʼûnêye beyanî bûyî, dewsa wan hatî servakirinê û tʼevî qinyata rʼawêd zeytʼûnê bûyî,

18 tu dilê xwe li wan çʼiqilêd şkestî şa neke. Lê heger dilê xwe şa kî, bîr bîne, wekî ne ku te rʼaw jor girtine, lê rʼawa tu girtîyî.

19 Îdî tê bêjî: «Çʼiqil şkestin, wekî ez bême servakirinê».

20 Rʼast e. Ewana ji dest nebawerîyê şkestin û te bi bawerîyê hʼîm girt. Kʼubar nebe, lê bitirse.

21 Çimkî heger hʼeyfa Xwedê çʼiqilêd binyatʼî nehat, hʼeyfa Wî wê te jî neyê.

22 Awa dîna xwe bide şîrinayî û hʼişkîya Xwedê, Ew hʼişk e hindava ji rʼêkʼetîyada û şîrin e hindava teda, heger nava şîrinayîyêda bimînî. Lê heger na, tê jî bêyî birʼînê.

23 Lê heger cihû nava nebawerîyêda nemînin, wê bêne servakirinê, çimkî Xwedê dîsa dikare wan servake.

24 Çimkî heger tu, necihû wekî binyatʼa xweda çʼiqilê zeytʼûna beyanî bûyî û hatî birʼîn, ser wê zeytʼûna qence ne ji binyatʼa xwe hatî servakirinê, lê hê çiqas rʼihʼet ewê ku çʼiqilêd binyatʼî ne, wê ser zeytʼûna xwe bêne servakirinê.


Rʼeʼma Xwedêye hindava hʼemûyada

25 Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.

26 Bi vî awayî tʼemamîya Îsraêlê wê xilaz be, çawa nivîsar e: «Azakir wê ji Sîyonê bê û bêxwedêtîyê ji Aqûb dûr xe.

27 Û ev e peymana Mine tʼevî wan, gava Ez gunêd wan hildim».

28 Mizgînîyê ku dinihêrʼî, ewana dijmin in bona xatirê we, lê bijartinê ku dinihêrʼî, ewana hʼizkirî ne, bona xatirê kal-bavêd wan.

29 Çimkî Xwedê kʼîjana dibijêre û pʼêşkʼêşa dide kʼê, wê yekêda ne pʼoşman e.

30 Çawa we jî wextekê guhdarîya Xwedê nedikir, lê niha bi neguhdarîya wana we rʼeʼm dît,

31 usa jî ewana niha bûne neguhdar, wekî bi rʼeʼmdîtina we ew jî rʼeʼmê bibînin.

32 Çimkî Xwedê hʼemû kirine girtîyêd neguhdarîyê, wekî hʼemûya jî bê rʼeʼmê.


Pesindayîna zanebûna Xwedê

33 Çiqasî kʼûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarêd Wî çiqasî ji hʼiş-aqila dûr in û kes serederîyê ji rʼîyêd Wî nake!

34 Çawa nivîsar e: «Kʼê nêta Xudan pê hʼesîya? Yan kʼê bû şîretkʼarê Wî?

35 Yan kʼê pêşda tiştek daye Wî, wekî Ew dîsa li wan vegerʼîne?»

36 Çimkî her tişt ji Wî, bi Wî û bona Wî ne. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan