Romayî 1 - Peymana Nû (Încîl)Silavkirin 1 Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî, 2 ya ku Wî hê pêşda nivîsarêd pîrozda bi zarê pʼêxemberêd Xwe soz dabû. 3-4 Eva Mizgînîya bona Kurʼê Wî, Xudanê me Îsa Mesîh e, ku bi bedenî ji zurʼeta Dawid bû û bi Rʼuhʼê Pîrozîyê, gava ji mirinê rʼabû, qudretêda çawa Kurʼê Xwedê xuya bû. 5 Bi Wî me kʼerema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî hʼemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin. 6 Hûn jî nava wanda hatine gazîkirinê, ku bibine pʼara Îsa Mesîh. 7 Ji we hʼemûyarʼa, hʼizkirîyêd Xwedêye pîrozbûnêrʼa gazîkirî, ku Rʼomayêda dimînin, kʼerem û eʼdilayî be, ji Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh. Pawlos hʼeyra bawermendêd Rʼomayêda ye 8 Berê pêşin ez bi destê Îsa Mesîh bona we hʼemûya rʼazîbûnê didime Xwedêyê xwe, çimkî bawerîya we tʼemamîya dinyayêda tê gotinê. 9 Xwedê şeʼdê min e, ew Xwedêyê ku ez nava Mizgînîya Kurʼê Wîda bi dil û can xulamtîyê dikim, ez her gav we bîr tînim 10 û tʼimê nava duayêd xweda hîvî dikim, ku bi eʼmirê Xwedê carekê rʼê bikʼeve min, ser weda bêm. 11 Çimkî ez gelekî hʼeyra dîtina weda me, wekî pʼêşkʼêşeke rʼuhʼanî bigihînime we, ku hûn bawerîyêda bişidin. 12 Awa gotî ez jî tʼevî we, em dil bidine ber hev, bi wê bawerîya min û weye her du alîyava. 13 Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestîye bême cem we, ku kʼeda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê hʼeta niha rʼê nekʼetîye min. 14 Ez borcdarê hʼemû mileta me, hin yê yûnanêd pêşdaçûyî û hin jî yê miletêd paşdamayî, deyndarê serwaxta û bêfeʼma me. 15 Awa ez bi dil û can dixwazim Mizgînîyê bidime we jî, yêd ku Rʼomayêda dimînin. 16 Belê ez Mizgînîyê şerm hʼesab nakim, çimkî ew qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hʼemû bawermenda, pêşîyê bona cihûya, paşê necihûya. 17 Çimkî Mizgînî dide kʼifşê, ku Xwedê çawa meriva rʼast hʼesab dike, dike kirasê xwe, ev yek ji sêrî hʼeta binî bi bawerîyê ye, çawa nivîsar e: «Yê rʼast wê bijî, çimkî bawer dike». Hʼemû meriv gunekʼar in 18 Xezeba Xwedê ji eʼzmên ser hʼemû bêxwedêtî û neheqîya wan meriva xuya dibe, kʼîjan ku bi neheqîyêd xwe nahêlin ku rʼastî xuya be. 19 Çimkî çi ku gerekê bona Xwedê bizanibin wanva eʼyan e, çimkî Xwedê wanva eʼyan kirîye. 20 Rʼast ji eʼfirandina dinyayêda hʼunurêd Wîye nexuya, awa gotî qudreta Wîye hʼeta-hʼetayê û Xwedêtîya Wî bi eʼfirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê. Bi vî awayî kes nikare cabê bide. 21 Belê wan Xwedê nas dikir, lê pesinê Wî nedan çawa Xwedê, ne jî ji Wî rʼazî bûn, lê belê ew nava fikirêd xweda pʼûçʼ bûn û ji dest bêfeʼmîyê şûna rʼeşva çûn. 22 Wana got: «Eme serwaxt in», lê bêfeʼm derkʼetin 23 û rʼûmeta Xwedêyê nemirî şikilê merivê pʼûçʼî-mirî, teyreda, çarpʼê û şûlikîyarʼa guhêrʼîn. 24 Lema jî Xwedê ew bi xwestina dilê wan dane destê hʼeramîyê, ku bedena xwe nava hevda bihʼerʼimînin. 25 Wana rʼastîya hindava Xwedêda derewîyêrʼa guhêrʼîn û serê xwe li ber eʼfirîna danîn, ew hʼebandin, ne ku Eʼfirandarê hʼeta-hʼetayê ku hêjayî şikirîyê ye. Amîn. 26 Bona vê yekê Xwedê ew dane bênamûsîyê, hʼeta jinêd wan jî hʼewcetîya xweye eʼdetê dinê hʼewcetîya ekʼsîeʼdetîyêrʼa guhêrʼîn. 27 Usa jî mêra hʼewcetîya jinaye eʼdetî hiştin, pê temêd xweye xirab bi hevrʼa şewitîn, mêra tʼevî mêra rʼobetî dikir û heqê jirʼêkʼetina xweye qazinckirî hildidane ser xwe. 28 Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin. 29 Evana her neheqîyê, neqencîyê, timayîyê, xirabîyava tʼijî ne: Bi hʼevsûdîyê, mêrkujîyê, berzeqîyê, mixenetîyê, xêrnexwazîyêva dagirtî, gilîgerʼo, 30 buxdanbêj, nexwedêhʼiz, bêşerm, pozbilind, kʼubar-babax, yê xirabîyê çêdike, ne gurʼa dê-bavada, 31 bêfeʼm, bêamin, bêîsaf, bêrʼeʼm. 32 Belê evana haş ji qanûna Xwedê hene, ku yêd van tişta dikin hêjayî mirinê ne, lê belê ne ku tʼenê van tişta dikin, lê havijîya xwe ji kirîya jî tînin. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia