Peyxam 9 - Peymana Nû (Încîl)Borʼîya pênca 1 Milyakʼetê pênca li borʼîyê xist û min dîna xwe dayê, va steyrkek ji eʼzmên kʼete ser rʼûyê eʼrdê û kʼilîta derê gelîyê hey-wayê wê steyrkêrʼa hate dayînê. 2 Ewê derê gelîyê hey-wayê vekir, ji gelî dû-dûxan derkʼet mîna dûyê kʼûra mezin û rʼûyê rʼoyê û hewê girt. 3 Ji wê dû-dûxanê kulî derkʼetine ser rʼûyê eʼrdê, wanrʼa qewata mîna qewata dûpʼişkêd eʼrdê hate dayînê. 4 Wanrʼa hate gotinê, ku zirarê nedine gîhê eʼrdê, ne jî tʼu şînayîyê û darê, lê bidine wan merivêd ku mora Xwedê li ser eʼnîya wan tʼuneye. 5 Wanrʼa hate dayînê, ku wan nekujin, lê pênc meha bidine cefê. Êşa wan mîna êşa lêxistina dûpişka bû. 6 Wan rʼojada merivê li mirinê bigerʼin, lê wê qet nebînin, ewê hʼeyra mirinêda bin, lê mirinê ji wan birʼeve. 7 Qilxê wan kulîya mîna wan hespa bûn, yê ku bona şêrʼ têne hazirkirinê. Li ser serê wan tiştêd mîna tʼacêd zêrʼîn hebûn û rʼûyê wan mîna rʼûyê meriva bûn. 8 Pʼorʼê serê wan mîna pʼorʼê jina bûn û diranêd wan mîna diranêd şêra bûn. 9 Êlekzirihʼêd wan hebûn, mîna yêd hʼesinî, dengê baskêd wan mîna dengê wan eʼreba bûn, ku çawa gelek hesp wan dikʼişînin û dajone nava şêrʼ. 10 Mîna dûpʼişka jî poçʼêd wan hebûn û ser poçʼa jî derzî, kʼîjanada qewata wan hebû ku pênc meha mêriv bidine cefê. 11 Milyakʼetê gelîyê hey-wayê li ser wan pʼadşa bû, ku navê wî bi îbranî «Abadûn» bû, bi yûnanî «Apolîyon», ku tê feʼmkirinê: «Wêrankir». 12 Weya pêşin derbaz bû. Ji vir şûnda va du weyê jî bên. Borʼîya şeşa 13 Milyakʼetê şeşa li borʼîyê xist û min dengek ji her çar stirûyêd gorîgeha zêrʼîne li ber Xwedê bihîst, 14 ku gote wî milyakʼetê şeşa, yê ku borʼî dêstda bû: «Wan her çar milyakʼetêd ku li ber çʼemê Firatêyî mezin girêdayî ne veke». 15 Hingê ew her çar milyakʼet hatine berʼdanê, yêd ku bona wê sihʼetê, wê rʼojê, wê mehê û wê salê hatibûne hazirkirinê, wekî ji sê pʼara pʼareke merivayê bikujin. 16 Min rʼeqema ordîyêd sîyarî bihîst ku dusid mîlîyon bû. 17 Wê dîtinokêda hesp û sîyarêd wan minva aha xuya bûn: Rʼengêd êlekzirihʼêd wan rʼengê sorî mîna êgir, şîrkî mîna qalçʼîçʼekê, qîçʼikî mîna kʼirkʼûtêda bûn. Serê hespêd wan mîna serê şêra bûn û ji devê wan agir, dû û kʼirkʼût derdikʼet. 18 Pê van her sê bela, ji sê pʼara pʼareke merivayê, pê agir, dû û kʼirkʼûta ku ji devê van derdikʼet hatine kuştinê. 19 Çimkî qewata hespa dev û dêlêd wanda bûn. Dêlêd wan mîna meʼra bûn û serê wan hebûn, ku pê wan zirar didan. 20 Ew merivêd mayîne ku pê van bela nehatine kuştinê, ji wan pʼûtêd ku bi destêd xwe çêkiribûn venegerʼîyan. Wana destê xwe ji cinhʼebandinê, ji wan pʼûtêd zêrʼe, zîve, sifire, kevire, dare ku nabînin, nabihên û nagerʼin nekʼişandin. 21 Usa jî ji kuştinê, sêrbazîyê, bênamûsîyê û dizîya xwe venegerʼîyan. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia