Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 8 - Peymana Nû (Încîl)


Mora hʼefta

1 Çaxê Ewî mora hʼefta vekir, eʼzmênda weke nîv sihʼetî her tişt seqirʼî.

2 Hingê min ew her hʼeft milyakʼetêd ku li ber Xwedê sekinîbûn dîtin, wanrʼa hʼeft borʼî hatine dayînê.

3 Milyakʼetekî din bixûrdanga zêrʼîn dêstda hat, li ber gorîgeha zêrʼîn sekinî. Wîrʼa gelek bixûr hate dayînê, wekî bi tʼevî duayêd cimeʼta Xwedê dayne ser gorîgeha zêrʼîne li ber tʼextê Xwedê.

4 Dûyê wê bixûrê tʼevî duayêd cimeʼta Xwedê ji destê wî milyakʼetî berbi Xwedê bilind bû.

5 Paşê milyakʼet ew bixûrdang hilda, ji agirê gorîgehêva dagirt avîte ser eʼrdê. Bû gurʼînîya dengêd eʼwra birûskê birq veda û eʼrd hʼejîya.


Her çar borʼîyêd pêşin

6 Hingê wan her hʼeft milyakʼetêd ku hʼeft borʼîyêd wan hebûn kʼarê xwe kirin, ku li borʼîya xin.

7 Yê pêşin li borʼîyê xist, teyrok û agir xûnêva tʼevayî ser eʼrdêda barî. Û ji sê pʼara pʼareke eʼrdê şewitî, ji sê pʼara pʼareke dara şewitî û hʼemû gîhayê şîn şewitî.

8 Milyakʼetê duda li borʼîyê xist, tiştekî mezinî mîna çʼîyakî agir pêkʼetî hate avîtinê nava beʼrê. Û ji sê pʼara pʼareke beʼrê bû xûn,

9 ji sê pʼara pʼareke hʼeywanêd beʼrêda qirʼ bû û ji sê pʼara pʼareke gemîya wêran bû.

10 Milyakʼetê sisîya li borʼîyê xist û steyrkeke mezine mîna qendîla alav pêkʼetî ji eʼzmên kʼete ser pʼareke ji sê pʼarêd çʼema û avêd kanîya.

11 Navê wê steyrkê Zirîçʼk bû. Ji sê pʼara pʼareke ava bû zirîçʼk û ji wê avê gelek meriv mirin, çimkî ew av teʼl bû.

12 Milyakʼetê çara li borʼîyê xist, ji sê pʼara pʼareke rʼoyê, ji sê pʼara pʼareke hîvê û ji sê pʼara pʼareke steyrka derb standin, usa ku ji sê pʼara pʼareke wan qarîya û ji sê pʼara pʼareke rʼojê rʼonayî neda, usa jî ji sê pʼara pʼareke şevê.

13 Hingê min dîna xwe dayê, wê teyrekî sîmirʼ jor eʼzmênda difirʼî û min bihîst ku wî bi dengekî bilind got: «Wey, wey, wey li serê binelîyêd li rʼûbarî dinê, ku wê ber dengê wan borʼîyêd her sê milyakʼetêd mayîn kʼevin, yêd ku wê li borʼîya xin».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan