Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 7 - Peymana Nû (Încîl)


Ji zarʼêd Îsraêl 144 000 kes têne morkirinê

1 Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, wê çar milyakʼet li her çar qulbêd dinyayê sekinî ne û bayêd her çar qulbêd dinyayê hʼişk girtine, wekî li eʼrdê, beʼrê û tʼu darê nexin.

2 Hingê min milyakʼetekî din jî dît ku ji rʼohilatê dihat û mora wîye ji Xwedêyê Sax hebû. Ewî bi dengekî bilind li wan her çar milyakʼeta kire gazî, yêd ku wanrʼa hatibû dayînê, ku zirarê bidine eʼrdê û beʼrê, wanrʼa got:

3 «Zirarê nedine eʼrdê, beʼrê û dara, hʼeta ku em morê li eʼnîya xulamêd Xwedêyê xwe nexin».

4 Hingê rʼeqema yêd ku hatibûne morkirinê min bihîst: Ji hʼemû qebîlêd zarʼêd Îsraêl sed çil çar hʼezar hatibûne morkirinê.

5 Ji qebîla Cihûda donzdeh hʼezar, ji qebîla Rʼûbên donzdeh hʼezar, ji qebîla Gad donzdeh hʼezar,

6 ji qebîla Aşêr donzdeh hʼezar, ji qebîla Neftelî donzdeh hʼezar, ji qebîla Minaşe donzdeh hʼezar,

7 ji qebîla Şimhʼûn donzdeh hʼezar, ji qebîla Lêwî donzdeh hʼezar, ji qebîla Îsaxar donzdeh hʼezar,

8 ji qebîla Zebûlon donzdeh hʼezar, ji qebîla Ûsiv donzdeh hʼezar û ji qebîla Binyamîn donzdeh hʼezar hatibûne morkirinê.


Hʼemû miletêd dinyayê

9 Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, va eʼlaleteke usa mezin, ku tʼu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimeʼtê û ji her zimanî li ber tʼext û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çʼiqilêd xurma jî destêd wanda bûn,

10 bi dengekî bilind dikirine gazî digotin: «Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser tʼext rʼûniştî ye û ji destê wî Berxî ye».

11 Hingê ew hʼemû milyakʼetêd ku li dora tʼext, rʼûspîya û wan her çar rʼuhʼbera girtibûn, ber tʼext deverʼûya çûne eʼrdê, serê xwe ber Xwedê danîn

12 û gotin: «Amîn! Pesin, rʼûmet, serwaxtî, şikirî, hurmet, qewat û zorayî bira hʼeta-hʼetayê Xwedêyê merʼa be. Amîn!»

13 Hingê ji wan rʼûspîya yekî minrʼa got: «Evêd ku çuxêd çîle-qerqaş wergirtî ne, ew kʼî ne û ji kʼu derê hatine?»

14 Min wîrʼa got: «Ez xulam, ez nizanim, tu zanî». Hingê ewî minrʼa got: «Evana ew in, yêd ku ji wê tengasîya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine.

15 Lema ewe li ber tʼextê Xwedê ne, pʼaristgeha Wîda şev û rʼoj Wî dihʼebînin. Yê li ser tʼext rʼûniştî, wê konê Xwe li ser wan vegire.

16 Ewê îdî ne tʼî bin, ne birʼçî bin û ne jî teʼv û germayîyê li wan xe.

17 Çimkî ew Berxê ku goveka tʼextda ye, wê şivantîyê li wan bike, wan bibe ser kanîyêd ava jîyînê. Û Xwedê jî wê hʼemû hêsirêd çʼeʼvêd wan paqij ke».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan