Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 6 - Peymana Nû (Încîl)


Hʼeft mor çawa têne vekirinê?

1 Hingê min dîna xwe dayê, wî Berxî moreke ji wan her hʼeft mora vekir û min ji wan her çar rʼuhʼbera dengekî mîna dengê gurʼînîya eʼwra bihîst ku got: «Were».

2 Min dîna xwe dayê, va hespekî boz xuya bû, destê yê lêsîyarbûyîda tîrkevanek hebû, tʼacek wîrʼa hate dayînê û ew çawa eʼgît çû, wekî serkʼeve.

3 Çaxê Berx mora duda vekir, min bihîst ku rʼuhʼberê duda got: «Were».

4 Hingê hespekî dinêyî rʼengê zerda derkʼet û sîyarê wîrʼa îzin hate dayînê, ku eʼdilayîyê ji dinyayê hilde, wekî meriv hevdu bikujin. Şûrekî mezin wîrʼa hate dayînê.

5 Çaxê Wî mora sisîya vekir, min bihîst ku rʼuhʼberê sisîya got: «Were». Min dîna xwe dayê, va hespekî rʼeş û destê sîyarê wîda mêzînek hebû.

6 Hingê tê bêjî min dengek bihîst, ji nava her çar rʼuhʼbera hat û got: «Çapeke genime biçʼûk pê zîvekî û sê çapêd biçʼûk ceh pê zîvekî. Lê zirarê nede zeytʼê û şeravê».

7 Çaxê Wî mora çara vekir, min dengê rʼuhʼberê çara bihîst ku got: «Were».

8 Min dîna xwe dayê, va hespekî şînoqî, ku navê sîyarê wî Mirin bû, Dîyarê Mirîya pey wî dihat. Hʼukum wîrʼa hate dayînê ser pʼareke ji çar pʼarêd dinyayê, wekî pê şûr, xelayîyê, nexweşîya hʼal û rʼeʼwirêd dinyayê wan bikuje.

9 Çaxê Wî mora pênca vekir, min bin gorîgehêda rʼuhʼêd wan meriva dîtin, yêd ku bona Xebera Xwedê û bona şeʼdetîya ku dabûn hatibûne kuştinê.

10 Wan bi dengekî bilind kirine gazî û gotin: «Ya Xweyî-Xudanê pîroz û rʼast! Tê hʼeta kʼengê dîwanê nekî û hʼeyfa xûna me ji binelîyêd rʼûbarî dinê hilnedî?»

11 Hingê ji wan her yekîrʼa çuxêd çîle-qerqaş hatine dayînê û wanrʼa hate gotinê, ku hinek wext jî hêsa bin, hʼeta ku hʼesabê heval-xulamêd wan û xûşk-birêd wane ku wê mîna wan bêne kuştinê, tʼemam be.

12 Çaxê Wî mora şeşa vekir, min dîna xwe dayê, eʼrd qayîm hʼejîya. Rʼo mîna kʼurxê ji pirʼçʼê çêkirî rʼeş bû û hîv serda-pêda bû mîna xûnê.

13 Steyrkêd eʼzmên usa jorda kʼetine eʼrdê, çawa ku dara hêjîrê ji ber bayê qayîm dihʼeje û berêd wê jê diwarin.

14 Hingê eʼzman bû mîna kʼitêba gulomatkkirî li hev hate pʼêçʼanê, hilkʼişîya û hʼemû çʼîya û girav ji cîyêd xwe hʼejîyan.

15 Wî çaxî pʼadşêd dinyayê, mezinêd wê, sereskerêd wê, dewletîyêd wê, eʼgîtêd wê û hʼemû merivêd xulam û aza xwe şkeft û qeyêd çʼîyada veşartin,

16 çʼîya û qeyarʼa digotin: «Ser meda bikʼevin û me ji rʼûyê Wî veşêrin, Yê ku li ser tʼext rʼûniştî ye, usa jî ji xezeba Berx.

17 Çimkî rʼoja xezeba wane mezin hat û kʼî dikare teyax ke?»

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan