Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 5 - Peymana Nû (Încîl)


Kʼitêba gulomatkkirîye morkirî

1 Hingê min destê Wîyî rʼastêda, Yê ku li ser tʼext rʼûniştibû, kʼitêbeke gulomatkkirî dît ku her du alîyava hatibû nivîsarê û bi hʼeft mora hatibû morkirinê.

2 Min dîna xwe dayê, wê milyakʼetekî qewat bi dengekî bilind digot: «Kʼî hêja ye ku morêd vê kʼitêbê jê rʼake û kʼitêbê veke?»

3 Lê tʼu kes tʼunebû, ne li eʼzmên, ne li ser eʼrdê û ne jî ji binê eʼrdê, ku bikaribûya eva kʼitêba vekira lê binihêrʼîya.

4 Ez jî kʼele-kʼel digirîyam, ku yekî hêja nehate dîtinê, wekî ew kʼitêba vekira lê binihêrʼîya.

5 Hingê ji rʼûspîya yekî minrʼa got: «Negirî! Va Şêrê ji qebîla Cihûda, tamara Dawid serkʼet û dikare her hʼeft morêd wê kʼitêbê jê rʼake û veke».

6 Hingê min dîna xwe dayê, wê goveka wî tʼextîda, kʼîjan her çar rʼuhʼber û rʼûspîya dorê girtibûn, Berxek sekinî bû, çawa ku serjêkirî be. Hʼeft stirûyêd Wî û hʼeft çʼeʼvêd Wî hebûn, Ew her hʼeft rʼuhʼêd Xwedê ne, ku li tʼemamîya dinyayê hatine şandinê.

7 Ew hat û kʼitêb ji destê Wîyî rʼastê, Yê ku li ser tʼext rʼûniştibû hilda.

8 Çaxê Wî ew hilda, ew her çar rʼuhʼber û her bîst çar rʼûspî li ber wî Berxî deverʼûya çûn. Destê her yekîda çeng û tʼasêd zêrʼîne tʼijî bixûr hebûn. Ew bixûr duayêd cimeʼta Xwedê ne.

9 Û stiraneke nû distiran digotin: «Tu hêja yî, ku wê kʼitêbê hildî û morêd wê jê rʼakî. Çimkî Tu hatî serjêkirinê û pê xûna xwe Te meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimeʼtê û ji her miletî kʼirʼîn bona Xwedê,

10 Te ew kirin pʼadşatîya kʼahîna bona xizmetkʼarîya Xwedê û ewê li ser dinyayê pʼadşatîyê bikin».

11 Hingê min dîna xwe dayê, min dengê gelek milyakʼeta bihîst ku dora tʼext, wan rʼuhʼbera û rʼûspîya girtibûn. Rʼeqema wan digihîşte bi hʼezara û mîlîyona.

12 Bi dengekî bilind distiran digotin: «Ew Berxê serjêkirî hêja ye ku qewatê, dewlemendtîyê, serwaxtîyê, karînê, hurmetê, rʼûmetê û pesinê bistîne».

13 Min bihîst ku her eʼfirînêd li eʼzmên, li ser eʼrdê, yêd bin eʼrdê, yêd beʼrêda û hʼemûyêd nava wanda, distiran: «Bira hʼeta-hʼetayê pesin, hurmet, rʼûmet û qudret li Yê ser tʼext rʼûniştî, usa jî li wî Berxî be!»

14 Û wan her çar rʼuhʼbera digotin: «Amîn!» û rʼûspî deverʼûya çûn, serê xwe ber Wî danîn.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan