Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 4 - Peymana Nû (Încîl)


Tʼextê eʼzmênda

1 Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, va eʼzmênda derîk vekirî ye. Û ew dengê ku min berê mîna dengê borʼîyê bihîstibû minrʼa got: «Rʼabe were vê jorê, Ezê wan tiştêd ku gerekê ji vir şûnda biqewimin, nîşanî te kim».

2 Hema hingê Rʼuhʼê Pîroz hate ser min, min dîna xwe dayê, wê tʼextek li eʼzmên hebû û yek li ser tʼext rʼûniştî bû.

3 Û şewqa dîndara Yê rʼûniştî mîna ya kevirê yaspîs û sardîyon bû. Û kʼeskesorê jî dora tʼext girtibû, mîna îşiqa zimrûdê.

4 Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.

5 Ji tʼext birûsk û dengêd gurʼînîya eʼwr-eʼzmana derdikʼetin. Li ber tʼext hʼeft agirêd alavpêkʼetî hebûn, ku ew her hʼeft rʼuhʼêd Xwedê ne.

6 Li ber tʼext tiştekî mîna beʼreke şûşe hebû, ku mîna xirûstalê zelal bû. Li dora tʼext, her alîkî çar rʼuhʼber hebûn, ku pêşîyê û paşîyêva çʼeʼvava tʼijî bûn.

7 Rʼuhʼberê pêşin mîna şêr bû, rʼuhʼberê duda mîna canega bû, rʼuhʼberê sisîya rʼûyê wî mîna rʼûyê meriva bû û rʼuhʼberê çara jî mîna teyrê sîmirʼî ku difirʼe.

8 Her çar rʼuhʼber jî şeş baskî bûn, ser û binva çʼeʼvava xit-xitî bûn. Û şev û rʼoj dengê xwe nedibirʼîn digotin: «Pîroz, pîroz, pîroz, Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê, Yê ku hebû, Yê ku heye û Yê ku wê bê».

9 Gava wan her çar rʼuhʼbera, rʼûmet, hurmet û şikirî didane Yê ku li ser tʼext rʼûniştîye û hʼeta-hʼetayê Sax e,

10 ew her bîst çar rʼûspî ber Yê ku li ser tʼext rʼûniştî deverʼûya diçûn, serê xwe ber Wî dadanîn, Yê ku hʼeta-hʼetayê Sax e û tʼacêd xwe davîtine ber tʼext û digotin:

11 «Ya Xudan Xwedêyê me, Tu hêja yî ku rʼûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî Te her tişt eʼfirandin û bi xwestina Te ew eʼfirîn û hene».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan